KURD: GELEKÎ XAPANDÎ YÎ XAPÎNOK

KURD: GELEKÎ XAPANDÎ YÎ XAPÎNOK

Ya bi xêr!

Husên Duzen

 

Doh nameyek ji Hevseroka PENa Kurd Eslîxan Yıldırım gihişt min ku tê de mizgîniyekê dide me:

“Nivîskarê Kurd Bûrhan Sonmez bû serokê PENa Navnetewî, ser xêrê be, em bi dil û can wî pîroz dikin. Hem wek PENa Kurd û hem wek milletê Kurd em pê serbilindin, em gelekî spas dikin. Di qada navnetewî û axilbe di qada rewşenbîrîyê de ev serkeftineke hêja ye, em hêvî dikin ev serkeftin di her qadê de berdewam bikin.“

Bûrhan Sonmez, kurdekî ji navҫeya Haymanayê ya Enqerê ye. Bi tirkî hin helbest û pênc roman nivîsîne. Jê pê ve helbestên William Blake wergerandine Tirkî. Nivîsên wî di rojnameyên cihêreng de belavbûne. Sonmez xwedî hin xelatên wêjeyê ye.

Ez him birêz Bûrhan Sonmez, hem jî kurdan pîroz dikim ku dîsa nûnerekî xwe yî tirkenivîs derxistin pêşber raya giştî. Bi vê kirina xwe PENa kurd jî nîşanî me da ku kurd ne tenê di dîrokê de hatine xapandin, lê ew xapînok in jî. Hûnê bibêjin ҫima? Ka bila bersîva vê pirsyarê bimîne piştî ҫend agahdariyên li ser PENa navnetewî.

Dema ku di sala 1921 de PEN wek rêxitina nivîskaran li Engilîstanê hate damezirandin ramana avahiyên di ser dewletan re hîn nuh bû. Şerê cîhanê yê yekemîn taze qediyabû. Gelek xirbe û ramanên şovenist û totaliter li pey xwe hiştibûn. Lewra hîngê hin sedemên ku PEN li dij bû û hin jî ku dixwest bidest bixe hebûn. Sedemên ku li dij bû şer, komkujiya gelan, neteweperestiya şovenî û neyartiya nijadan bûn, sedemên ku hîngê dihatin xwestin azadiya peyvê, xweşbînî û nirxên din yên bingehîn ên demokrasiyê bûn. Ramana PENê ya bingehîn ew bû ku bi riya wêjeyê bandor li ser siyasetê jî bê kirin û mirovatî di ser sînoran re bi riya wêjeyê dîsa ber bi hev de bê. Diviyabû li her welatekî PENa nivîskarên ku bi zimanê wî welatî dinivîsînin bê damezerandin. Lê diviyabû ku ew wêje di ser sînoran re bê derbas kirin û ji bo berbihevanîna gelan roleke erênî bilîze. Merov dikare bibêje ku „Yekitiya Neteweyên Yekbûyî“ ya nivîskaran bû.

Navendên PENê ne yên dewletan û ne jî yên erdnîgariyan in. PEN di destpêkê de jî wek rêxistina nivîskaran, rêxistina zimanan bû, lê bi “Exil-PEN”a Almanan li derveyî Almanya PENa yekemîn a ku ne bi dewletekê ve lê tenê bi zimanekî û wêjeyekê ve girêdayî bû hat damezirandin. Piştî ku Hitler hatibû ser desthilatdariyê PENa Almanya wek karekî xwe î yekemîn telgrafek jê re şandibû ku ew bi wî û siyaseta wî re ne. Ev helwest bû sedema ku PENa Almanya hate avêtin û piştre PENeke nivîskarên alman li derveyî welêt hat ava kirin û piştî ku şerê cîhanê bi dawî hat jî PENa Almanyaya ji nû ve li Almanya´ya ji Faşizmê azadbûyî hat damezirandin. Armanca avakirina navendên PENê yên zimanên cihê ew e ku her gel bi riya zimanê xwe çanda mirovahiyê bi tevahî bipêşde bibe û li dijî şer, şovenizmê û dijminahiya gelên din derkeve.

Wek ku ji van xalan jî diyar dibe rewşa Kurdan û ya ziman û wêjeya wan ji ya hemû gelên din bêtir pêdivî bi pêkanîna van xalên li jor heye.

Bi salan PENa kurd nivîskarekî din î tirkînivîs wek damezinerê xwe derdixist pêş û wêneyê wî mîna sembol di malpera xwe de belav dikir. Piştî gotûbêjeke dorfireh ew wêneyê Hüseyin Erdem ji malpera PENa kurd hat rakirin.

Gelo ev îsrara ku kurd di dezgehên xwe yî siyasî yî din de jî her Tirkan derdixin pêş û PENa wan jî rêbazeke bingehîn î PENa navnetawî nade ber ҫav û li gel ku PEN rêxistinên zimanan ne ên welat û dewletan e jî, ew her tirkînivîsan wek nûner û sembolên xwe derdixe pêş?

Bi min wisa tê ku bersîva vê pirsyarê di nedewletbûna kurdan de ye; bê ji bo ҫi nebûbin dewlet, ji bo wê yekê jî nûnerên xwe ji Tirkan an Tirkînivîsan heldibijêrin.

Ya bi xêr!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev