Romana demên koronayê

Romana demên koronayê

Rohat Alakom

Nameyek ji bavê min re (Avesta, 2021) romana dawîn ya nivîskar Fawaz Husên e ku bi salan li Parîsê dijî û karên xwe yên edebî li wir berdewam dike. Roman ji nameyeke dirêj pêk tê ku lehengê romanê Feremez ji bavê xwe re şandiye. Navê bavê wî di romanê de derbas nabe. Bi salan e kur û bav ji hev dûr ketine, hev nedîtine. Ne tenê ji ber mercên xeribiya li Fransayê, dema Feremez li Suriyê zarok bûye jî, wî zêde bavê xwe nedîtiye. Wê demê Feremez li Amûdê li bal dayîka xwe, bav jî li gundê Kurdo li bal jina xwe ya din bûye. Bavê wî du caran zewiciye, gelek zarokên wî hene, qasî 17 kur û keç.

Nivîskar Fawaz Husên bi alîkariya vê romanê îmkan û mecalekê ji vî kur û bavî re amade dike ji bo ew hinekî hev nas bikin. Feremez ew daxwaz, xwezî û hêviyên bi salane ku di bin şiûrê xwe de depo kiriye bi saya vê nameya dirêj hêdî hêdî eşkere dike. Lehengê romanê Feremez ji ber vê jihevdûrketinê him vedigere rojên bihurî, xwe dirêjî mekanên wek Kurdo, Amûd, Heleb û Şamê dike, him jî li Parîsê dimîne û vê carê jî qala serboriyên xwe yên li Fransayê û li hin welatên din dike. Mirov dikare bêje ku Feremez di vê romanê de yan jî di vê nameyê de di navbera van dîyaran û du deman ango duh û îro de tê û diçe. Mecbûre here û bê. Çimkî Felemez salên xwe yên zarokatiyê û xortaniyê tu wext nikare ji bîr bike, bavêje alîkî. Ji aliyê din wî ji xwe re welatekî din jî peyda kiriye, Fransa. Beşeke mezin ya jîyana wî qasî 42 salî xerîbiya Fransayê derbas bûye. Ew di sala 1978an de ji Sûriyê derdikeve û berê xwe dide vî welatê ewrûpî. Vê carê ew bi hesreta dîtina bavê dijî: “Tenê bavekî mirovan heye!”. Feremez di salên xwe yên dawîn de dema di neynikê de xwe dibîne, tavilê bavê wî tê bîrê, ew bi van salên xwe di neynikê de dişebe bavê xwe! Di xwe de bavê xwe bi bîr tîne.

Romana Nameyek ji bavê min re di sala 2020an de hatiye nivîsîn. Di vê salê de çawa tê zanîn bi mîlyonan mirov bûn goriyên nexweşiya bi navê koronayê (vîrusa koronayê, covîda nozdeh). Nivîskar di romanê de ne li ser vê nexweşiyê, bêhtir li ser encamên wê yên civakî û derûnî disekine. Di cîhekî de ew wan mirovên ku bi vê nexweşiyê yek bi yek dimirin wiha dide nasîn: “…wekî mêşan dikevin”. Êş û elemên lehengê romanê Feremez jî mezin dibin. Ew dikare tenê tiştekî bike, ew jî nivîsîna vê nameya dirêj e. Di romanê de du şer hene: Şerê koronayê û Şerê Suriyê. Vê rewşê em bi gotinekê wiha dikarin bidin nasîn: kambaxî! Ne tenê korona û Şerê Sûriyê, vê demê grev û karberdanên karkerên fransî jî jîyana rojane zehmettir dikin, mirov nikarin ji cîhekî herin cîhekî din, şerpeze û perîşan dibin. Çi tê ber wan dişkênin, wek tofanê bela-belayî dikin, carina çawa pêşiyên me gotine, bela tên li ser hev tên.

Divê em li vir dîyar bikin ku nexweşîya koronayê û encamên wê wisa mezin û tehdîtkar dibin ku di dawiyê de dibin mijara edebîyata devkî û nivîskî jî. Ji ber vê jî ev romana Fawaz Husên niha na, lê di pêşerojê de wek romaneke koronayê dê bê hesibîn. Ev berhem belkî jî romana kurdî ya yekem e ku qala koronayê dike. Piştî lêkolîneke piçûk min dît ku bi dehan dengbejên kurd bi kilamên şînê ev belaya mezin ji xwe re kirine mijar, ji tirsa koronayê mirov nizanin çi bikin. Ji kilamekê: “Tev ketine hundir, serê xwe dernaxin ji tirsa mirinê”. Şewba koronayê li her welatê cîhanê belav dibe, ne sînor, ne jî menzîl nas dike. Di destpêkê de derman jî nayê dîtin, însan dikin girîn û şîn, hêviya wan tenê Xwedayê Mezin e, di kilamekê de wiha tê gotin: “Çare li bal te ye!”. Mirov êdî di qûla xaniyê xwe de girtî, dîl (esîr) dimînin, jîyan bi tevayî disekine, ditemire. Ev yeka ji bo lehengê romanê Feremez jî derbas dibe, tenê çend cîranê wî yên sirpî, hîndî, malî… hene, bi wan re dide-distîne. Ew tenê bi nîşandayîna destûrnameyê ya fermî dikare derkeve derve, nefesekê bigre. Di cîhekî romanê de Feremez wiha dibêje: “Derzek çi piçûk çi mezin li şûşeya dilê herkesî ketibû”.

Ne tenê korona, bi taybetî rewşa nas û endamên malbata mirovên Feremez jî li Suriyê qet ne baş e, di nav êgir de dijîn. Kes nizane li Suriyê kî li dijî kê şer dike, wek kaniya li bin gundê me, kî tê û kî diçe kes nizane. Di rewşeke wiha kaotîk de gelo mirov dikare çi bike? Lehengê romanê rêke aqilane hildijbêre, dest bi nivîsîna nameya xwe ya dirêj dike ku bûye mijara romanê. Nivîskar Fawaz Husên naxwaze romana wî tenê bibe romaneke reş. Ji ber vê carina ji mijara korona û Şerê Suriyê bi dûr dikeve. Ew vê carê qala hin ger û seferên Feremez dike. Feremez gera xwe ya Ûzbekîstanê qet ji bîr nekiriye. Ew li wir rastî husilcemalekê, keçeke ûzbekî tê, navê wê Şohîsta ye. Wisa xuya dibe ku ew dergehên dilê xwe bi temamî ji hev re vedikin. Feremez vê hevdudîtina romantîk ji bavê xw re jî vedibêje: “Ji te re behsa Şohîsta, keça ûzbekî jî bikim. Ew bercesteyîya spehîtiya jinê û xweşîya jîyana min e. Em li Buxarayê, bajarê kevn rastî hev hatin. Ez bawer dikim ku ez ê gelek caran vî navê xweş bi lêv bikim”.

Dema mirov romanê diqedîne, dibîne ku ew berhemeke otobîyografîk e, nivîskar Fawaz Husên gelek aliyên jîyana xwe -ji zarotiyê bigre heta dema nivîsandina romanê (2020)- tevî naveroka vê romanê kiriye. Gundê Kurdo cîhê bûyîna Feremez e, Amûd cîhê xortaniya wî, li Helebê zanîngeh qedandiye, beşa zimanê fransî xwendiye û li Şamê piştî qedandina karên xwe yên fermî li balafirê sîyar dibe, berê xwe dide Fransayê. Dema em tên dawiya romanê nivîskar bi dilekî vekirî qebûl dike ku ew êdî bûye perçeyekî du welatan, ew bi çar çavan hesreta dîtina welatê zarotî û xortaniya xwe maye: Amûda rengîn. Tevî kêmasiyan, nivîskar ji bo Fransayê, welatê xwe yê duwem jî gotinên dilgerm bi kar tîne: “…hezkirina min ji vî welatî re ji can û ji dil e”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev