
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
¤¤¤
Dilê min bo Nura min xweş diêşe. Di pêwendîyên me da tiştê herî xweş heta niha ew bûye, ku me hevdu dît. Weke ku me berî hezar salan hevwinda kiribû. Tu ezîza min î. De ka tu jî bêje. –Ez ezîza te me!
¤¤¤
A here xweş, herdem ez çi hîs dikim, wê dibêjim. Ango, hîç tiştekî zêde nakim, weke ku tiştek çê kim an zêde bikim, ezê nefretê li xwe bikim.
¤¤¤
Ez dixwezim hezkirîyên te nêzîkî te bin, wê demê wê kêfa te bê. Dema kêfa te hat, wê tesîreke pir erênî li ser evîna me bike.
Riataza