Romannûs Jan Dost xelata ”Mem û Zîn” wergirt

Romannûs Jan Dost xelata ”Mem û Zîn” wergirt

Duyemîn Festîvala ”Mem û Zîn”ê li navenda çandê û bi pêşengiya Wezareta Çand bi navê (Rewşa Wêjeyê li Kurdistanê) bi rê ve çû. Nivîskar û romannûs Jan Dost xelata ”Mem û Zîn” wergirt.

Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Ew di 12’ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir, paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Elmanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.

Jan Dost ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Elmanyayê ye

Kovara Rêname

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev