Çand û edebîyeta me li Ermenîstanê dîsa geş dibe

Çand û edebîyeta me li Ermenîstanê dîsa geş dibe

Xuya ye wêje û ulmê kurdî li Ermenîstanê careke din wê geş bibe.

Ji ber ku gencên me yên zên û jêhatî serî hildidin.

Yek ji wan jî xudanê van helbestan e, ku herwiha karê zanyarîyê va jî mijûl e

û hewil dide li Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Ermenîstanê

careke din beşa Kurdzanîyê bide vekirinê.

Têngîzê Sîabendî

 

“Karê dil”

Demek dirêj e guh nedame
Ka dilê min çi dibêje
Erê! ev yek bo min baş e
Wekî carna dil dipeyive.

Dil hemû hundirê min
Li ber çevan radixe
Hemû şaşî, kêmasiyên min
Ji ber lingên min derdixe.

Carna jî dil dixapîne
Li pey tiştên pûç dinihêre
Divê çev tim li ser wê be
Wekî hişê me kor neke.

 

“Koma mezinan”

Ez hiz dikim dema mezin
Li ser hev kom dibin
Hêdî-hêdî gilî, gotin
Mîna êgir pir gurr dikin.

Yek gazinê xwe dike
Yê din payê xwe dide
Yekî din jî qe rê nade
Mijara gurr hinek sar be.

Îcar her kes dengê xwe
Heta ezman bilind dike
Yekî nezan eger hebe
Wê bifikire şer û dew e.

Lê na heyran, şer nîne
Dem dema mezinan e
Gava ba hev kom dibin
Gilî, gotin pir gurr dikin. 

“Welatê Min”

Demek dirêj e ku çevê min li pişt çiyan dinêre
Û dilê min di gel hişê li wir wek çem diherike,
Lê bi hisret her cara ku dixwazim te hembêz kim:
Ax wê demê ez hîs dikim wekî çiqas ji te dûr im.

Welatê min ji te dûr im
Xerîb im ax, xerîb im.

Xerîbiyê de bin sîngê min dil ji bo te tim lêdide
Ji bo hisret û hezkirina te gotinên strana derdixe
Her şev û roj bêdengiyê de dilê min bo te distirê
Û vê stranê bêdawî ji zarê min qet kêm nebe.

Welatê min ji te dûr im
Bona te ez dilbirîn im. 

Belgê Serxwebûnê

Mîna belgê dara payîzê
Ji çiqilê xwe qetîya me
Erê! ji dest bayê bihêz
Ji warê xwe dûr ketime.

Rast e niha xerîb bûme
Û ji dara xwe qetîya me
Lê ez bûme siwarê bayê
Bûme belgê serxwebûnê.

Wek belgeka siwarê bayî
Min lixab xistîye devê wî
Wekî serî li ber min deyne
Rû bide welêt, biçe ber bi wî.

“Were serxwebûn, were”

Were serxwebûn, were
Derengî nemîne, zû bike
Jiyan gelek kin û kurt e
Ku herheyî hêviya te be.

Jiyan mîna çemê dikişe
Di gel bayê difire diçe
Bi lez û bez derbas dibe
Îro sax, lê sibê mirî me.

Ew tenê Xwedê dizane
Jiyana min çiqas maye
Loma îro, ne ku sibe
Were hê ku ez jî heme.

Ez niha wek sêwî me
Bêy te situxwar bûme
Erê, xelk ser min dikene
Divê bes e, dev jê berde.

Were serxwebûn, were
Demsala biharê de were
Di gel baranê hûr bibare
Were jiyana min nû ke.

Tu bi def û zirneyê were
Bi govend û dîlanê were
Tu bi eşq û şahiyê were
Şîn û girî ji min dûr bixe.

Êdî bira dinya bizanibe
Ku Xwedê di nav me ye
Ew lavayên me bihîstiye
Û serxwebûnê daye me.

Wêne: Arif Zêrevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev