
Berhemeke navzêrîn ji LÎSê
Bavê Nazê, di vê novela xwe de, ji şer û têkoşîna pêşmerge bi rê dikeve, tê ser trajediya mezin, ya çekên kîmyewî, ya bajarê ku hê jî bêhna sêvên şewitî tê, Helebçe.
Pê re jî, çarenûsa du jinan; jina Kurd Jîyan û jina Fileh Canê di vê trajediyê de digihîne hev û berê me dide fermana mirina her cureyî ku; aliyek ji ber neteweya xwe, aliyê din ji ber dîn û ayîna xwe tê kuştin.
Û em digel vê trajediyê, dikevin nav bindestiya jinan ku li alî Kurdan ji ber namûsê ye, li alî filehan ji ber heramiya dînî ye.
Û em digel vegêrana Bavê Nazê dikevin nav êşên li hev hatî parvekirin û didin dû evîn û hezkirinên ku di bin êş û trajediyan de mane û dengê janê ji wan diçe.
Riataza