Olka meye Qazaxistanê

Olka meye Qazaxistanê

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)

 

Van dawîyan li torên civakî li ser kar û barên olka meye Qazaxstanê gelek dinvîsin û fikrên xwe raber dikin.

Rast mala Xwedê, tiştekî derew tê tune! Di nava dewletên Sovîyêta berê da olka meye Qazaxistanê olkeke here mezin û bi rûmet e. Eva olka qedîmî, xudana rê-rizm û her çiqas dîroka wê bi xem û tahl be jî, lê îro ew gihîştîye hêlanên gulvedanêye bilind. Em dikarin bêjin, wekî ev olk bi serî pêşewitî, xizmetkar û rêvebirên xwe ji bo hemû olkên meye netewî bûye nimûne. Çawa her olkek, di nava vê olkê da jî hinek pirsgirêk hene. Lê ew pirsgirêk ne ewqasî mezin û global in. Ew pirsgirêk bi saya pêşîkêşan hatîye û têne safîkirinê. Ez li welatekî mayîn dimînin û destûra min tune yekcar û dîrek bikevime nava kar û barên vê olkê. Lê bona pirs û pirsgirêkên her olkeke meye netewî em jî li welatên dinê dikevine nava tefekûrîyê…

Dîsa û dîsa sed korayî bona wefatbûna zanyarên meye mezin Nadir Nadîrov û Kinyazê Îbrahîm. Emek, ked û xebata wana ji bo pêşvebirina vê olkê tu caran nayê bîrkirinê û wê heta hetayê bê qimetkirinê û şêkirandinê.

Şikir roja îroyîn, ku vê demê gelek û gelek xizmetakarên meye naskirî, rewşenbîr û netewperwarên bi nav û deng li Komara Qazaxistanê hene û kar dikin. Navê wan serên pêsekinî îro ne tenê di nava dewletên Sovîyêta berê da, lê usan jî di nava hemû kurdên cîhanê da deng vedaye. Ji wana yek jî doktor-profêsor, karsazê navdar û berxudar Ezîzê Zîyo Bedirxan e. Ez vî merdemêrî û zanyarî zûva nas dikim û qedrê wî gelekî digrim. Ew rêvebirekî vê olkêyî hizkirî û zîrek e, teşkîldarekî bi talipe. Ev camêrê bi şareza, dîrokzan û lêkolînerê xudanşuret terbîyet-torê xwe di maleke qedîmî û ocaxzade da hildaye. Bavê wî – Zîyoyê Elî Bedirxan û dayka wî – Gulistana Silo hemû ewledên xwe bi ruhê kurdperwarîyê perwerde kirine. Rehma Xwedê li apê Zîyo û meta Gulistanê be!

Ger ez bajarvanê Komara Qazaxistanê bûma, ezê sibê, 22-ê cotmehê bi heyr û hewas biçûma hemcivîna Rêxistina kurdên vê komarê û hemû xûşk û birayên xweye hizkirî, xêrxwez û pêşewitîyên gelê meyî li vira silav bikira, lê we ra rast bêjim, minê Ezîzê Zîyo wek bira û heval hembêz bikra û enîya wîye vekirî maç bikira!..

Di wêne da: ez û Yûra Nabîyêvê rehmetî li oda karê Ezîzê Zîyo Bedirxan. Heft xwezil hingê, gava em bona 70-salîya doktor-profêsor, akadêmîkê dinêeyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (mikanê wî li buhştê be!) li Almatîyê bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev