YÛNIS REÛF (DILDAR)

YÛNIS REÛF (DILDAR)

Xudanê gotinên “Sirûda kurdî”

Dildar Yûnis Mele Re’ûf (z. 20’ê Reşemiyê, 1918 Koye − m. 12’ê tîrmehê, 1947an jî 20’ê kewçêrê, 1948 Hewlêr) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê din Yunis Re’ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavekî wegirtiye: Dildar, bi salan bi vî navî hatiye naskirin. Dildar sala 1918’an li bajarê Koye’yê hatiye dunyayê. Dibistana pêşîn li Ranya’yê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935’an de qedandiye.

Piştî xwendina navîn diçe bajarê Bexda’yê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek parêzer dixebite. Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka Yûnanistan’ê, Fransa’yê û wêjeya van welatan gelek bala wî dikşîne. Li şûna parêzeriyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbetsivaniya Dildar de tema here balkêş, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne. Kurdistan bûye kakilê tema efirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane.

Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke populer hatiye naskirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946’an dema Komara Mehabadê tê sazkirin, dibe marşa vê dewleta kurd û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin. Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra wêjeya fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî. Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948’an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel kurd de belav bûne û dijîn.

Ey reqîb!

Ey reqîb her, maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Em xortên rengê sor û shoreş în
Seyr bike xwînaviya rabirdû man
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Em xortên Mîdiya û Key Xusrew în (*)
Dîn îman û ayîn man, her niştîman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Çend hezar lawanî kurdî weke şêr
Bûn be qurbanî hemûyan nêjiran
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bi xwîn nexöî bikin tacê jîyan
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Xortê Kurd tev hazir û amade ne
Canfîda ne, canfîda ne, her canfîda

”Em ​​xortên Mîdiya û Key Xusrew în ” Keykâvus bapîrê Keyxosrev e, ku navê wî di sirûda neteweyî ya Kurdî de derbas dibe. Ew di Şahnameya Firdewsî de wekî kesekî ”jêhatî” tê bahskirin.
Tê ragihandin ku ew bi textê xwe yê firende çûye Çînê. Ew di pirtûka pîroz a Zerdeştiyê de, di Avesta de, wekî “Lehengê Neteweyî” tête binavkirin.

Zêde malûmatîyan dikarin ji malpera Weqfa SARAyê bihesin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *