Dewleteke federal a İraqê mumkûn e?

Dewleteke federal a İraqê mumkûn e?

Şêxmûs Ozzengîn

İraq, di sala 2005 an de bi destûrek demokratîk û piralî, wek dewleteke federal ji herêman hat damezirandin û ev destûr, bi referandûmê hat pejirandin. Herêma Kurdistanê jî wek herêmek federe pê ve hat girêdan. Ji roja ev destûr hatîye pejirandin û heta niha, ev destûr bi piranî bicîh nebûye.

Ji bona dewletek xurt, li ser ling û tevdigerînek demokratîk, sê hokar û hîmên serete lazim in. Ev, hebûna dewamîya dewletê garantî dike.

Ev, yek ji wan serwerîyên bihêz e. A duyem, aborîyek bihêz e. A sêyem jî garantî kirina ewlehî û aramîyê ye. Di welatekî de eger ev her sê hîmên serete tinebin, şikestina dewletê pir hêsan dibe.

Li İraqê pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nas nakin, çeka destê hêza sîyasî a li pişt wan in. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter.

Pir caran ev rewş derketîye ber me ku îktîdar û serokwezîr bêtaqet hiştîye û ji bona armanc û  berjewendîyên xwe bikar anîye. Nehiştîye ku serokwezir li gor destûr û yasayan tevbigere. Ev jî eşkere derdixe ber me ku Haşdî Şabî hêza xwe ji Îranê digire û li İraqê bûye artêşa dewleta kûr a mezhebî û ne yasayî. Haşdî Şabî û hêza sîyasî a li pişt, xwe tenê ne alternatîfa îktîdarê, xwe xwedîyê dewletê dibîne û li gor vê xwestinê, xwe dîzayn dike. Ev rewş jî serwerîya İraqê xistîye bin metirsîyek mezin, ku dikare bibe bingeha şerekî tayfî, mezhebî.

Ji hêla aborî de jî îraq şikestineke mezin xwarîye. Bi projeyên xeyalî, bi destê van hêzên ne yasayî aborîya İraqê talan dibe. Dewletê li pir herêmên İraqê a Federal şikestin xwerîye. Ne Dewleta Federal, lê hebûna dewletê bi xwe şikestin xwarîye. Bawerîya piştgirî a gel wenda kirîye. Ew şîe û nîjadperestên ku aborîya dewletê bi gendelîyan talan dikin, gelê İraqê radestî xizanîyek mezin kirine.

Ji hêla din de; ev hêzên ne yasayî û dijdestûr her xwestine ku Kurdistan a federe jî bi birçîbûn û xizanîyê teslîm bigirin. Ji ber wê jî butçeya herêma Kurdistanê di vî warî de her wek tehdît li henber Kurdistanê bikar anîne. Mafê Kurd û Kurdistanê yên destûrî binpê kirine. Di vir de hêza aborî û serwerîya dewleta Federal her derxistine giftûgoyê.

Bi salan e gelê İraqê bi çalakî û xwepêşandanan ev rewş protesto kirine. Daxwazên wan her li ser kaxizan mane û heta ku ev hêzên ne yasayî û dijdestûrî li Bexda xwedî hêz bin, wê ne daxwazên gelê İraqê û ne jî daxwazên herêma Kurdistanê neyên cîh kirin. Ew hêza dewleta kûr a şîe û nîjadperest, ku li Bexda û di nav hêza çekdar de xwedî hêz û bi bandor e,wê bi hêsanî rê nede ku li İraqê destûr bicîh bibe û dewleteke yasayî ava bibe. Ev jî her ewlehî û aramîya İraqê dixe bin tehlûkê.

Li İraqê di 10.10.2021 an de hilbijartin çêbûn. Hilbijartin ji hêla çavdêrîya navnetewî de bi kontrolek bihêz, di aramîyê de pêk hat. Beşdarîya gel a hilbijartinan 41 ji % derbas nekir. Ev jî pejirandina şikestina hêvîya gel a li ser hebûna dewleta İraqê dide nîşan, ne a destûr û dewleta Federal! Beşa ku beşdarî hilbijartinan nebûye 59 % e. Ev nerazîbûna gelê İraqê rewşa dewletê eşkere dike.

Beşa ku beşdarî hilbijartinan bûye jî raya xwe pir eşkere kirîye, ku bandora Haşdî Şabî, sîyaseta mezhebî û tayfî qebûl nake. Daxwaz ew bû ku gelê İraqê bi beşdarbûna hilbijartinan Iraqê bibe qonaxeke nû. Ji ber wê jî Mustefa Kazimî di zûtirîn sibaha dengdanê de gazî İraqîyan kir ku:

“Divê bi rêya sindoqên dengdanê vê rastiya xwe biguherin, banga min bo Iraqiyan ew e ku deng bidin.”(!)

Gelo wê ev hilbijartin qonaxek nû ji İraqê re bîne?

Encama hilbijartinan erênî ye.

Di vê hilbijartinê (10.10.2021) de hêzên bi ser Haşdî şabî ve wek Fetih û komikên Nuceba, Hizbullah, Rebûllah, Esayîbên Ehlê Heq û fermandeyên derveyî hikûmetê wenda kirin. Lê wê ev bandor li avakirina hikûmetek nû de çawa derkeve ber me ne dîyar e.

Di nav Şîeyan de grûba herî mezin Tevgera Sedir e. Grûbên din yên Şîe ji encama hilbijartinan nerazî ne. Dibe ku di siberojê de li nav aliyên Şîe nakokî kûr bibe û rûbirûbûn serî hilde. Ev metirsî her heye. Ji ber ku grûbên ne yasayî yên dewleta kûr a İraqê wê zû bi zû encamên hilbijartinan qebûl nekin.

Di daxûyanîya rêberê Tevgera Sedir de jî bêhna alozîyan heye. Mukteda es Sadir dibêje; „hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.“(!)

Kurd û Sûnne ji vê daxûyanîyê wê aciz bin. Ji ber ku ne Kurd û ne jî Sûnne naxwazin ku hêzên hevpeymanan û Emerîka ji İraqê derkevin. Vê daxwazê wek sebeba alozkirina dewleta İraqê dibînin. Li İraqê metirsîyek şerê mezhebî a raketî heye ku derkeve têke jîyanê. Îran bi îhtîmala ku li İraqê wenda bike, wê van komên di xew de hişyar bike û daxe qadê.

Di van hilbijartinan de encam ne xerab in, lê wê ev encam bandorek û derîyekî nû ji İraqeke Federal û destûrnas re bîne an na? Erêkirina vê xwezîyê pir girîng e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev