Biden cezayên li dijî Tirkiyê yên ji ber operasyona wê li Rojavayê Kurdistanê dirêj kirin

Biden cezayên li dijî Tirkiyê yên ji ber operasyona wê li Rojavayê Kurdistanê dirêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden cezayên li ser Tirkiyê yên ji ber operasyona leşkerî ya li dijî hêzên Kurd li Sûriyê di sala 2019 de hatine sepandin, saleke din dirêj kir.

Di daxuyaniya Koşka Sipî de hat gotin: “Rewşa li Sûriyê, bi taybet kiryarên Tirkiyê û êrîşa wê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê, bandorê li ser operasyona li dijî DAIŞê dike, jiyana sivîlan û aramiya navçeyê dixe bin metirsiyê.

Herwiha Koşka Sipî dibêje: “Êrîşa Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê, hîn jî li ser ewlehiya netewî û siyasetên derve yên Amerîkayê, metirsiyeke awarte ye.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Ji ber van sedeman, rewşa awarta ya li gorî biryara cîbicîjar (13894) a di 14ê Cotmeha 2019an de derketiye, dê heta piştî 14ê Cotmeha 2021ê berdewam be.”

Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha sala 2019an de êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kiribû, serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump 14ê Cotmeha 2019an, ji ber wê operasyonê, ceza li ser Tirkiyê sepandibûn.

Cezayên Amerîkayê li ser hejmarek rayedarên payebilind ên Tirkiyê ku di nav wan de wezîrên berevanî û enerjiyê yên Tirkiyê jî hebûn, hatibûn sepandin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *