Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Îlyas kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabandbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a Êzîdiyan dubare kir ku wek her dem piştevan û berevanîkara bihêz a mafên wan dibe. Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dide ji bo bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî bo Şingal bê avedankirin û koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr û Babe Şêxê Êzîdiyan ji bilî amajedana bi girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê, spasiya Serokê Hikûmetê kirin ji bo dayîna razemendiyê li ser komek projeyên xizmetguzariyê ji navçeyên wan re, ji wan jî, di çarçoveya guhartinên îdarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê de her komelgeh Xankê û Şarya bûn nahiye.

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/54854-Serokwez%C3%AEr%C3%AA-Her%C3%AAma-Kurdistan%C3%AA-p%C3%AA%C5%9Fwaz%C3%AE-li-M%C3%AEr-%C3%BB-Babe-%C5%9E%C3%AAx%C3%AA-%C3%8Azidiyan-kir

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *