”ÇÎROKÊN ODA ME”

”ÇÎROKÊN ODA ME”

Lokman Polat

Piraniya nivîskarên kurd di sê şaxên edebiyatê de berhem afirandine û diafirînin. Ew çîrok, helbest û roman dinivîsin. Ji bo ku zahmete yan jî întreseya wan nakşîne, şano / teatir/ nanivîsin. Di edebiyata kurdî de hêla herî qels şano ye. Berhemên baş yên şanoyî tunin, yên heyî jî qels in.

Nivîskarê kurd ê Sowyeta berê, anku ê Kafkasyayê Eskerê Boyik jî yek ji wan nivîskarane ku helbest, çîrok û roman diafirîne. Min pêşî pirtûka wî a helbestan xwend, paşê romanên wî û niha jî pirtûka wî a çîrokan dixwînim.

Navê pirtûkê “Çîrokên Oda Me” ye. Pirtûk 140 rûpele û di nav weşanên “Afîş Medîa” de li Rotterdam (Holanda) yê hatiye weşandin. Di pirtûkê de 24 çîrok û 22 çîrokên kin ên mînîmal hene. Beşeke taybet ê pirtûkê jî bi sernavê “Mûsa Pêxember li nav zargotina kurdan da” ye.

Çîrokên di pirtûkê de ne, çîrokên gelêrî ne, civakî ne, ravekirina têkiliyên însanî ne. Û herweha dîmenên ji gundên kurdan û gundîyên kurd in. Hinek çîrok bi şêweya “fabl” hatine nivîsîn û naveroka wan gelek manedarin, bi vate ne. Herwekî “Gurê şerxwaz û Gakoviyê aştîxwaz.”

Di pirtûkê de hinek çîrokên mînîmal jî hene. Hebûna wan hem naveroka pirtûkê dewlemend kiriye û hem jî tehm û lezeteke xwendinê daye pirtûkê.

Dema min beşa di çîrokên kurdî de Mûsa Pêxember xwend, ez ji xwe re ramiyam û gelek pirs hatin heşê min. Ez dixwazim hinek ji wan pirsan bi xwendevanan re parve bikim.

Gelo çima piraniya eqilmendên dine, fîlozofên cîhanê, îcadkerên îlm û teknîkê, teorîsyenên îdeolojîk, siyasetmedarên navdar hemû jî cihu/yahudî ne?

Gelo çima dewlemendên herî dewlemend yên li cîhanê bi eslê xwe cihu/yahudî ne?

Gelo çawa du milyon cihu/yahudî bi nod milyon arab re şer kirin, wan têk birin, bi ser ketin û gelek axa wan dagir kirin?

Gelo çima ola îslamê ewqas dijîtiya cihuyan dikin û ji bo ku kurd jî bi piranî misilmanin hinek kurd jî dijîtiya cihuyan dikin? Lêbelê digel vê dijayetiya kurdan,  cihu dijayetiya kurdan nakin, dijminê kurdan nînin û herweha dewletbûna kurdan û serxwebûna Kurdistanê diparêzin.

Di beşa di nav zargotina kurdan de Mûsa Pêxember de 7 çîrok hene. Çîrokên gelêrî, zargotinî ne. Naveroka çîrokan dewlemende û mijarên wan balkêşin. Li gor ola cihuyan û li gorê çîrokên ku di pirtûkê de ne, Mûsa Pêxember tim bi Xwedê/a re diaxife, gelek tişt dipirse û Xwedê/a jî bersîva wî dide. Careke Mûsa Pêxember ji Xwedê/a dipirse ku ew li cîhanê herî pir ji kî hez dike?

Xwedê/a bersîva Mûsa Pêxember dide û dibêje ku ew ji kî hez dike. Ez bersîva Xwedê/a li vir nanivîsim, bila wek meraq bimîne ku xwendevan meraq bikin û pirtûka nivîskarê kurd î hêja rêzdar Eskerê Boyik bikirin û bixwînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev