HELBESTVANÊ DILSAX

HELBESTVANÊ DILSAX

Prîskê Mihoyî

Rêdaksyona rojnama «Rya teze» li Yêrêvanê rast ocaxa netewî bû – di roja damezirandina xwe da hetanî hilweşbûna Sovîyêtê. Ew rast bûbû oda kurdî. Gelo çiqas rewşenbîrên meye dewra Sovîyêtêye navdar li vê ocaxa çandî kar kirine û dû ra gihîştine çi hêlanên bilind? Em dikarin bêjin: bêhesab! Gelo çiqas xwendevan, gotarvan, lo hela gundîyên sade derê vê ocaxê vekirine û pirsgrêkên xweye şexsî û civakî raber kirine û çûne? Ew jî Xwedê bizanibe! Lê îro gilîyê min li ser tiştekî mayîn e: rêdaksyona rojnama «Rya teze» eynî bûbû hêwirgeha deng û behsan, gilî-gazinan, şêwir û temîyan… û usa jî henek-laqirdîyan!..

Dêmek, li salên 1980-î berevoka wêjeyî ya «Bahara teze» li Yêrêvanê çap dibû. Cilda pêşin bi navê «Bahar» weşîya, lê dû ra bû «Bahara teze». Berpirsyar û amdekarên wê berevok-almanaxê Karlênê Çaçanî, Eskerê Boyîk û Mîkayêlê Reşîd bûn. Ger derew tê tunebe, sala 1984-a bû. Wê demê min li rojnamê kar dikir û wê salê cilda «Bahara teze» ya 3-an dihate amedekirinê. Her ro Mîkayêlê meyî Rêşîd dihate rêdaksyona rojnama «Rya teze» û dewa helbest û serpêhatîyan ji karmendên rojnamê, bi taybetî ji min dikir:

– Kanê efrandinên we, de bidin, da! – hêrs dibû. – Hemû nivîskarên meye dinê efrandinên xwe dane, tenê hûn mane. Divê em vê cildê zû bişînine çapxanê!

Mîkayêlê Reşîd helbestvanekî meyî navdare, xwendina wîye bilinde wêjeyî ya ermenî û rûsî hebû. Ewî bêtir helbestên nazik yanê yên lîrîkî-evînî dinvîsî. Di destpêkê da ewî bi ermenî û rûsî dinvîsî, lê dû ra ew awqas baş fêrî zimanê dê bû û diefirand, ku me gencan havêjîya xwe wî danî. Ew mirovekî gelekî heyf, berbihêr û dilê xweyî sax bû. Tiştê «bi fen û ken» nizanibû, ji ber ku di nava civaka gund da mezin ne bûbû. Ew li bajarê Tbîlîsîyê mezin bûbû, Yêrêvanê û Moskvayê xwendibû. Wek dibêjin, mirovê bajêr bû, lê li ser ta û benê me gundîyan va vendibû…

Rojekê jî ew dîsa hat. Babayê Keleş û Têmûrê Xelîl hatne oda me û gotin:

– Va Mîşa (me Mîkayêlê Reşîd ra usa digot) hatîye û gazinê xwe dike, wê niha bê dewata te bike!

– Lawikno, – min gote wana, – bila Mîşa bê, tenê hîvî ji we dikim, hûn nekenin, ezê bersiva wî bidim…

Û Mîşa bi gef û gur kete oda me. Lawik sekinîne û deng nakin.

– Axir, eva cara çendane ez têm, tu dibêjî: îro, sibê. Kanê helbestên te? – Ew vepilkî li ser min.

– Mîşa can, keremke rûnê. Emê niha her pirsên xwe safî bikin, ez heyran! – Min gote wî.

– Hema niha? – Ew vedibeşire.

– Erê, Mîşa can, – ez dibêjim û xwe guneh dikim. – Tu zanî, her ro qirareke partîya meye komûnîstan dertê, divê derheqa wan qirarên partîyayê da em li ser rûpêlên rojnamê binvîsin. Qet wedê min tune, ku helbestan jî binvîsim. Kurt-kurmancî, niha ez tera rast bêjim, Mîşa can, vê gavê ez destteng im!

– Destteng çîye, ez fem nakim? – Ew hinekî milahîm deng dike. Çimkî min navê partîyayê da.

– Destteng im, yanê li ber destê min vê gavê helbestên hazir tunene. Bi kerema xwe, deynî çend helbestên xwe bide min, ezê vê cilda «Bahara teze» da çap bikim, hetanî cilda dinê, ezê binvîsim û helbestên xwe ber deynê teva bidim. Mîşa can, xwe dinya nehatîye hev?

– Kîjan helbestan dixwezî, – ewî bi dengê nimiz û nerm gote min û çeltê xwe danî li ser texte, dest avîte belgên nivîsarên xwe.

– Hema kîjanan dixwezî û ber nakevî. Yê lape bêkêr bide min!

– Çi? – Hêrs bû, – helbestên mine bêkêr tunene!

Û wê demê bû pîrqînya me, ez, Baba û Têmûr kenîyan. Mîşa li me mêze dike û ew jî dikene:

– Hiii, tu heneka dikî, ne? Mirov helbestan deynî nade hev, lo!..

Bê, Mîşa, Mîşa, rehma Xwedê li te be, helbestvanê meyî dilsax!..

 

P.S. Û di wê cilda «Bahara teze» da tu tiştekî min derneket!..Lê Mîşayê meyî dilsax ne gunehkar bû, ferezî ez hêçxem bûm!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev