Li Rûsyayê kujerê sê endamên malbata Kurd hat desteserkirin

Li Rûsyayê kujerê sê endamên malbata Kurd hat desteserkirin

Li gundê Velçansko yê ser bi parêzgeha Voronej a Rûsyayê, êrîşî malbateke Kurd hat kirin û dayîk û kur û neviyê wê hatin kuştin. Kesê ku êrîşî wan kir, welatiyekî Rûs ê nişteciyê wî gundî ye û gefa qirkirina hemû Kurdên li gund xwariye. Dema lêgerîna hêzên ewlehiyê ya Rûsyayê, tawanbarê kuştina malbata Kurd rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye, ji ber vê yekê tawanbar piştî birîndarkirinê, hat desteserkirin.

Şeva 16ê Îlona 2021ê li gundê Velçansko yê ser bi parêzgeha Voronej a Rûsyayê, dayîkek, kur û neviyê wê, li mala xwe bi awayekî hovane hatin kuştin.

Werdê, dayîka ku di bûyerê de kurê wê yê 5 salî û diya wê û birayê wê bûne qurbanî, ji K24ê re ragihand; bûka wan bi telefonê pêwendî pê re kirine û jê re gotine ku dayîka wê hatiye kuştin, dema Werdê gihîştiye malê, dîtiye ku dayîka wê û kurê wê û birayekî wê di nav xwînê de ne.

Du roj piştî kuştina sê endamên malbata Kurd, Vîktor Mîrskov yê 54 salî, ku nişteciyê heman gundî ye, bi tohmeta kuştina Gulistanê, Nadir û Ezîz hat destesekirin, ku di dema operasyona desteserkirinê de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye û hatiye birîndarkirin.

Xwedêda, ku endamê malbata Kurd e û kurê Gulistan e, dibêje; beriya niha ti pirsgirêka wan bi kesekî re tunebû û ew nizane kujer tiştekî wisa kiriye.

Kurdistan24 pêwendî bi Komîteya Lêkolînê ya Voronejê kir, lê ew amade nebûn li ser bûyerê biaxivin. Niha kesûkarên malbata Kurd li benda encamên lêkolînê ne.

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/54844-Li-R%C3%BBsyay%C3%AA-kujer%C3%AA-s%C3%AA-endam%C3%AAn-malbata-Kurd-hat-desteserkirin?fbclid=IwAR3tz5aGSTFqKe5erRlSr0GuLDQMTJfVk0nNxaSn8KsNvr6VbD1Tyc5IRt4

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *