Yar û Mirad

Yar û Mirad

Îkram Oguz

Yar û Mirad – I, navê romana Welî Sebrî ya yekemîn e.

Ji nave wê jî xûya dike, ku Yar û Mirad, ji rêzeromanê cilda yekemîn e û dê dumahîka wê jî hebe.

Loma nivîskar vê cîldê wek “Mirin xweş e, bi mêranî û mêrxasîyê!” bi nav kirîye.

Salan berê haya min ji vê xebatê bibû. Hevalê min ê ezîz Welî Sebrî, beşek ji xebata xwe ji min ra şandibû. Piştî xwendinê min wê demê jî nivîsek nivîsîbû, di wê nivîsê da jî bang li hevalê xwe kiribû û jê ra wuha gotibû:

 

Hevalo,
Tu jî baş dizanî…
Jîyan wek xewnek ji xewnên şevên payîzê, kin e!
Wek bayê dere biharê bilez tê û derbas dibe.
Êdî bese, hişyar be ji xewa şêrîn!
Rabe, bike û bilezîne…
Li derê weşanxaneyên Kurdan bixîne…
Bila Yar ji te ra be…
Rê li Miradê me negre û êdî derengî nexîne…“ 

Piştî vê bangawazîyê salan şûnda be jî, Yar û Mirad li Amedê, di nav pirtûkên kurdî da cîhê xwe girt û ji min ra jî wek dîyari hat.

Bi germagerm min ew girt nav destê xwe, bi kelecan dest bi xwendinê kir û di nav çend rojan da qedand…

Ez kîngê pirtûkek bi kurdî hatibe nivîsandin, bixwînim, wek xwendewarek qasî ku bikaribim, di derbarê wê pirtûkê da nêrînên xwe bi kurtî be jî tînim ziman û parve dikim.

Vê yekê ji xwe ra wek deyn dibînim û bi nivîsandina nivîseke kin jî deynê xwe tînim cîh û jê xilas dibim.

Îro jî dor dora Yar û Mirad’a Welî Sebrî ye.

Lê nivîskarê pirtûkê hevalekî merîya yê nêzîk û ji dil be, ji bo nirxandinek bêalî dest û lingên merîya lihev dikeve û karê merîya jî giran dibe.

Kêmasî hebe û bibêjî, derd e…

Nêbêjî û ji xwe ra bihêlî, derdê ser derdan e.

Lê tişta ku min ji vê tengasîyê xilas dike û karê min hêsan dike jî ew e, ku ez di berhemên kurdî da li kêmasîyan bigerim û bibînim jî, di nirxandina xwe da zêde li ser wan nasekinim û dernaxim pêş.

Loma nivîskarê vê pirtûkê Welî Sebrî jî gelek caran daw û doz li min kirîye, ku çima ez di nirxandinên xwe da tenê pesnê berhemên kurdî didim û qala kêmasîyên wan nakim.

Ne tenê ew, hinek heval û hogirên din jî heman rexne li min girtine.

Lê bersiva mina ji wan ra berê çi bûye îro jî ev e:

Bêguman di her kar û xebatê da kêmasî, kêm zêde cîh digrin.

Tew ku ew xebat, xebateka bi zimanê bindest ê li ber mirinê be û tê da kêmasî cîh negre, nabe…

Kêmasî hene û ez jî di hemû xwendinên xwe da qasî serkeftîyan li kêmasîyan digerim û yekoyek jî dibînim.

Lêbelê ji du sedeman ez di nirxandinên xwe da li ser kêmasîyan zêde nasekinim û wan dernaxim pêş.

Ji wan sedeman yek, ez ne rexnegirê edebîyatê me.

Jiber ku, rexnegirî bi tena serê xwe beşek ji edebîyatê ye û pisporîyê dixwaze.

Civaka Kurd da dema qala rexne û rexnegirîyê were kirin, sîyaset û rexneyên sîyasî tê fahmkirin. Jiber ku her kurd sîyasetvan û di heman demê da jî rexnegirê sîyasetê ye.

Mixabin di warê edebîyatê da kesên ku karê rexnegirîyê dikin, hebin jî kêm in. Loma berhemên kurdî jî zêde nayên nirxandin û ji nirxandineka pisporî bêpar dimînin.

Ya duyem jî, ez hemû kar û xebatên ku bi zimanê kurdî tên kirin, hêjayî pesinandinê dibînim.

Jiber ku, îro nivîsandina bi zimanê kurdî kêm, hêjmara xwendewaran jî ji ya nivîskaran kêmtir e. Di rewşek wusa da dilê min rê nade, ku ez bi nirxandina xwe şewqa nivîskaran bêtir kêm, hêjmara xwendewaran jî kêmtir bikim.

Loma di nirxandina Yar û Miradê da jî di ser kêmasîyan ra derbas dibim û bersiva xwe ya ku heta roja îro bi caran ji hevalê xwe ra jî anîbû ziman, bi vê nivîsê ra careke din dîsa dubare dikim.

 

***

Yar û Mirad romanek dîrokî ye û lehengên ku di cilda yekem da cîh digrin ew jî mêr û mêrxasên kurd ên naskirî ne.

Ji wan yek Keremê Qolaxasî, yek jî Silêmanê Ehmed e, ku mêranî û mêrxasîya wan di gelek stranên dengbêjan da cîh girtine û heta roja îro hatine.

Mijar mêranî û mêrxasîya Keremê Qolaxasî û Silêmanê Ehmed be, di wê mijarê da qala Zirkîyan û Hesenîyan neyê kirin, nabe. Welî Sebrî jî di pirtûka xwe da kûr û dirêj qala wan dike.

Mirov dema ku dest pê dike û romanê dixwîne, di destpêkê da xwe li Şûşar û Tekmanê, li zozanên Çîyayê Şahwelat dibîne. Dû ra berê xwe dide Çîyayê Qertewînê û bi Keremê Qolaxasî ra dibe heval. Di demsala payîzê da, di nav çîya û gelîyan da digere, di şikeftên tarî da şev û rojên xwe derbas dike. Di berf û bagerê da ji çîya û zozanan dadikeve xwarê, di ser Çemê Mûradê ra derbas dibe û berê xwe dide gund û bajaran. Piştî rêwîtîyek dûr û dirêj xwe davêje gundê Kêranlixê û di mala Silêmanê Ehmed dibe mêvan. Di wê mêvantîyê da xweşmerî û camêrîya Silêmanê Ehmed bi çavê xwe dibîne. Dibe hevparê êş û kelemên Besra û Asya Xanimê…

Roj tê careke din derdikve serê rê û li pey yar û miradê dilê xwe dikeve…

 

***

Gor xwendewar pirtûka baş ew e, ku di nav rûpelên wê pirtûkê da xwe ya jî parçeyek ji jîyana xwe dibîne.

Min jî di Yar û Miradê da parçeyek ji dîroka kurdan…

Di wê parçeyê dîrokê da mêranî û merxasîya lehengên kurd…

Şûşar û Tekman, bi heybeta xwe ya taybet va Çîyayê Şahwelat…

Di nav zozan û gelîyên wê da û li ber devê kanîyên wê yên zelal û sar da bîranînên xwe yên ji dema zarokatîyê dît.

Lêbelê di wê dîtinê da kêmasîya Çemê Erez bala min kişand, jiber ku mirov qala Şûşar û Tekmanê, qala Çîyayê Şahwelat bike û wan ji xemla Çemê Erez bêpar bihêle, nabe…

Bêguman di Yar û Miradê da hinek kêmasîyên din jî hene, ku ew jî bi rewşa ziman va girêdayî ne.

Jiber ku, ziman bêxwedî û li ber mirinê…

Nivîskarê ziman jî ji şewqa nivîsandinê bêpar û sêwî ne…

Di rewşek wusa da kêmasî jî, dîsa bi xwendin û nivîsandinê kêm dibe…

Loma wek gotina dawîyê dikarim bibêjim, ger ku hûn jî dixwazin bizanibin di romana Welî Sebrî da „Yar“ kî û „Mirad“ jî çi ye, pirtûkê bigrin nav destê xwe û heta ku we yar û miradê xwe tê da dît, bixwînin… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev