Pirsa we û bersiva me – 192

Pirsa we û bersiva me – 192

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke Bedoyê Diyarbekirî alîkarî ji redaksyona malperê xwest. Me jî bo bersîva wê pirsê berê xwe da profêsor, nivîskar Ezîzê Zîyo Bedirxan

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Bedoyê Diyarbekirî û bersiva birêz Ezîzê Zîyo Bedirxan lezetê bibînin.

 

Pirsa Bedoyê Diyarbekirî û bersîva Ezîzê Zîyo Bedirxan

 

Pirs: Min bihîstîye, ku profêsorekî Misrê qîmetekî mezin daye  gelê me û fikirên gelek xweş gotine. Gelo ew kîjan zanyarê ereb e û çi gotîye.

Bersiv: Navê wî zanyarî Fehmî Şinnawî ye. Ew profêsorê şêkirdar, nivîskarê Misirî profêsor Fehmî Şinnawî di pirtûka xwe ya bi sernavê “Sêwîyên Ummeta Îslamê – Kurd” da ha dinivîse:

-Ereban, Farisan û tirkan Îslam ji bo berjewendîyên xwe yên sîyasî bi kar anîne. Kurdan ev yek ne kirîye. 

Pişt ra zanyarê şîrhelal berdewam dike, dinivîse: “Ji şikberîyê der e, ku kurd musulmanên helal, rastgo û paqij in… Ewana serê tîrên Îslamê ne…”. 

Birêz Fehmî Şinnawî hezkirina xwe ya di hindava kurdan da hîn xurttir dike, dibêje: 

”Bi bawerîya min, ew keda ku kurdan kirine nava dîroka Îslamê û têkoşîna Îslamê, gerekê ji keda hemû miletên din zêdetir bê nirxandin û qîmetkirin. Ji ber ku kurd ne tenê bi gotinan û bi mal û milkê xwe ketine nava wê têkoşînê, lê herwiha herdem bi can û ruhê xwe şer kirine. Û dîroka şerê Saleheddîn Eyûbî yek ji nimûneyên wê yekê ye û îzbateke geş e.” 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *