KONFERANSA FEDERASYONA KURDÊN SOVYÊTA BERÊ SERKEFTÎ BIDAWÎ BÛ

KONFERANSA FEDERASYONA KURDÊN SOVYÊTA BERÊ SERKEFTÎ BIDAWÎ BÛ

Hejarê Şamil 

Duh, 17ê Îlonê 2021 li bajarê Almaati Qazaxistanê bi bîranîna lîdêrên Kurdên Qafqasyayê (Sovyêta Berê) akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û çalakvanê civakî û siyasî Yûrayê Şamil Nebîyev konferansa Federasyona Navneteweyî ya Dîasporayên Kurdan (FNDK) pêk hat.

 

Di konferansê de karên Federasyonê hate nîqaşkirin, perspektîfên nû hatin danîn.

Her wiha di civînê de 4 endamên nû hatine hilbijartin bo beşdarî karên rêveberiyê bibin û seroktiya nû hate hilbijartin.

 

Remezan Seyîdov, Hesen Ramoşî û Îbrahîmê Filît Mamedov erkên serokatiyê hildan ser milên xwe û bi yekdengî hatin hilbijartin.

 

Narîn Nadîrova – Qazaxistan, Barzanî Nabiyev – Qazaxistan, Wezîr Mirzoyêv – Qazaxistan, Gohar Mamo – Awrupa wek endamên nû yên koma rêveberiyê hatin hilbijartin.

 

Her wiha di konferansê de biryar hate girtin ku FNDK li civîna DIAKURDê wek çavdêr beşdar bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev