Di Felsefeyê de Têkilîya Têgihên Spehîtî, Xweşî, Heqîqet û Gewremedîyê

Di Felsefeyê de Têkilîya Têgihên Spehîtî, Xweşî, Heqîqet û Gewremedîyê

Nivîskarê malpera me Alî Gurdilî daxwez kirîye

em vê gotara wî pêşî di malpera xwe da çap bikin.

Em vê daxweza wî pîroz dibînin û pêk tînen. Kerem bikin!

Alî Gurdilî

1- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Xweşiyê

Hinek feraset û ekolên hunerî, têgiha ‘spehî’ û ‘xweş’ ê, wekîhev dibînin. Ji vê nêrînê re ”Hedonîzma Estetîk” (Coşîparêzîya Estetîk) dihê gotin. Li gor vê nêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirovan. Lêbelê, hemû tiştên xweş, ew dizanin ku ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşiyê, ji hev cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; ”xweşdîtin (ecibîn, ecibandin), asteke (derece) şexsî îfade dike. Lêbelê spehî, ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineke hevpar ve diqeside.”

2- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê

Têgiha heqîqetê (rasteqînî, rastî) li derveyê heqîqeta mantîqî (bûyerî), di wateya heqîqeta metafizîkî de ye. Rastîya bûyerî (mantîqî), rastiya pêşniyarîyan nîşan dide. Rastiya (heqîqet) metafizîkî jî, bi têgihiştina cewhera (naverok) heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon, spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lêbelê, Kant van du têgihan ji hev cuda dike. Li gor nêrîna Kant jî, heqîqet (rastî) nirxekî mantiqî û zanistî ye û aîdê qada zanistê ye. Spehî jî, nîrxekî sehekî ye û aîdê qada ciwannasiyê (aesthetics, estetîkê) ye.

3- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Başiyê

Li gor Platon spehî (delal, xweşik) û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî, spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Lev Tolstoy jî, ramanekê ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: ”Hunera, ku ehlaqê me xurt û geş neke, ew ne ti huner e.” Li gor dijberên vê ramanê jî, divê ehlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtîyê, heke pêwist be divê ehlaq jî feda bibe. Kant, têgiha spehî û baş, ji hev cuda dike û maneyên cihê, li wan bar dike. Loma gotiye: ”spehî, nîrxeke estetîkî ye û têkilîya wê, bi hestên me re heye. Baş jî, nîrxeke ehlaqî ye û têkilîya wê, bi tevgerên me re heye.”

4- Têkilîya Spehîtî û Gewremendiyê

Gewremend (berz, bilind) jî wekî spehîtiyê, têgiheke ciwannasîyê (aesthetics, estetîk) ye. Arîstotales gewremendî û spehîtîyê, ji hev cuda dike. Li gor nêrîna Arîstotales, çiyayên bilind gewre (berz) in û meriv, nikare wan bi têgiha spehî biwesfîne. Loma gotiye ”têkilîya spehîtîyê, bi objectê (bar, nesne) re heye û dadbarîyên (daraz, yargı) sînordar û kifş, îfade dike. Li cem a spehî, rêkûpêkî, hevgirî û aheng heye. Bi têgiha berz (bilind) re jî, bêsînortiyeke ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtiyek dihê vegotin.” Feylesofekî din ê ku têgiha gewre (berz) û spehîtîyê ji hev cuda kiriye, dîsa Immanuel Kant e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev