Amadekirina Xoşavê

Amadekirina Xoşavê

Muhemed Şerîf Cilînî

Peyva xişaf an xoşav peyveke Kurdî ya resen e (xoş av), ku ji du beşan pêk tê (xoş) ya tê bi wateya xweş, û (av), ya tê wateya ava xweş.

Kurd yên pêşîn bûn ku xoşav amade kirine û ew yek ji pîşesaziyên kevneşopî yên malên kurdî ne, nemaze li deverên çiyayî ku darên mêweyan li Kurdistanê pir in, û xoşava herî navdar xoşava Zerdeluyan (Mişmişan), an ya Zerdeluyan bi Mewîjan re, an ya Mewîjan e.

Li Kurdistanê Xoşav tê pêşkêş kirin, bi xwarina ya bi navê Şamborek, an bi Kutilkan re, çi kutilkên di avê de kelandî ne (Kutilkên ji hevîrê bê goştê kutayî hatiye strandin), an kutilkên ku hevîrê wan bi goştê kutayî re hatiye strandin, çi sorkirî bin, çi biraştî bin, Kurdan rêbaza amadekirina Xoşavan veguhastine welatên Şamê û ev nav heta îro li wir tê bikaranîn, nemaze li bajarê Şamê.

Rêbaza parastina Mêwan di ava şekirê de, ya bi navîngeniya (%20-40%) şekir, bi awayê Xoşavî, yek ji wan awayên ku ji bo parastina gelek celeb Mêwan wekî Ananas, Zerdelu, Gilyaz, Xox, Hincas, Sêv û tirî, li gelek welatên cîhanê di asta pîşesazî de, ji ber ku ev rêbaz bi parastina û cêja Mêwan, baştir ji rêçelan.

Bi gelemperî, di asta pîşesaziyê de di kargehên nûjen de, evana gavên herî girîng in ji bo çêkirina Xoşavan, li gorî yekê ji du rêbazan:

 

A – Rêbaza sar:

– Amadekirina berikên Mêwan (şûştin, hilisandin an qaşkirin, perçekirin û derxistina navikan an sîsikan).

– Brik li gorî celebê Mêwe têne perçkirin ji du perçan an bêtirî dudiyan, û yên perçekirî têne noqkirin di ava bi tîrbûna % 2 tirşiya lêmûnê de, ji bo reng neyê guhertin, heya ku amadekirin bi dawî dibe.

– Kelandin: Parçeyên mêwe 90 çirkeyan (saniye/second) têne kelandin, paşê zû bi ava sar tên sarkirin, û dûvre tên dagirtin di cêrên ji cam de.

– Aveke şekirî tê amadekirin bi tîrbûna (% 40) şekir tê amade kirin û ev av dûv re tê germkirin heya pileyên (80-90) ºC. paş re tê valakirin ser peçên mêwe yên hatine kelandin di cêran de, bi awayê valhiya bi 1 cm. ve bimîne.

– Xirskirina (strîlêzkirin/ Sterilization) cêrên hilberî, di serşokeke ava germ di pilya (100 ° C) dem bo (30) xulekan û dûv re di serşoka ava sar de têne sarkirin bi lez daxistina pileya germahiya hilberî bo pilya xwezayî.

 

B – rêbaza germ:

Heman gavên berê têne kirin, û piştî ku mêwe amade dikin û wan di nav ava tirişiya lêmûnê de noq dibin, avşekirî heya (80-90 ºC) tê germkirin û dûvre perçeyên mêwa (2-3) xulekan tê de dimîne, piştî wê percên mêwan têne dagirtin di cêra de û dûv re jî avşekirî tê rijandin bi ser wan de, û têne xirskirin (strîlêzkirin/ sterilization) bi heman awayê berê de.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *