Ji nimûneyên zargotina me – 251

Ji nimûneyên zargotina me – 251

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîyekê me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a heyştan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -8 

Xênji hebandina tişt û qewmandinêd tebîyetê nav kurdada hebûye û nha jî heye hebandina kal û bava, wekî pizmamtîyêra grêdaye. Hebandina dîn bal kurdêd Sovêtîyê hîmlî hatîye hildanê.

Hebandina kal û bava arxayîke, grêdaîye pêşdahatina kulfeta patrîarxalra, rabûn-rûniştandina wanra. Nav kurdada usa jî hebû hebandina agrarîyê. Merîyê wî çaxî (bereka) îda xwelîyêra hatibûn grêdan, xwelî bêcer dikirin, hema wî zemanî jî dha qewîn dibe hebandina agrarîyê nav komêd xûn û qinêtîyêda, çimkî totêmêd wane hebandinê hebûne. Derheqa wê yekê A. Mnasakanyan rast dibêje, wekî nava sal û zemanada praktîka hebandina totêmîyê, ku paşla berekada pêşda hatîye, ketîye nav massa û qewîn bûye, hêdî-hêdî kûr bûye, hema ew totêm jî bi femdarîya merîyê wî zemanî bûne tiştêd (prêdmêtêd) mîfologîyê, ji wan jî pêşda hatine kal û bavêd wê berekê(34) . Lema jî wexta em derheqa hebandinê xeber didin, gerek bêjin, wekî sîstêma hebandinê tenê bi pêşdahatina berekara grêdayîye.

Berekada, hela xênji kûlta kal û bava, hebûne berek û qebîl, wekî kal û bavêd xwe heywan yan jî hêşinayî hesabkirine û paşmayîyêd usa em nha jî dibînin nav emrjîyîna kurdada. Mesele, hene ber û qebîl, wekî ser navêd ga, pîvazê û yêd din tên gotin. Derheqa wê yekê V. Vûnat rast gotîye, wekî ”Zûda hebûye ew femdarî, ku pizmamtîya heywana û meriva, pevgrêdana wana bi hevra hebûye”(35).

Kûlta heywanet, zemanê bereka, ser hîmê vê înabûnê bûye, wekî merî ji heywanet pêşda hatine û wî çaxî, wexta kûlta heywanet dibe dereceke mîfologîya berekêye hîmlî, ew hebandin dibe formeke usa, ku her komeke pizmama hesab dike, wekî ew ji cûrê heywanekê toretmîş bûye.

Wexta orda nikaribû hebandin pêşda bihata, hebandin pêşda tê pey teşkîlbûn û qewînbûna berekêd pizmamara, çimkî orda cîkî ne diman, malhebûnêra, deranînêra ne grêdayî bûn. Ewana bona destanîna xarinê li welatê germ digerîyan, hela heywan xwey nedikrin, xwelî bêcer ne dikirin, lema jî wî çaxî nav wanda tenê şiklberçevanîn hebû. Le wexta merîya heywan xwey kirin, usa jî xwelî bêcer kirin, malhebûnêva mijûl bûn, pêşda hat deranîn, êkonomîka, ji rûyê wê yekê jî pêşda hat hebandin, ew hebandin bû sîstêm bo neferêd bereka, wekî bê hebandina mêr û mlyaketa nayê femkirin. Bi wêra tevayî, çawa hat gotin, pêşda tê hebandina agrarîyê. Ew sîstêma hebandinê bi celebê totêmîyê berekada dihat eyankirin. Paşwextîya matrîarxatê qewîn dibe bereka patrîyarxatê, qewîn dibe hebandina kal û bava, wekî ulmê êtnografîyêda jêra dibêjin: ”Manîzm”. Paşmayîyêd femdarîya manîzmê em îro jî nav kurdêd derekeda dibînin, wekî grêdayîye heleqetîya pizmamtîyêra, komtîyêra, mesele, nav gelek qebîlêd kurdada edet bûye, wekî gundada çiqas qebîl hebûna, haqas jî gerekê mezelêd (merzelêd) mirîyêd wanaye başqe-başqe hebûna, ser hîmê duşurmîşbûna kurda, bona li wê dinyayê ruhê wana cîkî bûna, haj hev hebûna, komek bidana hev û yêd din, lema jî mezelêd ber û qebîla başqe bûn.

Mezelêd bera, qebîlaye usa hene li gundê Cercerîsê (nehîya Aparanê), gundê Karvanserê (nehîya Artîkê, RSS Ermenîstanê), li gundê Axcaxalê (nehîya Laçînê, RSS Adrbêcanê) û yêd din. Mesele: li Cercerîsê hene komêd mezelêd van bera, wekî dikevin nav qebîla Rojka: pîvaza, beravîya, çuxreşa û mendesora, mezelêd usa nav mlatêd dinda em bêjin, nav xêvsûr û pşavê gurcada, nav ermenîyada û cmaetêd dinda jî hebûne. Mesele: komêd mezelêd beraye usa nav îrokêzêd Amêrîkayêda jî hebûne. Derheqa wê yekê F. Êngêls nvîsîye:

”Heye cîyê mezelêd berekêye tomerî. Nha îrokêzêd qeza Nyû-Yorkê, yêd ku rengspîyava çaralî qewîn hatine dorgirtin, dha yêd wane usa tunene, lê berê hebûne. Nav hindada heta îro jî ewana hene, mesele, nav tûskarorada, wekî pizmamêd îrokêzaye nêzîkin, yêd ku îsayîne, lê nav mezelada bona her bereka wana heye cêrga mezelaye eyan, usa wekî dê bi ewledêd xweva cêrgekêda cêrgekêda tên defnandin, lê ne bav. Nav îrokêzada jî temamîya neferê bereka tevî şîn û defnandina merîyê mirî dibe, difikirin derheqa mezel, kêlma ser mezal û yêd din”(36).

Heyetîya mezelêd başqe, edetê din nîşan dide, wekî çawa berek û bered îrokêza, gurca, ermenîya û yêd din, usa jî berek û berêd kurdaye kevn hebûne, hebûye edet û emrjîyîna wana, tarîqa wana, wekî paşmayîyêd wî edetî heta îro jî nav wan ber û qebîlada em ber çevê xwe dibînin.

Koma mezelêd malêd mezin, ber û qebîla grêdayîne hebandina kal û bavara. Nav her komeke mezelada heye mezelê serkarê berê, qebîlê, malxuê, wekî kurda pê sond dixarin.

Nav eşîreteke kurdaye mezinda: nav êzdîyada heta îro jî, li zyareta wane Lalişê, êzdîya mezelê ”Sulxan êzîd” û ”şêx Adî” dihebînin.

Êzdî û şêx Adî merîyêd usanin, çawa her merîkî terêq û serkar, wekî hatine blindkirin û ser hîmê prînsîpêd manîstîyê hatine hebandin. Şêx û pîrêd êzdîa, îro jî bi xwedêtî gazî şêx Adî dikin. Ew yek qewlêd êzdîyada jî heye, dibê: ”Şîxadî xwedaye, Êzdî mewlîyaye…”.

Çawa dixuêne, şêx Adî û Êzdî merîne pêş bûne. Peyê wana aqas hatîye dayîn, aqas hatine blindkirin, wekî gîhandine dereca xwedêtîyê, mezelêd wana heta îro jî dihebînin.

Raste, wekî ser hîmê femdarîya manîstîyê şêx Adî û Êzdî bûne fêtîş, çawa pêşîkar, kal û bav hatine hebandin û nha jî cîyê wanî hebandinê heye, lê ne raste prînsîpa Sêmênov derheqa hebandina êzdîyada, wekî wana, giva satana (şeytan. –Not ya werger e) hebandine û nha jî dihebînin. Satana gotî em fem dikin – cin , lê êzdîya tu cara cin nehebandine, ew nêta nerast, wekîlêd terêqa Îsaîyê û Mehmedîyê derheqa êzdîya efrandine. Usa jî ser wê nêtêye dr. M. Vagnêr. Ew dibêje: ”Merîyêd rohilatê gişk me didin bawarkirinê, wekî êzdîya şêytan dihebînin”(37). Li gundê Mîreke (nehîya Aparanê) hebûye ”Ocaxa cin Teyar”. Hine merîyêd nezan tirê, navê cina ser ocaxêye, difikrin, wekî êzdîya cina dihebînin. Ew yek ne raste. Mîfologîya cmaetada, çawa ya hurumada, farizada, ermenîyada û yêd dinda heye qanûn, wekî wedê xweda cûrêd hebandinê hatine û tên guhastin, usa jî ya kurda, mesele: Melekê taûs nav kurdêd êzdîda teyredeye: Sînema poçikdirêj (bi zmanê ermenî – siramarg, ûrisî – pavlîn), mîfologîya kurdada bi tebhê kewê tê ber çeva, usa jî şiklê kewê ser taûsê çêkirine û çawa pûtperest dihebînin Lalişêda.

Hebandina şêx Adî û Êzdî ya kal û bavane, serkara, terêqê. Heta nha jî kal û pîr wexta sondê dixun, navê şêx Adî û Êzdî hiltînin, dibêjin: ”Serê Sultan êzdî”-kim, ”Şîxadî”-kim û yêd din.

Bi gotina şayîrê Îraqê: Avdlrehmanê Goran, êzdîyêd Îraqê xênji hebandina Melektaûs, Şêxadî, usa jî mezelêd kal û bava dihebînin.

Em hebandina usa dibînin nav ermenîyada. Derheqa bnelîyêd gundê Artvînê, nehîya Stêpanavanê, RSS Ermenîstanê, êtnografê ermenîyayî eyan Yêr. Lalayan nvîsîye, wekî kal û bava dihebînin. Ew konkrêt xeber dide derheqa Mêlîkyanêd Lorîyêda, wekî kal – bavê wan Ohar Odznêsî bûye. Ew derheqa Odznêsîda dibêje:

”Mezelê wî, çawa cîyê zyarethebandinê, heta îro jî hatîye xweykirin nav Mêlîkyanada. Ewana kal û bavê xwe hesab dikin Ohan Odznêsî, ser mezelê wî dêr çêkirine, mezelê wî dihebînin û xwelîya mezel çawa orhnûtyûn (dualêkirî) dermanê buhurtî hesab dikin, wekî mqablî her cûre nexweşîya didin xebatê”(38). Dha em xeber nadin derheqa mletêd din, wekî hebandina kal û bava, bi heleqetîya pizmamtîyêra grêdayî, nav wanda jî hebûye, bi pêşdaçûyîna kûltûrayêra grêdayî hindik-hindik hatîye hilanîn, lê nav kurdada gelek wexta maye.

Hebandina kal û bavara jî grêdayîye kûlta ocaxê. Em ku dibêjin ocax, fem dikin him malê, başqe gotî malêd terêqê, him jî zyaretê. Wexta kurd dibêjin ocaxa malê, berê ewlin bîr tînin kal û bava, merivêd pizmam, yêd ku hîmê ocaxê, mala xwe danîne, mal şên kirine.

Çawa ku dibêjin, ew ml bi keda wan kal û bava hatbû şênkirin. Mîfologîya cmaetêd rohilatêda heye, wekî hîmê ocaxa malê agir bûye, ku kûlta royêra grêdaîye. Wekî usane, usa jî kurda agir û rohebandine. Em derheqa wê yekê hûr glî xeber nadin, çimkî ew qnyatê têma me nînin. Bi glîkî, ocax yan jî agir sîmvola heyetîya ocaxê dihatin hesabkirin, wekî zûda wexta kal û bavê wî kulfetî hebûne û bî silsilet hatîye xweykirin.

Nav kurdada, bi xûn û qinêtîyêra grêdayî, usa jî hebûye û heye hebandina dara, zyareta û yêd din, mesele, du qebîlêd kurdaye Îranê: mamaşa û dêbokrîya, mezelêd kal û bavêd xwe hebandine, lê şûnkayêd Tûrkîyayê xênji hebandina kal û bava dar jî hebandine. Ew dar zyareta qebîla wane başqe bûye. Derheqa wê yekê K. N. Smîrnov wexta rêwîtîya xwe li Îranê û Tûrkîyayê nvîsîye:

„ Ji Abas Gêlyoyê aqas ne dûr, zyaretek heye (mezelê buhurtî) (39). Li dora wî mezelî hene darêd çikandî, ewana usa gir bûne, wekî bnelîyêd wê jêra gotine „Gyon Gyormaz“ (ro nedîtî).

Kurdêd Cûnkî, yêd Hesenqelê jî dara buhurtî dihebînin. Wê derê her tişt usa berke, wekî ew merîyêd ku diçin zyaretê, bo ebûbetîyê bikin, turiş nakin destê xwe bidin çiqlê darêyî erdêketî yan jî wî çiqlî ji erdê hildin daynin cîkî din“(40).

Ser hîmê prînsîpa manîzmê nav kurdada mezel û darêd qebîlaye hebandinê gelek hebûne û nha jî hene Îranêda, Dêrsimêda, usa jî nav kurdêd Îraqêda. Ew ocax, zyaret, dar û mezelêd hebandinê berê ewlin cîyê hebandina bereka bûne, wexta berek, ber pir bûne û bûne qebîlekê. Merîyêd qebîlêd din jî hatine dora wan top bûne, wî çaxî ew ocax û zyaret bûne cîyê hebandina neferêd wan: hemû ber û qebîla, ya hemû cmaetê. Ew ocax û zîyaret, usa jî mletêd din pir û hindik hebandine. Ermenîya, asorîya, tirka û yêd din; usa jî kurda hebandine ocax, dêr û zîyaretêd wan.

Bona eyankirina heleqetîya xûn û qinêtîyê, îyêrarxîya kurdêd êzdî jî ser hîmê bira-pizmamtîyê, çawa kasta, parî ser koma dibin. Çawa em zanin, hene berêd şêxa, usa jî yêd pîra. Ew berêd wan jî parî ser dereca dibin. Navêd wane başqe-başqe hene, wekî bi hebandina êzdîyara grêdayîne, mesele ji şêxa hene: şêxê şîxisna , şêxê şêxûbekra, şêxêd şemsa, şêxêd şêxmenda; ji pîran: pîrêd esmemana, pîrêd Omerê xala, pîrêd îsêbîya, pîrêd Memê şvana, pîrêd deva, pîrêd gergera, pîrêd biskê, pîrêd alûbekira, qewal, sofî û dewrêşêd êzdîya. Evêd paşin terêq nînin.

Mrîd, pîr û şêx ji hev nazewicin. Komêd şêx û pîra diqedînin fûnksîyayêd başqe-başqe (dereca hebandinêda). Şêx û pîr tevî fûnksîyayêd hev nabin, her wexta cîyê şêx ortê nîbin, wî çaxî pîr şuxulê wana diqedînin, lê ne her fûnksîya. Şêx dibêjin, wekî ewana ji hesanê Besrayî toretmîş bûne. Eva lêgênde, mîf, wekî terêqê efrandîye derheqa şêxa. Derheqa kastayêd êzdîya, xûn û qinêtîyê Xostîkyan rast dibêje, wekî „Terêqêd êzdîya mîna snifa hatine teşkîlkirin. Zyareta wana hîmlî li Lalişêye, kêderê defnandina meytê Şîxadî (Şêx Adî). Ew hîmdarê dînê êzdîyane, avtorê kitêba „Cilwa“ ye. Şîxadî merivê qurna 12a ye, hilbet ya terîqa me. Derheqa Şîxadî nvîsîne û bîr tînin terîqzanêd tirka. Merîyêd Mehmedî mezelê wî sala 1415 hilşandin, êzdîya paşê dîsa çêkirin. Wexta sersala wî, 23-ê sêntyabrê, bal mezelê wî 7 roja eydê dikin“(41).

Bi gotina şêx û pîra Şîxadî gotîye, wekî êzdî ji xûn û qinêtekêne, silsileteke başqene, ewana gerek qîza nedin mletêd din, ji mletêd din jî tu cara nezewicin, usa jî nexûnin. Vê gavê jî ser hîmê fanatîzma hebandinê êzdîyêd Îraqê, Îranê, Sûrîyayê qîzêd xwe nadin mletêd din, usa jî ji mletêd din qîza nastînin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev