Dîrok û wext çaverê nakin

Dîrok û wext çaverê nakin

Bêwar Barî Teyfûrî 

Dujmin tê hundirê mala meda pêş çavê alemê eşkela destdirêjîyê dike, şeref û namûsa mera dileyize, zarokên me dukuje çalak û zanayên me digire, girtîgehada îşkenca (ezîyet) didê, berê bi sed hezaran kesên kurd dide rev û bezê warê wan tûl tevez dike, lê em nikarin gelê xwe ji derbeyên dagirkeran biparêzin, em nikarin şerefa xwe, namûsa xwe, warê kal û bavê xwe, axa welatê xwe, dîroka xwe, kesayet, resen û zarokên xwe ji êrîş û zulma dujmin biparêzin. Ji bo ku em hevdu qebûl nakin hevdu qaîl nabin her tiştê me talan û wêrane… Lê em çi dikin? Tenê ji yekbûnê qal dikin, heya kengê emê ji yekbûnê behs bikin??? Heya kengê hevdu tewanbarkin.

Dujmin êdî ketîye nava hiş û mejûyê me. Kurd çi çavra dikin? Dîroka raperîna me hertim bi îxanetêvava xitim bûye.

Yên bê şeref, bê namûs, newêrek, xwefiroş bese xwe bifroşin, bese xwîna şehîda, keda mêrxasa bifroşin, nevîyên we yê we nebaxşînin.

Bese êdî an bibin mêr hevdu bigirin, bibin yek hevdu qebûlkin, an jî bimirin herin ji dîrokê gêzîbin. Eybe, şerme bin minetada jîn rezîlî û bê namûsî ye. Bese êdî bi meşa li qada, li soqaqada xwe nexapînin, dujmin him welatê me, him jî hiş û mejîyê me dagir û parçe parçeyî kirîye. Em ji hevdu dûr xistine, hemberî hevdu rakirine. Meydan, meş, lozûng bê feydene. Azadîyê pêşkêş nakin. Wext çavra nake, bi şaşî û kêmasîya va jîn nabe. Jîna azad, pîroz, durust, paqij, saxlem yekbûnê da ye. Miletê ku yekbûna wî tune, tu tiştê wî ji tune, ji her nirxî bê pare.

Her mirov deyndar û peywirdare netewa xwe hes bike û jêra qedr dayne, bê temenê xwe xizmeta gelê xwe da be. Ev erka her kesî ye.

Gel ji bo her kesî nasnameya (pesaporte) resen e, nav nîşan e. Her kes bi netewa xwe tê naskirin û pejirandin. Netew xayî û xwedan e bo her kesî. Mirovê bê xayî bê qedir û bê rûmet e. Milet per û baskê mirovan e, bav e, pişt e, hêz e, zîyaret e, ref e, evra ye. Bê van pîvanan mirov nikare li ser pîya bisekine. Bapîrê me badilhewa negotine ,,Her teyr xaşe bi refê xweva,, Mirovê ku netewa xwe hes nake, xwe nas nake. Bê xweda, bê bawer û bê îmane. Kesê ku ji netewa xwe dûr dikeve zeif û bê pişte, bê nasname ye.

Mirov bi miletê xwe mezin dibe, şanaz dibe, digêhije dereca cîyê xwe digire. Gel jî bi kesayetên xwe bi sîyanet, hêja va tê naskirin û nirxandin, dîrokê da cîyê xwe digire. Lê welat û kesayetên me gelek dagirkirî ne.

Gelê kurd ji bo siberoja xwe hemberî dagirkerîyê şerekî mezin da ye.

Em kurd ku destê hevdu negirin, hevdu ra xwedî dernekevin, piştgirîya hevdu nekin, emê ro da herin. Ba, bager, teyrok yê me hilde bibe şel pela, zinara xe, pirtî pirtî bike, nefesa me yê bimiçiqe. Ji bo ku em netemirin, winda nebin em hewceyî hevdugirtinê ne, em hevra qedir daynin emê serkevin.

Em bibin yek emê bibin milet, dewlet, ku em nebin dewlet emê bijîn bi minet. Ku em piştgirîya hevdu nekin siberojê ra tune zemanet.

Belê, gelê ku yekbûna wî tune şeref û namûsa wî jî tune.

Netewa ku bi tore, wêje û dîroka xwe netewî mezin nabe, bê resenî, bê nasname dimîne, pêşeroja xwe winda dike. Bê hest, bê nirxên netewî, bê ruh nikare li ser pîya bisekine, nikare salnameya xwe binivîse, bê qismete, kole û xulamê dîrokê ye, pêkenî û leyistokê dem û gelan e. Ji bo berjewendî û serkeftinên xelqê tê kar anînê.

Ji bo ku zarok û torinên me bê nasname nemînin, nebin xulamê xelqê, nebin pêkenî, bin desta da nemînin, demildest bibin yek. Ji bo xatirê peşerojek azad, ji bo xatirê zarokên xwe mecalê nedin dubare wext derfeta serxwebûnê ji me biçopîne. Tu rêxistin, partî, sazî bi mîtîng û slogana nikare kurda ji êrîş û zextên dagirkeran biparêze. Bi sloganan serxwebûn çênabe. Ku em bikaribin yek bin, dîrok û wext yê hevbeş xizmeta me da bin. Bi vî awayî em dikarin dujmin lawaz, xembar û tengav bikin. Azadî, rûmet, tore, pêşeroj yekbûnê da ye. Dîrok û wext çavra nake. Dem ya meye. Şansê bernedin. Welatekî wêran bê yekbûn ava nabe, miletekî berdest jî rizgar nabe..!

Ji bo ku netewek li ser pîya bisekine û xwe biparêze jêra yekbûn û azadî lazime. Têkçûn enîya me ra leke ye..!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *