MÊR DIMIRE, NAV DIMÎNE

MÊR DIMIRE, NAV DIMÎNE

Kurdish Diaspora

 

Erê, mirov hene ku mora mêrxasîyê li dîroka cîhanê dixin. Yek ji wan mêrxasa jî birahek me yê Kurdê Êzîdî, cenabê birêz Seyîd Bashîr Husseîn Gorya bû, ku bi destên xayinekî, (5ê Cotmehê sala 2020an) ji tazîya cenabê Bavê Şêx, Şêxanê-Başurê Kurdistanê vedigerîya, hat kuştin.

 

Ey Yezdanê dilovan, ey Xwedayê mezin; gelek sar û tuj e kuştina ev birahê me! Mirov nikare qebûl bike. Li vê salvegera xopan de kezeba min wek roja yekem dixeriqe. Dubare serê civaka Êzîdî û tevî netewa Kurd sax be. Aramgeha cenabê wî bilind be û Mîrê bihuşta berrîn be înşellah.

 

Cenabê birahê me yê nemir, bavê sêwî û belengazan, karmendê serkeftî bû. Cenabê wî mirovêk Xwedayî û canfidayêk sêwîya bû. Cenabê wî 360 zarokên sêwî ku ji Şerê Şingalê de li ser kolanan bêxwedî mabûn, xwedî derket, ji wan re sêwîxane vekir û bi her hewcetîyên wan re mijul bû. Ka em çend Kurd rewşa wan zarokên sêwî û bêxwedî zanin an xwedî derdikevin?

 

Mirina wusa, kesek heq nake ku ev birahê me jî qet heq nekiribû. Ew xayînên ku destên xwe dirêjê vî Kurdê serkeftî û rûmetdar kirin, binerd bin, mala wan xera be, xêrê nebînin înşellah, Xweda yê dilovan edaleta xwe zu bighîjîne. Amîn!!!!

 

Raste ku bi fîzîkî cenabê birêz Seyîd Bashîr Husseîn Gorya nav me nîne, bes ew navê mezin dijî û gotina, “Mêr dimire, nav dimînê” para cenabê wî ye. Hezar silav û hûrmetên bi taybet li rihê cenabê wî be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev