Weşana taybet ya malpera Ria Taza

Weşana taybet ya malpera Ria Taza

Di vê bernameya me ya taybet da 3 karmendên berê yên rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” – Rizganê Recevî, Prîskê Mihoyî û Têmûrê Xelîl – wê behsa dîroka wê çapemenîya me ya kevinare a 91 salan bikin, emê we bibin salên 1930î, ji roja destpêka weşana rojnameyê destpêkirî heta îro û emê bi rojnameyê ra girêdayî hinek bûyeran raberî we dikin, ku di rojnameyê da çap nebûne, lê beşek ji jîyana wê bûne.

Emê herwiha keda wan hemû kesan binirxînin û qîmet bikin, ku di redaksyona wê da xebitîne.

Mêvanên me ev karmendên berê yên rojnameya ”Rya teze” ne:

 

1.Mamostayê Zanîngeha Moskvayê ya zimanên biyanî Rizganê Recevî.

2.Rojamevanê Rûsîyayê yê emekdar Prîskê Mihoyî.

3.Berpirsyarê malpera RIATAZA ya versyona kurdî Têmûrê Xelîl.

 

Bername roja yekşemê, 17.10.2021, li demjimêr 18.00 li gor dema Moskvayê û Kurdistanê, dê di weşana zindî da be.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *