Hub û Xebat • Nûrî Hîzanî

Hub û Xebat • Nûrî Hîzanî

LÎS keda biyanîyan di pêşketina çand û edebîyeta me bi me dide naskirin û qîmetkirin

 

Dema dewleta Sovyetê ya nû sazbûyî biryar kir mafên çandî û edebî ya hemû gelên kêmjimar bide, di wan salan da di nava kurdan da kesên xwendî û ronabîr tunebûn. Bo serxistina vî karî ew ermenîyên kurdîaxêv alî me kirin, ku kesên xwende û zane bûn û ji Kurdistana Bakur mihacirî Ermenîstana Sovyet bûn.

 

Wek nimûne, redaktorê rojnameya ”Rya teze” yê pêşin (sala 1930î) Harûtyûn Mkrtçyan bûye, derhênerê fîlma ser jîyana kurdan ”Zerê” Hamo Bêknazaryan bûye, gelek berhemên kurdî di salên 1930î bi qelema ermenîyan hatine nivîsar û çapkirin.

 

Yek ji wan ronakbîrên ermenîyan Nûrî Hîzanî bûye, ku weşanxaneya LÎSê berhema wî çap kirîye û em bi we didin naskirin.

 

Di rewşenbirîya Kurdî de bi qasî Kurdan carina ji wan zêdetir jî nekurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên bîyanî, çi Mesihîyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe, carina jî bi kilamên xwe kelepûra Kurdî dewlemend kirine.

 

Yek ji wan jî Nûrî Hîzanî an jî bi navê xwe yê Ermenîkî Hovakim Margaryan e. Nûrî Hîzanî şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îroroj mirov dikare ji bo wî bibêje kesekî jibîrçûyî ye.

 

Ev kitêba li ber destê we jî li gorî zanîn û kanîna xwe hewlek e ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *