Ji nimûneyên zargotina me – 253

Ji nimûneyên zargotina me – 253

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîsisîyan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a dehan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -10

Paşpirtikêd usa kutasîya navêd gund, war û bajarêd Ermenîstana kevnda jî hene, wekî nîşan didin ber û qebîla, ser navê serkarêd berê, qebîlê hatine kivşkirin, ew paşpirtik evêd hanin: qîpî (xînî), (xî), mesele: Êrîaxînî, Abîlîyanîxînî û yêd din, wekî mixnvîsarêd (klînopîsêd) Xaldada hatine eyankirin, usa jî navêd padşatîyêd Ûrartû, Nayîrîne. Paşpirtikêd wana hîmlî ji navê bereka pêşda hatine, wekî axirîyê bûne navêd dînastîyêd padşa, mesele: Bagratûnîk, Rştûnîk û yêd din. Bi zaravêd Xalqî qîpî nîşan dide kur, lê A, Î, Ya îzafêtêd maye kurtkirîne, hela nehatine îzbatkirin, gelo çawa pêşda hatine, zemanê berê çi nîşan dane. Ji xeberêd bi îzafêtêd A, Î, Ya ferih tê femkirin, wekî A, Î, Ya xênji jêrabûnê, usa jî nîşan didin atrîbûtêd prêdmêta û qewmandinêd tebîyetê. Çawa qîpî (xînî), (xî), usa jî A, Î, Ya zmanê kurdîda me berbi kûranîya bereka, berbî totêmîzmê dibin. Bi wan sûfîksa, ji alîyê xûn û qinêtîyê firqîya mezin nakeve nava berek, ber, qebîl, êl-eşîreta, gişk jî komêd pizmamtîyêne. Ew sûfîks berê ewlin bo tifaqa bereka dane xebatê, paşê berek bûne qebîl, êl-eşîret. Ew zmanê slavîyanada û yêd dinda jî hene, mesele: „îçî“ yan jî „ovîçî“ zmanê hurumada „îdes“, latînî „anî“, înglîs-gêrmanî „înd“, wekî paşê prosêsa pêşdaçûyîna zmanda bûne „ipdep“ û gurcîyêda „şvîlî“, „dzê“, „anî“, ermenîyada „yan“, tirkîda „oxlî“, abxazîda „îpa“ û yêd din. Evan sûfîksêd han berê ewlin nîşan dane komêd pizmama (wextê bereka) û navêd serkarêd wan, lê paşê, wexta ew komêd pizmama hêdî-hêdî cûda bûne (bûne malêd mezin û çûk), lê dîsa komêd xûn û qinêtîyê hatine hesabkirin ji silsiletekê. Wan sûfîksa nîşan dane ew koma tezeye mezin û çûk (mala mezin û çûk), wekî ser navê kal û bavê wî kulfetî hatîye navlêkirin.

Bi wî teherî bi guhastina deranînê, êkonomîkîyêra grêdayî guhastin ketîye nav neferêd komêd pizmama, usa jî ser hîmê guhastina serecema forma xebera jî hatîye guhastin yan xeber kurt bûne, bûne sûfîks. Bi texmîna me A. Î. Ya zmanê meda jî usa bûne. Ew pirsa zmanzanetîyêye, em bi wê pirsêva mijûl nabin, em aqasî dikarin bêjin, wekî ew sûfîksêd jorê gotî, timê nîşan dane komêd xûn û qinêtîyêye mezin û çûk, heleqetîya wane pizmamtîyê. Axaftina wane başqe-başqe tiştek jê nayê femkirin. Wekî usane îzafêtêd A. Î. Ya zmanê meda nîşan dane û nha jî nîşan didin heleqetîya xûn û qinêtîyê. Me çawa jorê got, îzafêtêd A. Î. Ya jêrbanûnê jî nîşan didin, lema jî famîlêd kurdîyê bi texmîna me gerek rast bi wan îzafêta bêne nvîsandin. Îzafêta A bo cinsê jinanî tê xebtandin, bo navê ber û qebîla hindik tê gotin, îzafêta nîşandayîna ber û qebîlaye hîmlî Î-ye, wekî nîşan dide famîla ser navê mêra, lema jî paşîya famîlêd kurda bi texmîna me gerek Î bê nvîsandin. Famîlêd kurda gerek bên nvîsandin ser hîmê nesila kulfetekî, famîl gerek bi navê berê, qebîlê neyê nvîsandin, çimkî ew yek wê tevhevbûnê pêşda bîne. Pak dibe, wekî famîla xwe bi navê kal-bavê xwe, mala xwe binvîsin. Wexta neferêd malê ji hev diqetin, du silsiletêd din şûnda gerek zarêd malê xwe ser navê kalikê xwe yan jî bavê kalikê xwe binvîsin, wekî bi paşpirtika Î xilaz dibe, mesele: Mehmedî, Elîyê Ebdilrehman, Mistoyî, Evdoyê Hesan, Bedirî, Hesoyê Dedo, Eloyî, Avdelê Cindî, Ezîzî, Belga Qado û yêd din. Vêderê Mihemed, Misto bavê kalikanin, lê ne serkarêd ber û qebîla, êl-eşîra, tu cara nabe, wekî kurd famîla xwe wa binvîsin (ser navê qebîla): Sîpkî, Rojkî, Mehmedî û yêd din.

Navê kalika, çawa famîl, bi paşpirtika Î tê nvîsandin, lê paşya navê jinê A, wekî ne famîle, nîşan dide qismê jinanîyê.

 

Bi saya rêvolyûsîya Oktyabrêye sosîyalîstîyêye mezin kurdêd Sovêtîyê ji bindestîyê, êksplûatasîyayê, zêrandinê û zelûlîyê aza bûn. Başqe gotî hat guhastin êkonomîka wan û halê jina kurd, wekî berê her alîyava zêrandî bû, extîyarbirî bû.

Zemanê Sovêtîyêda kurda, wekî salêd pêşin ji wana hela koçer hebûn, dest ji emrjîyîna koçerîyê kişandin, ketin kolxoza, xwelîyêra hatin grêdan, tevî çêkirina sosîyalîzmê bûn. Xebatçîyêd kurd, çawa cmaetêd welatê me din, her alîyava bûn xweyê emrê şa û bextewar, kûltûra pêş dest anîn, ku diha gulvedide û pêşda diçe. Nha li bajarê Yêrêvanê, akadêmîya RSS Ermenîstanêye ulmada, sêktora Rohilatzanetîyêda heye para kurdzanîyê, usa jî li Lênîngradê heye kabînêta kurdzanetîyê. Ewana heta nha di dereca pêşdabirina kurdzanîyêda êpêce xebata ulmî kirine. Wê şûnda li Yêrêvanê dertê gazêta „Rya teze“.

Gundêd kurdada hemû mektebêd wanda zmanê kurdî derbaz dibin. Rex Tifaqa nvîskarêd Ermenîstanêye Sovêtîyê heye sêksîya nvîskarêd kurda. Radîokomîtêda heye para xeberdanêd kurdîyê.

Gundêd kurdada nîvê dersdarayî pirê kurdin, ew ku berî rêvolyûsîya Oktyabrê temamîya Zakavkazêda tenê 3 dersdarêd kurd hebûn, lê nha nêzîkî dusid dersdarêd kurd hene. Gundada lempêd êlêktrîkîyê diçûrisin, dewsa malêd berêye sade kolxozvana otaxêd cûrê bajare teze çêkirine. Gunda gişkada têlêfon hene, usa jî ocaxêd kûltûr-ronayê. Dewsa cotêd berêye patrîarxal, nha gundada traktor, kombayn, malatîlka, maşînêd gîhadirûtinê û yêd din dixebitin. Ser hîmê malhebûna sosîyalîstîyê û pêşdaçûyîna kûltûrayê, emrjîyîna kurdêd Sovêtîyê rikinva hat guhastin.

Riknê ber û qebîla, şerêd wan mqabilî hev hat terbandin. Kurdêd Sovêtîyê xwe li riya ronayê, bextewarîyê girtine, rê, ya ku Lênînê mezin nîşanî xebatkara daye. Bona emrê xweyî aza, şa û bextewar ew borcdarê Partîya xwe komûnîstîyê, hukumeta Sovêtîyêne.

 

Çavkanî

  1. Wexta dewatê, ku bûk siyar dikirin, siyarêd dewatê diketin cirîdê, wî çaxî siyarekî belgîyê bûkê direvand, yêd din didan pey, bona belgî jê bistînin, bighînin mala zevê. Kê ku belgî zû digîhand mala zevê, pêşkêşeke rind didan wî. Wexta cirîdê qeydê siyara lê dixistin.
  2. Hûtoyê Haco, 76 salî, li Yêrêvanê dimîne, hatîye nivîsandin sala 1958a.
  3. Yû. Lîps: Îrêrî sagûmi, Yêrêvan, 1957, rûpel 263. (bi zimanê ermenî ye).
  4. Wexta defçî li defê dixe, tilî-pêçîyê wî usa zû-zû tên û diçin, wekî merî nabîne. Berê bal me Ermenîstanêda heta sala 1929a êzdîya otaxekêda berev dibûn, qewala Taûs siyar dikirin. Destbi sêrêmonîyê dibû, paşê her êzdîkî digot wê çiqas pez, pera xêra xwe bide Taûsê.
  5. Êngêls. Intaniki masnavor sêfakanûtyan yêv pêtûtyan sagumi. Binhêre: K.Marks, F.Êngêls, „Intir yêrkêr“, cild 2, Yêrêvan, 1950, rûpel 247. (bi zimanê ermenî ye).
  6. Dîsa eynî cîyî; rûpel 244.
  7. Folklora kurmancîyê; nivîsî û hazir kir Hecîyê Cindî; Yêrêvan, sala 1957a, rûpel 191.
  8. Ew kitêb bi xwe, rûpel 363-364.
  9. Polîgamîya – Bi zimanê hurumî ye (yûnanî), polî – zewac, yanê pirzewac, pirjinkirin.
  10. Monogamîya – Xebera hurumîye, yanê tapos – yek, yanê yekzewac, yekjinkirin, sitendina jinekê.
  11. Derheqa hêwîyada binhêr xebata me „Kûrd kîni nahapêtaklan intanîkûm ist azgagrakan yêv folklorayîn nyûtêrî“, (bi zimanê ermenî ye). Yêrêvan, 1948.
  12. Î.A.Bûtînov. Problêma êkzogamî. „Rodovoyê obşçêstvo“. Moskva, 1951, rûpel 19. (bi zimanê rûsî ye).
  13. Fredrik Barth. Prinsiples of social organisation in Southern Kurdistan bg. “Bull Univers. Ethnografiske Museum”, Oslo, 1953. Hejmar 7, rûpel 58. (bi zimanê îngilîsî ye).
  14. Binhêr: Hayk. SSR GA, Hnagitûyan yêv azgagrakan Înstîtûtî arxîv, ”Nyûtêr Dêrsîmî azgagrûtyan”, rûpel 560. (bi zimanê ermenî ye).
  15. Elîyê Ebdilrehman, 40 salî, nivîskarê kurd, hatîye nivîsandin sala 1960î (ji alîyê avtor).
  16. Şahpazyan – „Kyûrdo-hay patmûtyûn“. K.Polîs, 1911 sal, rûpel 142. (bi zimanê ermenî ye).
  17. Dîsa li wir, rûpel 112.
  18. Arakêlyan – „Kyûrdêrên îrêns tani“, AHD gîrk, Tîflîs, 1895, rûpel 148. (bi zimanê ermenî ye).
  19. Binhêr: „Folklora kurmanca“, hazir kirin Hecîyê Cindî û Emînê Evdal. Yêrêvan, 1936, rûpelêd 332-337.
  20. Dîsa li wir, rûpel 387.
  21. Înçîkyan – Aşxarhagrûtyan darîs masans aşxarhî, masn 1, Vênêtîk, 1904, rûpel 5. (bi zimanê ermenî ye).
  22. Êngêls. Intanîkî masnavor sêfakanûtyan yêv pêtûtyan sagumi, Yêrêvan, 1948, rûpel 116. (bi zimanê ermenî ye).
  23. O.Kosvên. – Oçêrkî îstorîî pêrvobîtnoy kûltûrî, Moskva, 1953, rûpel 193. (bi zimanê rûsî ye).
  24. O.Kosvên. – Îz îstorîî rodovogo stroya v Yûgo-Osêtîî. „Sovêt. Êtnogr.“, hejmar 2, 1953, rûpel 193. (bi zimanê rûsî ye).
  25. Binhêr: –Matêrîalî dlya îzûçênîya êkonom. Bîta gosûd. Krêstyan Zakav. Kraya, cild 3, hejmar 2, rûpel 94. (bi zimanê rûsî ye).
  26. Ûsivê Baso – ji gundê Yamançayîrêye, nehîya Dîgorê, qeza Qersê, 65 salî, li Tbîlîsîyê dimîne, avtor sala 1965a nivîsî.
  27. KIC – bi vî teherî dikirin: merîkî kevirek yan jî tiştekî din dikir destekî xwe, destê din jî vala dihîşt, hebûna parkirî jî datanîn ortê. Ewî merî neferê malêyî serera digot: ”Li destekî minxe”, herdu destêd xwe digirt. Ewî li destekî girtî dixist, eger kevir têda bûya, hebûna kivşkirî digihîşt wî, yan na digihîşt neferê malêyî din.
  28. Navê gund niha guhastine, dibêjin Samakasar.
  29. Got Axoyê Hacoyî rehmetî, 80 salî bû, dima nehîya Artîkê, gundê Karvansarê, avtor nivîsî sala 1957a.
  30. K.V.Bazîlêvîç – SSRM patmûtyûn, Yêrêvan, 1946, rûpel 38. (bi zimanê ermenî ye).
  31. Kovalêvskî. – Sovrêmênnîy obîçay i drêvnîy zakon. Moskva, 1886, rûpel 325. (bi zimanê rûsî ye).
  32. Binhêr: – Prof. V.Î.Sêrêbrovskî „Jarangakan îravûnki“, Yêrêvan, 1952, rûpel 21. (bi zimanê ermenî ye).
  33. Binhêr: -K.Marksî, F.Êngêlsî intîr yêrkêr, cild 2, Yêrêvan 1950, rûpel 313. (bi zimanê ermenî ye).
  34. Ş.Mnasakanyan – Haykakan gêxarvêsti, Yêrêvan 1955, rûpel 254. (bi zimanê ermenî ye).
  35. Vûndt – Mîf î rêlîgîya. Sankt-Pêtêrbûrg, 1911, rûpel 226. (bi zimanê rûsî ye).
  36. Êngêls. Intanîkî masnavor sêfakanûtyan yêv pêtûtyan sagumi. 1953, Yêrêvan, rûpel 123. (bi zimanê ermenî ye).
  37. M.Wagner – Reise nach. Dem Ararat, Stutgart, 1848, rûpel 52. (bi zimanê almanî ye).
  38. Azgagrakan handês, X gîrk, Tîflîs, 1903, rûpel 114. (bi zimanê ermenî ye).
  39. Vêderê xebera „buhurtî“ gerek bê femkirin mezelê kal û bavayî „buhurtî“.
  40. N.Smîrnov – Poêzdka v Sêvêrnîy Kurdîstan v 1904 godû. Binhêr: „Îzvêstîya Kavk. Otdêla împêr. Rûssk. Gêogr. Ob-va“. Tîflîs, 1904, rûpel 302. (bi zimanê rûsî ye).
  41. Xostîkyan – Krdêri „Van-Tosp“, hejmar 4, Tîflîs, 1918. (bi zimanê ermenî ye).
  42. Karo Abêtyan – 65 salî, ji Dêrsimê, niha li Yêrêvanê dimîne.
  43. Şarl Ênşlên – Kronî sagûmi, Yêrêvan, 1956, rûpel 117. (bi zimanê ermenî ye).
  44. Dîsa li wir, rûpel 120.
  45. N.Kolpakov – Kurdskoyê plêmya Celalawand, Sovêt. Êtnograf. Hejmar 3, 1951, rûpel 164. (bi zimanê rûsî ye).
  46. Arsên – Yêzîtîn. ”Anahît” A. Tarî, hejmar 12, Barîç, 1899, rûpel 60. (bi zimanê ermenî ye).
  47. X.Maxmûdov. Kûrd joxovûrdi, Yêrêvan, 1959, rûpel 45-46. (bi zimanê ermenî ye).
  48. Dîsa li wir. 

(dawî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *