Li Rûsyayê xwendekarekî Kurd xelata “Kesayetê afirîner ê salê” bidest xist

Li Rûsyayê xwendekarekî Kurd xelata “Kesayetê afirîner ê salê” bidest xist

Moskow (Rûdaw) –  Li Moskowa paytexta Rûsyayê, ji nav 200 xwendekarên zanîngeha wî bajarî, 6 kes wek xwendekarên salê hatin xelatkirin û îsal xwendekarekî Kurd ê bi navê Norîk Mûsoyan Xelata “Kesayetê afirîner ê salê” wergirt ku xwendekarê Zanîngeha Avahîsazî ya Moskowê ye!

Ahenga taybet a pêşkêşkirina xelatên bo Xwendekarên Salê li hola Yekîtiya Ciwanên Rûsyayê ya li herêma Moskowê birêve çû.

Ji nav 200 xwendekarên zanîngehê Moskowê, 6 kes weke Xwendekarê Salê tên xelatkirin. Ciwanê Kurd Norîk Mûsoyan jî di beşa “Afrîneri`yê de xelat wergirt.

Norîk Mûsoyan, xwendekarê Zankoya Avahîsazî ya Moskowê, dibêje “Ev xelat ji bo min zef giring e. Ev cara duyem e ku ez beşdar dibim. Cara ewilê ez di înstîtuta xwe de wek xwendekarek baş beşdar bûm. Cara duyem ji min re dîsa girîng e. Di sala 2021an de di nav bajarê Moskowê de ez bûme xwendekarekî pir baş.”

Norîk Mûsoyan xwendekarê Zankoya Avahîsazî ya Moskowê ye û dê li gel her pênv xwendekarên xelatgir di fînala pêşbaziya tevahiya Rûsyayê de nûnertiya Moskowê bike.

Her serkeftina Norîk ji bo dayika wî Seda Mûsoyan weke cejnekî ye. Lewre, wê tevahiya jiyana xwe bo perwerdehiya zarokên xwe terxan kiriye. Seda Mûsoyan mamosteya dibistanê ye û ji bilî sê zarokên xwe, 35 xwendekarên Rûsî jî perwerde dike.

Seda Mûsoyan, dayika Norîk, mamosteya dibistanê, dibêje, “Min her tim xwestiye ji buçûkatiyê de hezkirinê bikim rehên zarokên xwe ji bo xwendinê. Ne tenê di dibistanên xwe de baş hîndibin, di zanîngehên xwe de jî baş hîndibin. Xwişka Norîk jî di zanîngeha pizîşkî de dixweyîne. Yê biçûk jî hê diçe dibistanê. Ev tişteke gelek giring û serkeftine ji bo min.”

Norîk li Êrîwana Ermenistanê ji dayîk bûye, lê ji 5 saliya xwe ve li Moskowê dijî. Par di asta zanîngehê de xelata Xwendekarê Salê xwergirtibû. Vê carê bû Xwendekarê Salê di asta Moskowê de. Norîk dibêje, ew rêwîyek e, ku li rêya xwe digere.

Xelata “Xwendekarê Salê”  projeyek pêşbazî û perwerdehî ya ji bo xwendekarên zanîngehan e, ku di jiyana perwerdehî, zanistî, werzîşî, afirînerî û civakî de xwedî destkeftiyên taybet in. Her sal 15 hezar xwendekar beşdar dibin.

Xelata Moskowê jî, ji aliya Yekîtiya Xwendekarên Moskow û Şaxê Moskowê ya Yekîtiya Ciwanên Rûsyayê ve tê rêkxistin. Proje bi piştevaniya Hikumeta Rûsyayê û Şaredariya Moskowê ve tê pêkanîn.

________________________________________________________________________________

_____________________________________________________________________

https://www.rudaw.net/kurmanci/world/151020214?fbclid=IwAR0w_UZ5bTyZsMSIj3_PXTi-E0ht6sEvzTiJ3MSwk333cbd5N-FyFdAAq_o

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev