Atlasa Nîgaşan • Omar Raman

Atlasa Nîgaşan • Omar Raman

 Ji çîroka Atlasa Nîgaşan

Avedîs bi rojan, bi mehan li ser kevirê mermer xebitî. Mermer bi wî re diaxivî. Digot, “Avedîs, min bi bêrîkirin û azwerîya xwe ya mezin ji vî kevirî derîne.”

Hin şevan li nava toz û xubara kevirên mermerîn di xewê re diçû. Kengî ku di xewê re biçûya, di xewna xwe de zilamek didît. Zilêm xwe li ser nivînên wî dirêj kiriye û hin caran li ser maseya wî nivîs dinivîsî.

Carinan ji nişka ve dengek dihatê û digot qey yek wî dişopîne. Her tim pêjna sîyekê li dora xwe his dikir. Mija li hewşê serwerîya xwe îlan kiribû û qet belav nedibû. Her tiştî xwe di nava mijê de vedişart. Kevirê mermer her bi wî re dipeyivî. Avedîs, min bi xeyalên xwe biafirîne! Min ne bi çavên xwe, bi dilê xwe biafirîne!” digot.

Gelek caran cîranên wî hatin ber derîyê wî û xewstin ku bi wî re bipeyivin, karên xwe bi wî bidin kirin. Lê Avedîs, derî li wan venekir. Cîranên wî bi paş ve vedigerîyan û diçûn. Dengê çakûçê ku ji hewşa wî bilind dibû wekî ku ji wan re bibêje dev ji min berdin, bi tundî radibû û dadiket.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev