
Bêdeng nemînin! Ji bîr nekin “Bêdengî dikuje”
Ronî Stêrk
Li Tirkiyeyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di qonaxa nû ya perwerdehiyê de lîsteya xwe ya têkildarî wezîfedarkirina dersdêran (mamosteyan) belav kiriye. Di lîsteyê de cîh nedaye mamosteyên zimanê kurdî.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji bo zimanê erebî 314, ji bo îngilîzî 857, ji bo almanî 171, ji bo tirkî 698, ji bo fransî 2, ji bo spanyolî 2 û ji bo îtalî, çînî, koreyî, farisî û rusî jî dersdêrek dê were wezîfedarkirin.
Her weha MEBê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî çi dersdêrek peywirdar nekiriye.
Herî dawî di Gulana 2021an de jî tenê 3 mamoste ji bo kurdî wezîfedar kiribûn.
Lê ya kambax ew e ku li “Bakurê Kurdistanê” deng ji partî û saziyên kurdan dernakeve! Deng ji gel dernakeve.
Ev bûyer li welatekî din (li Afrîqayê jî) biqewimiya, niha ew ê herroj bi milyonan kes daketana kolanan, ew ê xwendekar û şagirt dibistanan boykot bikirana, ew ê dê û bav jî zarokên xwe (heta mafê xwe yê perwerdeyê bistendana) neşandana dibistanan. Lê mixabin em bêdeng in.
Kurdino! Bêdeng nemînin! Ji bîr nekin “Bêdengî dikuje” û nehêlin bila zimanê kurdî nemire!
Riataza