Pirsa we û bersiva me – 191

Pirsa we û bersiva me – 191

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke Eylazê Kakê alîkarî ji zimanzan Bawer Agirî xwest. Birêz Bawer Agirî bersiveke gorî qanûnên zimanê kurmancî da.

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Eylazê Kakê û bersiva birêz Bawer Agirî lezetê bibînin.

 

Pirsa Pakîzera Çargurçk û bersîva Bawer Agirî

 

Pirs: – Gelo tu dikarî ji xwendevanên me ra behsa beşeke zimannasîya me: ”Di Kurdî de Gerguhêzî û Negerguhêzî”yê bikî?

 

Bersiv: Di jîyana zimanê devkî da bi gelemperî pirsgirêka gerguhêzî û nehegerguhêzîyê dernakeve. Gava ku mirov diaxivin, baldar nabin ka ew lêkereke gerguhêz bi kar tînin yan lêkereke negerguhêz. Jixwe hewce nake mirov ji bo zimanê devkî her tim baldar bibe. Her kurdê/a ku di zaroktîya xwe da hînî kurdî bûbe, ew pir hêsan dikare bi zimanê devkî  hemû lêkeran bi kar biîne (çi gerguhêz çi negeguhêz). Lê gava ku mijar tê ser zimanê nivîskî rewş diguhere. Ji ber ku zimanê nivîskî mîna kamerayê ye ku her tiştî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Loma jî pêwîst e ku di zimanê nivîskî da haya mirov ji gerguhêzî û negerguhêzîyê hebe. Ji bo mirov bikare kurdîyeke rast û baş binivîse. Di vê nivîsa xwe da em ê li ser mijara gerguhêzî û negerguhêzîyê bisekinin.

Heke em bi awayekî hêsan bibêjin, di hevokekê da heke lêkerek bireserê hilde ew lêker gerguhêz e, heke bireserê hilnede ew lêker negerguhêz e. Ji ber ku kurdî zimanekî nîv-ergatîv e, kişandina lêkeran li gorî deman diguhere. Di dema niha û dema bê da lêkerên gerguhêz li gorî kirdeyê tên kişandin, di demên borî da  li gorî bireserê tên kişandin. Lê belê lêkerên negerguhêz di hemû deman da li gorî kirdeyê tên kişandin.

Peyv di nava hevokê da heke di dema niha û dema bê da kirde be xwerû dimîne, bireser jî ditewe. Di demên borî da bervajî vê yekê çêdibe. Yanî kirde ditewe, bireser xwerû dimîne. Ji bo peydakirina lêkera gerguhêz pirsa ‘’çi (ji bo tiştan’’, ji bo peydakirina lêkera negerguhêz jî pirsa ‘’kî/kê (ji bo kesan)’’ ji pêveberê tê kirin. Heke bersiv ji kirdeyê cudatir be, ew lêker gerguhêz e, heke bersiv li kirdeyê vegere, ew lêker negerguhêz e. Ji bo mijar baştir were fêmkirin divê em pêşî kirdepêveber û bireserê hîn bibin. Bi gotineke din, divê em di hevokê da kirde, pêveber û bireserê nas bikin da ku karê me hêsantir bibe.

Kirde

Ji kes yan jî tiştê ku di hevokê da kar, bûyer û rewşekê pêk tîne ra kirde tê gotin. Kirde di heman demê da biker e jî. Yanî yê/ya ku kar dike. Ji bo dîtina kirdeyê pirsên wekî ‘’kî/kê’’ ji bo kesan, pirsa ‘’çi’’ ji bo tiştan ji pêvberê tên kirin. Mînak: Robîn avê vedixwe. Kî avê vedixwe? Robîn. Nexwe kirdeya vê hevokê Robîn eHesp silqê dixwe. Çi silqê dixwe? Hesp. Wê demê kirdeya vê hevokê jî hesp e.

Pêveber

Di hevokê da hêmana ku karekî, tevgerekê, bûyer û rewşekê nîşan dide pêveber e.
Pêveber, ji ber ku peywirên girîng di hevokê da bi cih tîne, wekî hêmana herî girîng hatîye dîyarkirin. Ji ber ku hemû dem bi pêveberê tên avakirin û karê ku tê kirin nîşan dide. Divê em ji bîr nekin  ku hevok bê pêveberê ava nabe. Ji bo dîtina hêmanên din, hin pirs ji pêveberê tên kirin. Kilîta  bidestxistina hêmanên din di destê pêveberê da ye. (Ornek, 218, r.37) Pêveber bi du awayan derdikevin pêşberî mirov: Yek li gorî dem û kesan tê kişandin, yek jî bi lêkera alîkar di hevokên navdêrî da.

Mînak bo dem û kesan: Ew ketibû hundir, mêvan bi kêf û dîlanê direqisîn…
Mînak bo hevokên navdêrî: Ez mamoste me, tu gulfiroş î, ew aşpêj e…

Bireser

Di hevokê da ji hêmana ku di bin bandora kar û tevgera pêveberê da dimîne ra bireser tê gotin. Yan jî dikare were gotin ku karê ku tê kirin li ser bireserê diqewime. Bireser di hevoka gerguhêz da heye. Di hevokê da ji bo dîtina bireserê pirsên wekî ‘’kî/kê û çi’’ ji pêvberê tên kirin. Mînak: Nevîn duçerxeyê diajo. Em bixwazin em dikarin bi sê awayan biresera vê hevokê peyda bikin. Ya yekemîn em pirsa Nevîn çi diajo? ji pêvberê bikin, bersiv dê bibe duçerxeyê. Nexwe bireser duçerxe ye. Ji bo peydakirina bireserê, ev rêbaz ya herî hêsan e. Ya duyemîn jî kî çi diajo? Bersiv: Nevîn duçerxeyê diajo. Di vê rêbazê da hem pirsa kirdeyê hem jî pirsa bireserê tê kirin. Di vê rêbazê da dibe ku serê mirov tevlihev bibe. Ya sêyemîn jî Ew çi diajo? Bersiv: Duçerxeyê. Di vê rêbazê da di şûna nav da cînavk hatîye bikaranîn.

Piştî ku me kirde, pêveber û bireser pênase kirin, em niha dikarin derbasî mijarên gerhuhêzî û negerguhêzîyê bibin.

Mînak ji bo lêkerên gerguhêz

Lêker: birin

Sozdar pirtûkê dibe.

Di hevoka Sozdar pirtûkê dibe. da em pirsa Sozdar çi dibe? ji pêveberê bikin, bersiv dê bibe Pirtûkê dibe. Her wekî dixuye bersiv ji kirdeyê cudatir e. Ji ber vê yekê lêkera birin lêkereke gerguhêz e. Divê neyê jibîrkirin ku di dema niha û dema bê da, di hevokên bi lêkerên gerguhêz da lêker li gorî kirdeyê tê kişandin. Her wekî di mînakê da jî dixuye kirde xwerû, bireser tewîyaye.

Em dikarin lêkera gerguhêz bi kurtî wiha jî peyda bikin;

Pirs:

Sozdar çi dibe?

Bersiv:

Pirtûkê dibe.

Me li jorê hevoka Sozdar pirtûkê dibe. li gorî dema niha bi kar anî. Em niha jî vê hevokê bikin forma dema borîya têdayî. Sozdarê pirtûk bir.

Pirs:

Sozdarê çi bir?

Bersiv:

Pirtûk bir.

Di vê demê da lêkera gerguhêz dîsa birin e. Kirde Sozdar e û bireser jî pirtûk e. Ji ber ku ev, dema borîya têdayî ye, li gorî qayîdeyê kirde tewandî, bireser xwerû maye. Heke bireser pirjimar bûya, me yê hevok wiha çêkira: Sozdarê pirtûk birin. Di demên borî da lêker li gorî bireserê tên kişandin. Em dikarin çend mînakên din hem ji bo dema niha û hem jî ji bo dema borîya têdayî bidin.

Dema niha

Robîn erebeyê diajo.

Pirs:

Robîn çi diajo?

Bersiv:

Erebeyê diajo.

Dema borîya têdayî

Robînî erebe ajot.

Pirs:

Robînî çi ajot?

Bersiv:

Erebe ajot.

Mînak ji bo lêkerên negerguhêz

Hevokên negerguhêz ji yên gerguhêz hêsantir in. Ji ber ku di hevokên negerguhêz da bireser tune û lêker jî negerguhêz in. Ji ber ku di lêkerên negerguhêz da bireser tune, em nikarin pirsa çi ji pêvberê bikin. Heke em bipirsin jî bersiv dîsa dê li kirdeyê vegere. Li gorî qayîdeyê heke bersiv li kirdeyê vegere, ew lêker negerguhêz e.

Mînak ji bo dema niha

Lêker: meşîn

Rozerîn dimeşe.

Pirs:

Kî dimeşe?

Bersiv:

Rozerîn.

Her wekî di mînakê da jî dixuye bersiv li kirdeyê vegerîyaye. Loma jî lêkera meşîn lêkereke negerguhêz e. Em pirsa çi jî ji pêvberê bikin, bersiv dîsa heman e.

Mînak ji bo dema borîya têdayî

Rozerîn meşîya.

Pirs:

Kî meşîya?

Bersiv:

Rozerîn.

Di vê mînaka dema borîya têdayî da jî pirsa Kî meşîya? ji pêveberê hatîye kirin. Di hevokên bi lêkerên negerguhêz da, di hemû deman da pirsa Kî? ji pêvberê tê kirin. Ji ber ku biresera hevoka negerguhêz tune ye, em cînavka pirsyarî  bi kar tînin. Em vê jî bi bîr bixin ku di hemû deman da, di hevokên bi lêkerên negerguhêz da kirde her tim xwerû dimîne. Ji ber ku biresera lêkerên negerguhêz tune ye, kirde xwerû dimîne. Ji bo fêmkirinê em ji bo dema niha û dema borîya têdayî mînakeke din jî bidin.

Lêker: ketin

Dema niha

Şevîn dikeve avê.

Pirs:

Kî dikeve avê?

Bersiv:

Şevîn.

Dema borîya têdayî

Şevîn ket avê.

Pirs:

Kî ket avê?

Bersiv:

Şevîn.

Ji bo mijara gerguhêzî û negerguhêzîyê hûn dikarin vê vîdyoyê mêze bikin:

 

 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev