
Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) rêber Mesûd Barzanî, serokatî û endamên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), herwiha gelê Kurdistana Başûr bo serketina mezin di hilbijartinên parlemêntîyê li Îraqê pîroz dike.
Encamên lêpirsînan didine xuyakirin, ku niştecîyên Kurdistanê pêşketina welatê xwe û halxweşkirina xwe bi Partîya Demokrat a Kurdistanê va didine girêdan.
Hilbijartin di şertên dijwar yên pandemîyê, qizlixîya aborî û gefxwerinên herdemî yên sîyasî û leşkerî da derbaz bûn, lê hêzên kurdan yên ewlekarîyê û pêşmerge her tiştê pêwîst kirin bona hilbijartvan bikaribin di rewşa aram da dengê xwe bidin.
Tenê civaka hevgirtî, ku xwe li dora hêza sîyasî ya yekgirtî civandîye, dikare bi ser keve. Û serketina PDK di hilbijartinan da – ew encamê xebata hevpar ya her endamekî partîyayê ye, ku qedir û hurmeta wî di nav gel da pir e. Bi vî awahî, PDK ku ji alîyê rêberê efsaneyî yê gelê kurd Mustefa Barzanî da hatîye damezirandin û niha ji alîyê kurê wî Mesûd Barzanî da tê rêvebirin, gelek caran rêbertîya xwe îzbat kirîye.
PDK di karê derbazkirina Referenduma bo serxwebûna Kurdistanê, ku daxweza gelê kurd ya bi sedsalan dîyar kir, rola sereke lîst,
Em bawer in, ku PDK wê di karê çareserkirina nelihevîyên di navbera hêzên sîyasî da rola mezin bilîze û dê bizaveke nû bide pêvajoyên pêkvejiyanê di tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya kurd de.
PDK xwedî dîrokeke bi mêrxasîyê va dagirtî ye, ew di karê çareserkirina pirsa kurdî da rola sereke dilîze û bi awayekî aktîv bi diyasporayên kurdan yên li ser axa Sovyeta berê dijîn di nava hevkarîyê da ne.
FNDK bêsebir li benda avakirina hukumeta nû ye û ji endamên PDK ra serketinê dixweze di karê misogerkirina jîyaneke aram, demokrat û halxweş bo gelê Kurdistanê.