Hersê kursiyên Şingalê jî PDKê bi dest xistin

Hersê kursiyên Şingalê jî PDKê bi dest xistin

Hewlêr (Rûdaw) Li banzeya sêyemîn a Mûsilê ku navçeya Şingalê li xwe digire, her sê namzedên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinan de bi ser ketin. Alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) nehiştîbûn namzedên PDKê bo bangşeyê biçin Şingalê.

Li gorî encamên dawî yên dawî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê PDKê di hilbijartinan de li seranserê Mûsilê 9 kursî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 2 kursî bi dest xistin.

Li navçeya Şingalê ku dikeve nav bazneya 3yem a parêzgeha Neynewayê, PDKê hersê kursiyên wê navçeyê bi dest xistin.

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandine, li Şingalê hersê berbijêrên PDKê, qaymeqamê berê yê wê navçeyê Mehma Xelîl 14 hezar û 167 deng, parlamentera berê Viyan Dexîl 9 hezar û 294 û Macîd Xelef jî 6 hezar û 667 deng wergirtin.

Roja şemiya borî, 02/10/2021, hejmareke şervan û alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) rê nedabû berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehma Xelîl, Viyan Dexîl û Macid Xelef derbasî Şingalê bibin û beşdarî merasîma bangeşeya hilbijartinê ya li Mezargeha Şerfedîn bibin.

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihandibû: “Hemû hevahengî di navbera wê şanda PDKê û hêzên Iraqê de hatibû kirin û hêzên Iraqê jî li gel wê şandê bûn. Lê mixabin, hêzên YBŞ, PKKê bi cilûbergên sivîl û serbazî rê li şanda PDKê girtin û hemû xelkê Êzidî dilgiran in bi wê hewl û rêgiriya PKKê.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *