Berhemên kurdzanên me – 252

Berhemên kurdzanên me – 252

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -2

Hetanî bijartinên parlementê yên sala 1973, li Kurdistanê li dû mîlîtanên pêşverû digeriyan. Ew bijartin hukûmeta Bulent Ecevit a koalîsyonê ku ji endamên Partiya Gel a Komarî (PGK) û Partiya Xweşbextiya Millî (PXM) hatibû damezrandin anî ser hukm. Gava hukûmeta B. Ecevit hat ser hukm, li welêt jiyana siyasî gumreh bû. Parlementerê PGK ji wilayeta Urfayê, Celal Baydaş, di çileya paşîn 1974 da nameyek ji serokê Palata (Qesr) Millî ra şand û tê da karên cendirmên k.u agir berî bineciyên gundên Urfayê daye rusi’a dikirin.

 

Di nava wê namê da dihat gotin : “Li rohilata welêt li bineciyan usa dinihêrin, wek ku ew mirovên celebê duda ne. Ji ruyê zordestiyên herdemî yên ne qanûnî gelek bajarvan hatin qir kirin. Di 26 çileya pêşîn 1973 da, li gundê Alîgorê (qezayê Sîcilê) pareskerên bin qumandariya Yusuf Kalinka bi sebebê ne diyar êrîşî gund kir, ew gulle kir û binecîkî am û tam bi navê Osamnoglu Sait Yazar kuşt … Dû çend rojan, qewimandineke usa li gundê Mezrîkê, wilayeta Mêrdînê qewimî û ji ruyê wê du kes hatin kuştin û çend mirov jî hatin birîndar kirin”.

 

Di dawiya nama xwe da parlementer C. Baydaş de’w kir ku cendirmeyên gunehkar ceza bikin bona karên wan ên ne zagonî. Bi vî awayî, hişkbûna pirsa Kurdan di nava karkirina ORÇŞ da jî, ku qewimandineke mezin di nava heja Kurdan li welêt bû, xuya bû.

 

Bi saya hereketên PGK, di behara 1974 da li meclisê zagona di derheqa baxşandinê (efû) da, ku li gora wê de st pê kir girtiyan ji hebsxanan aza bikin hat enene kirin. Di nav wan girtiyan da usa jî gelek mîlîtanên Kurdan ku xwe bi riya çepê girtibûn hebûn. Wek xuya ye, bona qebûlkirina wî karê mirovheziyê, tevî sebebên hundirî sebebên derva jî hebûn. Ji bo nimûnê, serketinên têkoşîna Kurdan li Iraqê ku hukûmeta wan di adara 1974 da îlan kir ku otonomiyê di nava goveka Iraqê da bide Kurdan. Tevî vê yekê, ev isbat tirseke mezin xist dilê komên Tirkiyê yên serkarîkir. Hema wan deman, qumandarê hêzên peya yên ordiya Tirkiyê, general Eşref Ekinci, û qumandarê eskerên cendirman, general Orhan Yigit, çûn wilayetên Diyarbekir, Gaziantep, Urfa, Mêrdîn, Siirt û wargehên Kurdan ên mayîn ku tê da talîmên eskerî ku armanca wan ew bû ku nehêlin Kurd rabin hatin derbas kirin (209, 12.3.1974).

 

Di nîveka salên 70 da, bi xurtbûna tevgera hêzên çep ên li Tirkiyê, tevgera Kurdan ên ku di destpêkê da rêxistinên xwe yên lêgal û ne lêgal saz kirin, usa jî rojname û kovar dan weşandin, jî hat gurrgumreh kirin. Di sala 1975 da, nûnerên Kurdan ên genc li Stembol û Ankarê komeleyên xwe yên çandî yên şoreşgerî-dêmokratîk (Devrimci Demokratik Kultur Demekleri), ku tê da endamên ORÇŞ ên berê tê da bûn, saz kirin. Wan komelan karê xwe li Stembol, Ankara û Izmirê, usa jî hema-hema li hemû merkezên welêt, dikir. Li Rohilatê ew bêtir li Diyarbekir, Kiziltepe, Dêrik, Mazidag, Hekkarî, Wan û ciyên mayîn kar dikir.

 

Li Kurdistana Tirkiyê Komeleyên jinan ên şoreşgerdêmokratîk (Devrimci Demokratik Kadınlar Derneyi – DDKD) û Yekîtiya “Mamosteyê Şoreşgerdêmokratîk” (Devrimci Demokrat Ögretmen) ku terefdarên Şivaniyan – ku cûreke Partiya Dêmokratîk a Kurdistana Tirkiyê ya nuhkirî, ya partiya Doktor Şivan, hesab dibû – bûn (190, 19.6.1979).

 

Di adara 1976 da, li Ankarê kovara pêşverû ya bi zimanê tirkî û kurdî “Rizgarî” dest pê kir bê weşandin. Kovar niyet danîbû pêşiya xwe ku ji “tebiyên matêryalîzma dîrokî” di derheqa pirsên hundirî û yên navneteweyî da binivîse. Teşkîldarên kovara “Rizgazî” daxwazî dikir ku wê bi zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî, fransî, erebî û farisî derxînin. Di hejmara pêşîn da, kovarê bend û gotarên dijî empêryalîzmê, usa jî yên bi naverokên di derheqa serhildana Kurdan a sala 1925 da bûn, çap kirin. Roja derketina wê, ango 21 adar 1976, kovar hat girtin û berpirsiyarê wê yê sereke, Mehmed Uzun, ji aliyê dîwana Tirkiyê hat girtin. Hejmara kovarê ya duda di 21 nîsan da li Stembolê hat weşandin û pey wê dewleta Tirkiyê derketina wê qedexe kir (222, 1976, No 1, 2).

 

Qedexekirina weşanan û mehkemekirina Kurdan bûn sebebê gumrehkirina tevgera Kurdan li Kurdistana Tirkiyê. Wan deman, li vira bi cûrê lêgal û nîvlêgal rêxistinên Kurdan ên siyasî, wek Partiya Dêmokratîk a Kurdistana Tirkiyê, Partiya Karkeran a Kurdistanê (Doktor Şivan), Partiya Karkerên Kurdistanê (Apocî), Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê, KUK (Kurdistan Ulusal Kurtuluşçulari), Ala Rizgarî, Têkoşîn, Kawa û yên mayîn kar dikir.

 

Rojname û kovarên van rêxistinan, wek Roja Welat, Özgiirluk Yolu, Rizgarî, Jîna nû, Devrimci Dêmokrat Gençlik, Özgurluk, Têkoşîn û çendên din, ronayî didît. Di wan weşanan da, di goveka qanûnê da li aliyên cihê-cihê yên pirsên Kurdan dihat nihêrandin, siyaseta dîwana resmî û partiyên burjuwa di hindava Kurdan da dihatin rexne kirin, daxwaziyên gelê kurd ên civakî û millî dihatin azirû kirin.

 

Tevî vê yekê, çend rêxistinên Kurdan dest pê kir desteyên şervanan a dizî yên ku dijî hukûmeta Tirkiyê li ber xwe dida bidin saz kirin, usa jî dijî lêpokên wan û axa û şêxên Kurdan, ên ku bi hovîtî xebatkarên kurd di nava temgezeriyê da dihiştin, derdiketin.

 

2. Bîr û bawerivên partiyên siyasî yên salên 70 di derheqa Kurdan da 

Me êdî da xuya kirin ku hemû partiyên burjuwa dijî wê yekê bûn ku pirsa Kurdan li ser bingeha dêmokratîk bê safî kirin. Û ew bi idêolojiya milletçîtiya Tirkan ên ku mafên gelên biçûk ên bingehî, herweha yên Kurdan jî, inkar dikirin dihatin serkarî kirin. Her naskirineke mafên gelên biçûk li ber çavê wan wek perçekirina “yekîtiya” neteweyê tirk, wek veqetandinxwazî ku dixwaze Tirkiyê par-parî bike, dihat hesab kirin.

 

Çi ku di derheqa hêzên Tirkiyê yên çep ên pêşverû da dimîne, ew eşkere û bi dizî xwe mukur dihatin ku li Tirkiyê pirsa Kurdan heye.

 

Partiya Sosyalîst a Tirkiyê ya Karkeran (PSTK) heyetiya Kurdan û pirsa Kurdan li welêt nas ne dikirin. Bemama wê (214, 25.6.1974) ku di havîna 1974 da hat qebûl kirin, ew pirs tenê wek pirsa aborî, ne ya millî û etnîkî, nas dikir û hesab dikir. Anegorî bemama PSTP, bineciyên Anatolya Rohilatê di nava rewşa aborî ya herî giran da ne û loma jî pêwîst e rewşa wan bidin xweş kirin. Partiyê li ser

 

wê bîr û baweriyê bû ku tenê gava ku li welêt dêmokrasî bi ser keve, ji zêrandinê bên parastin, dikarin bigihîjin wê yekê. PSTP li ser a xwe’sekinîbû ku qederê hemwetalên Anatolya Rohilatê û navçeyên mayîn divê ji qederê temamiya gelê Tirkiyê neyê birîn. Loma ew dijî wê yekê derdiket ku guh bidin hinek navçan, lê hinekan jî bavêjin pişt guhê xwe, û ew yek tevrabûna dêmokratîk dide s is t kirin û dubendî-dutîretiyê dixe nava xebatkaran. PSTP dixwest ku pirs ne ku bi saya xweşkirina rewşa çend navçan bihata safî kirin, lê ku sinifa karker, gundiyên sexîr û hemû xebatkarên Tirkiyê bi hev ra tam bi aborî û siyasî pêş va herin. PSTP di derheqa wê yekê da îlan kir ku ewê jî qedrê dîn-ol, ziman û milletiya her neteweyekî bigre û ewê şerkariyê bona yekîtî û hevkariya gel bike, ji bo navê çêkirina mexlûqetiya nuh, a ku ji wî gelî ra bextewarî bîne. Lê tevî vê yekê, PSTP di nava Bemama xwe da hîç tiştekî konkrêt di derheqa safîkirina pirsa Kurdan da ne gotibû.

 

Ji bemamê eşkere xuya dibû ku PSTP dewsa gotinên “Kurd” û “Kurdistan” gotina “Bineciyên Anatolya Rohilatê” bi kar anîye. Xuyaye ku wê usa kiriye ku xwe ji zordestiyên dîwana Tirkiyê biparêze. Lê dîsa jî berbirêbûna usa bi dilê nasyonalîstên tirk bû, işaret dida hêzên Kurdan ên pêşverû ku bêy wan ewê pirsdanînên “çêkirina mexlûqetiya nuh” ku di derheqa wê da bemama PSTP dihat gotin zor bibûna.

 

Partiya lêgal a mayîn a çep Partiya Tirkiyê ya Karkeran bû, ku biryarên kongreya xwe ya 4an ên qebûlkirî pûç hesab kirin û ji tebiya xwe ya ra s t di hindava pirsa Kurdan da paş da sekinî. Ewha, serokatiya PTK namek (Bersîva gunehkariyê) ji mehkema destûrî ra şand û tê da dihat gotin : “Eger bi rastiyê keve, Partiya Tirkiyê ya Karkeran tucar bona bajariyên bi eslê xwe va kurd de’wa mafan an jî statuya milletê biçûn ne kiriye, lê tenê de’w kiriye ku dev ji kirinên dijî destûrê ku di hindava Kurdan da tên pêk anîn bikişînin” (222, 1976, No 1, r. 43). Ev işareta eşkere eksî wê biryara kongreya PTK ya 4an di derheqa pirsa Kurdan da bû. Ew di bemama PTK da, ku di sala 1975 da hatibû qebûl kirin, hatibû nivîsîn.

 

Bernama nuh a Partiya Tirkiyê ya Karkeran di derheqa pirsa Kurdan û milletên biçûk da xwe di bêdengiyê da danîbû. Tê da tenê dihat gotin ku PTK ewê şerkariyê dijî siyaseta rasîzm û şovînîzmê ku li welêt dihat miaser kirin bike (61, r. 42). Rast e, di Qanûnnama PTK da dihat gotin ku her bajarvanek, ji çi milletî, ji çi dînî be û bi çi zimanî bipeyive, dikare bikeve nava cêrgên partiyê, eger qanûnname Û bemama partiyê qebûl bike (61, r. 61).

 

Dijwar e ku em şirove bikin ji bo PTK ji tebiya xwe ya rast di hindava pirsa Kurdan da paş da sekinî. Dibe ku serokatiya wê ne xwestibe culet û turuş bike, ji ber ku dibe ku partiya wê bihata qedexe kirin. Bêy sebebên objêktîf û subjêktîf ku bûne behana wê siyaseta durû, tebiya bi wî awayî di nava komên Tirkiyê yên pêşverû da rêaksyoneke ne baş pêş da anî. Ji sedî sed êdî fehmdarî bû ku siyaseta usa ewê hukm û tesîra PTK di nava Kurdên welêt da neda xurt kirin. ew jî çaxa ku wan dixwest ku rêxistinên Kurdan ên siyasî piştgiriya wan bikin. Em li jêr li kar û barên partiyên Kurdan ên siyasî ku wan deman kar dikir binihêrin. Rêxistina herî bi nav û deng ew Partiya Dêmokrat a Kurdistana Tirkiyê bû (PDKT).

 

Em çend miqaleyên bemama wê ku di sala 1974 da hatiye qebûl kirin bibînin (binihêre 68) : Tevgera Tirkiyê ya Sosyalîst – di nava bemamê da dihat gotin – di şertên hinek aza da, ku bi destûra sala 1961 hatine îlan kirin, pêş da diçû û bi hêz dibû. Wê li ser rewşenbîrên kurd û xebatkaran hukmekî mezin hiştiye û wê alîkarî kir ku bîrbaweriyên sosyalîst di nava rewşenbîr û xebatkarên kurd da bên belav kirin.

 

Gelê me, di bernamê da dihate gotin, ku bi dersên şerkariya millî-azadariyê yên berê û bi pratîka şoreşgeriyê ya cihanê ku pê hatiye hîn kirin – fêr kirin, hatiye ser wê baweriyê ku bona serketina di şerrê dijî zordestên faşîst da, bona qerarkirina qederê xwe, pratîkeke usa ku bi idêolojiya prolêtarya va bê çekdar kirin pêwîst e, û divê xwediyê dîssîplîna pola be. Û loma jî wî rêxistina xwe, Partiya Dêmokrat a Kurdistana Tirkiyê, damezrand.

 

Armanca PDKT ew e ku ji bona gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê “mafê bi xwe qerarkirina qederê xwe” bi dest bixîne. Ew li ser wê bîr û baweriyê ye ku bi riya şoreşa millî- dêmokratîk dikarin bigihîjin wê armanê, bi şerkariya gelî bi ser bikevin; loma jî wê biryar kir ku hêzên berxwedayînê yên çekdar saz bike (miqal 2).

 

PDKT ku ordiya gel saz kir, di nava dema şerkariya demdirêj da diviya navçeyên Kurdan ji hêzên Tirkiyê yên çekdar bida paqij kirin Û li Kurdistana Tirkiyê dîwana gelî-dêmokratîk bide saz kirin. Bona wê yekê ku bixwe biryar bistîne, ewê pêşeniya dijî empêryalîzmê, dijî faşîzmê, ku gelek kesên millet û hemû hêzên dêmokratîk ên niştimanperwer bikevin navê, saz bike.

 

PDKT ku şerrê çekdarî wek riya safîkirina pirsa millî wek riya tek-tenê hesiband, bangî rêxistinên Tirkiyê yên şoreşgeriyê yên prolêtaryayê yên ku bi ulmê Marksîzm- Lênînîzmê dihatin serkap kirin ku bibin yek, “bona dema ku ferzend hebe, ew dijî lêpokên empêryalîzmê şerr bikin … dijî hukumdaran derkevin”, lê usa jî bi hev ra kar bikin bona sazkirina pêşeniya yekîtiya ku bikaribe xwe-biryarstendina millî nas bike.

 

PDKT hêza gelê kurd a bingehî gundî dihesiband û loma jî ew di nava karên xwe da hêviya xwe datanî ser gundiyên Kurdistanê, lê di hêlekê da jî bi idêolojiya civaka karkeran va dihat serkarî kirin.

 

Di dema şervaniyê da, gundîtî divê bibûya hevalbenda civaka karkeran. Yekîtiya karker û gundiyên Kurdistanê diviya ji aliyê nûnerên rewşenbîr, xwendekar, karmend, senetkarên ku bernama PDKT nas dikir bihata parastin û hêjayî piştgiriyê bibûya (miqal 4).

 

PDKT bona testîqkirina karê yekîtiyê tevî wan rêxistinên siyasî yên şoreşgeriyê yên ku eşkere heyetiya gelê kurd nas dikir pêş da dihat. Usa jî wê piştgiriya mafên wan ên gelî û dêmokratîk dikir.

 

PDKT dijminê herî mezin ê hemû gelên ku bona azadariya millî şerr dikin empêryalîzmê dihesibîne; ev empêryalîzma ku bi girêdana peymanên siyasî û eskerî yên cihê-cihê tevî hukûmeta Tirkiyê, ku bona kara burjuwaziya eskerî ya mezin pêş da tê û ku her dem cedandiye ku şerkariya gelên Tirkiyê ya bi heq bihincirîne (miqal 8).

 

Şerkariya PDKT li ser netirsandina biratî û wekhevtiyê ya gelên tirk û kurd di şertên bijartina wekhevtiya tam da, di sînorên Komara Tirkiyê ya necihêbûyî da hîm dibû (miqal 3).

 

Tixûbên Kurdistana Tirkiyê diviyan anegorî faktorên etnîkî, erndîgarî, aborî û dîrokî bihatana testîq kirin (miqal 7).

 

PDKT îlan kiriye ku ewê pevgirêdanên dostiyê û hevrakarkirina tevayî bi wan hemû welatên azayiyê yên pêşverû, rêxistin û gelên ku têkoşîna gelê kurd a bi heq diparêzin ra testîq bike (miqal 28).

 

Bi tomerî hildayî, ev xalên bemamê şehadet dida ku PDKT bona gihîştina armanca xwe ya sereke – testîqkirina dîwana gelî ya dêmokratîk – niyet danîbû ku li pêşiyê hêviya xwe deyne ser yekîtiya karker û gundiyan, hêzên çekdar ên liberxwedayînê ku nemaze ji gundiyan bûn, yên ku ewê bikaribûna bere-bere Kurdistanê ji hizûra Tirkiyê û Tirkan bidin paqij kirin.

 

Lê, PDKT ku bi dizî kar dikir, hukmê xwe di nava gelê kurd da ewqas pirr jî ne dabû belav kirin, hêzên wê jî li Kurdistana Tirkiyê pir zor nîn bûn ku bikaribe bi xwe pirsdanîna xwe safî bike, ango maf bi destxîne ku gelê kurd bi xwe li ser qederê xwe biryar bistîne. Bi tomerî hildayî, PDKT di têkoşîna Kurdan da riya rastê girtibû. Em bêjin ku hemû nûnerên mexlûqetiya Kurdan di cêrgên partiyê da hebûn : derebeg, burjuwaiya bazirganî, rewşenbîr, gundî, karker. Hukmê wan xwezma li Başûrê Kurdistana Tirkiyê, nêzîkî tixûbên Sûriye û Iraqê, pirr bû.

 

PDKT di nava karkirina xwe da mulayim bû û pevgirêdanên wê yên xurt tevî Partiya Dêmokratîk a Kurdistanê (PDK) hebûn. PDKT alîkariya wê dikir, bi riya tixûbê Sûriyê çek digihandin wê (254, 1980, No 318, r. 9).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev