Ji Federasyona Kurdên Sovyeta Berê re

Ji Federasyona Kurdên Sovyeta Berê re

Piștgirên PAK Ewropayê kongre û komîteya nû ya

Federasyona Navnetewî ya Kurdên Dîyaspora pîroz dike

 

Em Konferansa we ya 17ê îlonê bi kêfxweşî haydar bûn. Em dizanin nuha we bi çi hesta vê konferansê pêk aniye. Di konferansê de ciyê Prof. Nadirê Kerem Nadirov, Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û Yurayê Şamil Nabîyev ne ku li we tenê, em kurdên ji we bi hezaran kîlometre dûr, li me jî xuyaye.

 

Têkoşîna netewa me ya ji bo azadî, serwerî û jiyanek bi rûmet berdewam e. Ev konferansa we, bawer bin herî pirr dilê her sê mezinên me Prof. Nadir Nadirov, Prof. Kinyazê Îbrahîm û Dr. Yura Nabîyev şad kiriye.

 

Em komîteya we ya nuh û birêzên nuh hilbijartî pîroz dikin. Di kar û barê we de serkeftinê dixwazin. Em Dilxwazên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa we hertim wek xwişk û birayên xwe, perçeyek ji Bakurê Kurdistanê xwedîyê wê dozê dihesibînin.

 

Seval Mert

Seroka PAK-Ewropa

(Dilxwazên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev