Bila agirê Rêfêrênduma Serxwebûnê her geș be!

Bila agirê Rêfêrênduma Serxwebûnê her geș be!

Dr. Îbrahîm Mehmûd

Bang li her kurdekî dilsozê netew û welatê xwe; her kurdekî ku baweriyê biserxwebȗna Kurdistanê tîne, ku hersal roja 25.09. (îlonê) weke roja danîna kevirê bingehîn yê dewleta kurdî jibîr nekê, pîroz bike ȗ bi der-dora xwe li her cihê ku lê dijî bide nasîn ȗ pê serbilind be!

Pirsiyar dikare were kirinê, ҫima?

Bêgoman bersiva vê pirsa giring a ku gelek aliyên wê yên dîrokî, siyasî, civakî, netewyî ȗ navneteweyî hene; dixwazim bi kurtî di ҫend xalên jêrîn de bidim, bi hêviya bi bîrxistina salvegera vê bȗyera yekemîn ȗ herî giring di dîroka xebata rizgarîxwaz a gelê me de:

1- Cara yekem di dîroka kurdan de, rêveberiya parҫekî Kurdistanê (Bașȗr) bi serokatiya pêșmerge Mesud Barzanî bi zanebȗn, serbixwe ȗ vîneke pola, bi milyonan bi șêweykî azadî, dêmoqratî, șaristanî ȗ bi cejin berê xwe dane sindoqên dengdanê li ser pirsa Serxwebȗn ȗ avakirina dewleta neteweyî!

2- Encama dengdanê di wê cejna neteweyî de, a ku bi saya pêșketina mêdiya serdemê, cîhan hemȗ bȗ șahidê ku Rȗniștvanên Kurdistanê zêdetir ji 92 % bi azadî dengê xwe dane serxwebȗn ȗ rizgariya gelê kurd ji bin destên dagîrkeran!

3- Vê bȗyerê ȗ encamên wê tirseke mezin xiste dilê neyaran ȗ careke din hovîtî, neheqî, ҫavsorî ȗ nașaristanîya dewletên dagîrkerên Kurdistanê ȗ rêvebirên wan, ji dunyayê re eșkere kir! Em hemȗ dizanin, bê dujminan ji her ҫar aliyan ve bi ҫi hovîtiyê hewil dan ȗ hîn jî didin da ku vîna gelê kurd ȗ dengdana wî pȗҫ bikin!!

4- Dengdana kurdan ji bo serxwebȗnê ȗ bersiva dujminan a hovane, careke din tegez (îsbat) kir, ku jiyana biratî, aștî, wekhevî ȗ dostane di nav wan dewletan de, nayê pêkanînê!

5- Dengdan ȗ encamên wê bȗne belgename ȗ dokȗmênteke pirr giring ji bo pêșeroja avakirina dewleteke neteweyî ȗ tu hêz nikare wî dengî winda bike.

6- Proseya rapirsînê, tevî nakokiyên navxweyî ȗ dijayetiya hin aliyên Kurdistanî (beșekî YNK, Goran ȗ Komela Îslamî) da zanîn, ku pirraniya gelê Kurd ji bo mafê serxwebȗnê yekdeng e ȗ avakirina dewleteke neteweyî êdî nema xewn e!

7- Rapirsîn ȗ dengdana kurdan ji bo jiyaneke serbixwe îro bȗye hêza bingehîn a pêșdeҫȗn, serketin ȗ rêzlêgirtin li serokatiya herêma bașȗrê welat li navҫeyê ȗ cîhanê jî! Tenê ji bo nemȗne; Pêwendiyên navnetewyî, mezinbȗna rola herêma Kurdistanê ȗ pêșwaziya germ ȗ dostane li serokên Kurdistana Bașȗr li gelek welatan, vê rastiyê dide zanîn!

8- Rapirsîna serxwebȗnê a 25,09,2017 li bașȗrê welatê me, dikarim bêtirs bêjim, ku zêdetirî 90% hemȗ kurdên cîhanê li hev civandin; cara yekem bȗ di xebata rizgariya me de, ku hewqas ҫalakiyên hevbeș di nav Kurdan de bi dilxweșî ȗ serketin têne li darxistinê!

9- Rapirsîna kurdan ji bo serxwebȗnê careke din da zanîn, ku parêzer ȗ piștgirên rast ȗ dilsoz yên mafê gelan kêmin; tenê perjewendiyên neteweyî ȗ navnetewyî di rojevê de ne ȗ cihê danȗstandinê ne!

Di dawiyê de, pêwîst e bê gotinê, ku baca rapirsînê jî mezin bȗ; dujminê kurd ȗ Kurdistanê (bi taybetî rêjîma Îranê ȗ hevalbendên wê yên Îraqî) ji mêj ve pîlan ȗ dafik jibo dagirkirina herêma bașȗr amade kiribȗn. Wan proseya Rapirsînê ji xwe re kiribȗn bihane ȗ hincet ȗ weke derfetekî zêrîn bi kar anîn ȗ êrîșên mezin ȗ dijwar anîn ser xaka Kurdistanê… Sed car mixabin, li vir gerekê bê gotinê, ku dîsan xwefiroș ȗ xayînên netewa xwe (taximê herdu birazayên Talebanî: Araz û Lahorê Șêx Cengî) di 16. Cotmeha 2017 an de, serê xwe hildan ȗ ji bo berjewendiyên malbatî ȗ navҫeyî bȗne destek ȗ alîkar ji bo bicihanîna pîlanê dagîrkirina axa Kurdistana azad; ȗ di rastiyê de jî, bajarê Kerkukê ȗ 50% ji navҫeyên Kurdistanî ketin bin destê Hukumeta Bexdayê! Bêgoman di derheqa bȗyera xiyaneta 16ê Oktoberê de, pêwîst e gelek lêkolîn werin kirinê… Heger ew bȗyera dilșewat ȗ bêbext rȗ nedaba, wê rewșa Gelê Kurd ȗ Kurdistanê roja îro bi șêweyekî gelekî baștir baye!! Lê di derheqa vê bȗyerê de pêwîst e bi kurtî be jî, ez bêjim: heger ne zanebȗn, dilsozî, hișiyarî ȗ xemxwariya Rêzdar Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ba, wê șerê birakujiyê û wêraniya hemû kurdan destpê kiriba û pîlanên dujminan jî bi cih dibûn!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev