
MELAYÊ CIZÎRÎ HIN TIŞT DERBARÊ JÎYAN Û BERHEMA WÎ DE • IZZEDÎN MISTEFA RESÛL
Profêsoê kurd yê navdar Izzedîn Mistefa Resûl di vê berhemê da bi awayekî zanyarî behsa şairê kurdayî binavûdeng Melayê Cizîrî dike.
Wekî nivîskarê kitêbê seydayê Izzedîn Mistefa Resûl bi xwe di pêşgotina xwe a kurt a ji bo vê berhemê nivîsîye de dibêje:
“Ev kitêb ne lêkolîneke temam û fireh a jîyan û berhemên Melayê Cizîrî ye”.
Belê rast e, wekî nivîskarê vê berhemê bi xwe jî dibêje, ev xebat li ser hinek milên jîyana Melayê Cizîrî û şiîrên di dîwana wî de ne, lê di heman demê de bi perspektîfeke cihê û bi çavekî rexnegirî li wan xebatên heta tarîxa nivîsandina vê berhemê hatine kirin dinêre û gelek şîroveyên cihê û bi perspektîfên cihê ên di vî warî de hatine kirin pêşkêşî me dike.
Ji ber wê min baş dît ku ez vê berhemê bi Kurmancîya Jorê a zimanê Kurdî amade bikim û bigihînim ber destên Kurmancîaxêvan.
Riataza