”Dewleta bi lez, ava dibe bi rez û pez”

”Dewleta bi lez, ava dibe bi rez û pez”

Fermo, nivîseke nivîskarê malpera me Alî Gurdilî bixwînin û xwe li Kurdistaneke buhuştî hîs bikin.

Nivîseke ku tê da germahîya dilê dayîkê, şêkirdarîya lawê wê, hisreta di hindava bavê da,

gotineke pêşîyan ya kûrfikir, gotinên destana ser mêrxasê êzdîyan hebe,

êdî mirov çima wê navê Kurdistanê li xwe neke,

lê navê welatekî ku Kurdistanê dagir kirîye li xwe bike?

Redaksyona malpera RIATAZA dixweze vê gotina pêşîyan a

di sernivîsê da bi awahê kurdên Sovyet va raberî we bike:

Kê dinya dot?

Kê kirî û firot,

Lê dîsa negihîşte xeta cot 

Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît.  

 

Alî Gurdilî

Doh, ez çûm mala dêya xwe Xatûnê û rojekê, li cem wê mam. Min ferhenga xwe a felsefeyê nîşanê wê da û min go, wekî xatirat min diyarîyê bavê xwe kiriye. Hêsîr barîyan ji çavên wê, lê piştî çend deqeyan gelekî keyfa wê hat û go, xwezî bavê te jî bidîta. Lê em çi bikin, mala mirinê bişewite.

Piştre, bi qasî çend seetan me xeber da û em rûniştin. Ji min re, behsa gelek bûyerên zarokatîyê û bavê xwe (bapîro) jî, kir. Piştre go, xwezî çend pezên te hebûyan û te pez xweyî bikira. Pêşîyên me gotine ”dewleta bi lez, ava dibe bi rez û pez.” Min go dayê wele ez nikarim, lê xwezî min karibûya.

Piştre, go haya te ji Destana Dewrêşê Ebdî heye yanê na? Min go, min hinek xwendiye. Li ser vê gotina min, bi dilekî xembar behsa destanê kir. Min hinekî dengê wê qeyd kir û min go, bila li cem min be. Lê a balkêş bi meqam dema behsa destanê kir, go Edûlê gotiye ku ”Dewrêşo nemre lawo. Ez ê herim ji te re demsa Bêkendê û mewîjên Babosîya bînim.”

Ez dibêjim ji ber dêya min Bêkendî ye, ev hevok hatiye bîra wê. Şikir li ser hişê xwe ye, lê min nexwest ku ew xwe zahf biwestîne. Bi hêvîya ku ez ê rojekê tevahîya destanê jê guhdar bikim.

Têbinî: Gotina pêşîyên me a li jorê, li hinek deveran bi forma ”dewleta lez, bi rez û pez” jî dihê gotin.

Foto: Dêya min, rehmetîyê bavê min û mamê min Hemê (şewqe li serê wî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev