Navê Hevrîna Xelef li meydaneke sereke ya Fransayê hat kirin

Navê Hevrîna Xelef li meydaneke sereke ya Fransayê hat kirin

Serokatiya Şaredariya bajarê Lyonê biryareke dîrokî derxist

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Şaredariya bajarê Lyonê li Fransayê, navê Hevrîna Xelef li meydanekê kir.

Di merasîma navlêkirinê de, broşurên danasîna siyasetmedara Kurd Hevrîna Xelef ku di êrişa çekdarên ser bi Tirkiyê ve de jiyana xwe ji dest dabû, li mêvanan hatin belavkirin.

Kesayetiyên naskirî yên Fransî jî beşdarî merasîmê bûn û êdî yek ji meydanên sereke û naskirî li bajarê Lyonê bi navê Hevrîna Xelef e.

Siyasetmedara Kurd bi awayekî hovane hat qetilkirin

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîna Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat.

Hevrîna Xelef ku bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan û komkirina grûpên ciyawaz ên Sûrî di bin sîwanekê de dihat naskiriin, bi awayekî hovane hat qetilkirin û li gor rapora otopsiyê, berî ku bê qetilkirin, Hevrîna Xelef ji aliyê wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi tundî hat îşkencekirin, bi erdê re hat kaşkirin û lingê wê hat şikandin.

Hevrîna Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşerojê hatibû damezirandin û Hevrîna Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.

Qetilkirina siyasetmedar Hevrîna Xelef di demekê de bû ku Tirkiyê êrişeke berfirfeh bi ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest danî ser bajarên Serê Kanî û Girê Spî û ev yek jî jibilî kuştina xelkê sivîl û talankirina mal û milkê wan, bû sedema koçberbûna bi sed hezaran Kurdan.

Çekdarên Ehrar El Şerqiye, ku grûpeke opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve ye, bi qetilkirina Hevrîna Xelef tê naskirin.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê jî ragihandibû ku çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiye, “kuştin, revandin, îşkence û destbiserdegirtina mal û milk jî di nav de, taybetî jî li dijî Kurdên Sûriyê, gelek tawan kirin” û her bi wê sedemê ceza bi ser wê grûpê de sepandibû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev