Berhemên kurdzanên me – 255

Berhemên kurdzanên me – 255

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa pêncan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -5

Di destpêka çileya paşîn 1980 da, gênêralên ordiya Tirkiyê ji hukûmetê de’w kir ku mecalên berk qebûl bike bona hincirandina şerkariya karkeran, tevgera Kurdan a millî. Wek bersîva wê ultimatumê, PSKT, PPKK û hevalbendên PK ber bi hemû hêzên dêmokratîk bûn û bang kir ku yek bin bona dijî faşîzm û rêaksyonê şerr bikin (188, 1980, No 9-10, r. 13). Hema wê salê li Bitlîsê PPKK, PSKT û Ala Rizgarî yekîtiya hêz û karkirinê çê kir, û ew yekîtî diviya dijî kirinên rêaksyonêr û provokasyonên polîsî şerkarî bike (188, 1980, No 9-10, r. 12).

 

Di sibata 1980 da, sê rêxistinên Kurdan Daxuyaniyek di derheqa sazkirina Yekîtiya Hêzên Kurdistanê yên Millî-Dêmokratîk çap kir (li 50 binihêre). Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê û KUK ketin nava wê yekîtiyê.

 

Di nava wê daxuyaniyê da Yekîtiya hêzên millîdêmokratîk li ser wê baweriyê bû ku di navbera hêzên gelên kurd û tirk ên şoreşgeriyê û dêmokratîk da hevgirtineke bi hêz û karkirina tevayî dijî neyaran hebin. Di nava wê da dihat gotin ku bona şerpezekirinteribandina planên civakên hukumdar, empêryalîzm û faşîzmê, bona girtina pêşiya êrîşkirinên wan û pêkanîna mecalan bona ku gelên kurd û tirk mexlûqetiya aza saz bikin, pêwîst e her du gel bi hev ra hêzên xwe yên şoreşgeriyê, dêmokratîk û pêşverû bi kar bînin. Di nava dêklarasyonê da dihat xuya kirin ku rêxistinên siyasî yên li jor xuyakirî, ku gavên pêşîn li ser riya sazkirina Yekîtiya hêzên millî-dêmokratîk di goveka Kurdistanê da saz kirine, gelek tevger xerc kirine bona ku çiqas bikaribin zûtir yekîtiyeke usa ku hemû hêzên sosyalîst, dêmokrat û welatparêz di goveka temamiya Tirkiyê da bike yek çêkin, bona şerkariya dijî empêryalîzm û faşîzmê û qûltiya miliî (50, r. 30-31). Yekîtiya hêzên millî-dêmokratîk bangî hemû hêzên şoreşvaniyê-dêmokratîk, hemû xebatkaran û kesên pêşverû dike ku yek bin û şerkariyê dijî empêryalîzm, kolonyalîzm û faşîzmê bikin (50, r. 32).

 

Yekîtiya hêzên millî-dêmokratîk – di nava wê dokumentê da hatiye nivîsîn – şerkariyê dike bona van daxwaziyên gelên kurd û tirk û van nêzîkayiyan di nava jiyanê da pêk bîne : hildana halê eskeriyê û devjêberdana zordestiyê li hebsan û êşkenceyên di hindava girtiyan da, azakirina girtiyên pêşverû û yên siyasî yên şoreşger, destjêkişandina zorlêkirinê û sekinandina qedexekirina weşana pêşverû, berdana kêmkirina mafên weşanê û weşanên bi zimanê kurdî, ji bo her milletek naskirina mafê ku bi zimanê xwe yê dê bixwîne, sazûmana hînkirin-terbiyekirinê ya rasîzm-şovînîzmê ku bi naveroka helandinasîmîlasyonkirinê ji ortê bê hilanîn, miqalên pirtûkên mehkemekirinê yên 141 û 142 divê ji kokê va bên hildan, ew qedexekirinên di derheqa partiyên siyasî û hilbijartinan da, yên ku mafên kesan û rêxistinan kêm dikin, jî divê bên hildan; bona lê gulanê ku roja yekîtiyê û serhildanê hesab dibe bi resmî bê derbas kirin; bona rêforma ziraî ya dêmokratîk bê miaser kirin, wargên jiyînê yên rex sînor ji bombe û lexman aza û paqij bin; her bajarek gotî xebatê

 

bistîne, bacan nede an jî kêm bide; her xort û keçek divê bikaribe wekî hemuyan xwendinê bi dest bîne, hemî rêxistinên faşîzmê divên ji navê rabin; Partiya Heja Nasyonalîzmê û yên mayîn divê bên qedexe kirin; divê ji NATO derkevin, ji ber ku ew bloka herî agrêsîf e; peymanên bi empêryalîzmê ra hatine girêdan divê pûç bên hesibandin; gotî bazên eskerî bên hilanîn; divê bi tu organîzasyoneke empêryalîst ra girêdayî nebin (50, r. 27-29).

 

Yekîtiya hêzên Kurdistanê ya millî-dêmokratîk, ku ji aliyê niştimanperwerên Kurdan hatibû saz kirin, bi gaziyê ber bi hemû hêzên Tirkiyê yên dêmokratîk û pêşverû bû ji bo ku şerkariyê bona sazkirina yekîtiya hêz û karan ku di nav wan da usa jî divê hemû rêxistinên dijî empêryalîzmê û dijî faşîzmê hebin, bikin. Wê bang dikir ku hemû hêzên siyasî yên pêşverû ber hev bibin, armancên xwe enene bikin û amade bibin bona tevayî kar bikin (219, 1980, No 5, r. 6).

 

Rast e, ew yekîtiya partiyên Kurdan ên siyasî di paşdemê da ji hev belav bû, kemala wê pirr bû bona yekkirina komele-rêxistinên Kurdistana Tirkiyê yên cihê-cihê, bona şerkariya xwe ya ji bo safîkirina pirsa Kurdan li welêt li ser bingeha dêmokrasiyê.

 

Di 8 adar 1980 da, li Mêrdînê mîtînga Yekîtiya hêz û karan hate derbas kirin. Dêmokratên Şoreşger, “Özgürlük Yolu”, Yekîtî û Hevalbendî, Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê, Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê ew hazir kiribû. Tevî mîtîngê usa jî yekîtiyên pêşekariyê, rêxistinên dêmokratîk, komelên jinan û sen’etkaran dibûn. Mîtîng di bin nîşana yekîtiya rêxistinên gelên tirk û kurd ên pêşverû di şerkariya dijî karên hukûmetê yên rêaksyonêr di hindava heja karkerên welêt da hate derbas kirin û tê da piştgiriya heja millî li Kurdistana Tirkiyê hat kirin (188, 1980, No 11-12, r. 4).

 

Wê demê li welatên derve jî danûstendinên xebatkarên tirk û kurd xur bûn. Di hezîrana sala 1980 da, Fêdêrasyona Komelên Karkerên Kurdistanê li Almanya Roava (KOMKAR), Komelên Karkerên Dêmokrat ên Kurdistanê li Ewropa (KKDK), usa jî Federasyona Yekîtiya Karkerên Tirkiyê li Almanya Federal (FIDEF) bi tevayî bangek weşand û tê da pelixandina hêzên Tirkiyê yên pêşverû gunehkar û rexne kir û îlan kir ku karkerên tirk û kurd ên Almanyayê bi birayên xwe yên li Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê yên ku şerkarî bona hilanîna zagonên ne dêmokratîk (herweha miqalên mehkemekirinê 141 û 142) dikin ra ne, dijî qedexekirina rêxistinên karkeran û dûgerîna weşana dêmokratîk tên, bang dikin ku protêstoyên xwe dijî zêrandina gelê kurd bi hêz bikin, dijî têrorê, rasîzmê û şovînîzmê derkevin (li 79 binihêre).

 

Di van şertan da wan siyaseta xwe ya di hindava pirsa Kurdan da ya rêaksyonêr berdewam dikir, xwe usa nîşan dida ku xwedê giravî ew wê nabîne. Ewha, waliyê navça Diyarbekirê, Erdogan Sahinoglu, di havîna sala 1980 da gotiye : “Ez li ser wê baweriyê me ku pirsa Kurdan tu neye. Bineciyên Tirkiyê yên ku li ber zagonê wek hev in gişk jî Tirk in” (257, 11.6.1980).

 

Bi gotinên wî, dijwariyên Diyarbekirê yên herî mezin aborî ne. Wî nîşan da ku li bajêr ew hemû destçêxên ku perçe çê dikin, penîr davêjin û araqê digirin in, ew gelek hindik in û divê jimara wan zêde bikin (257, 11.6.1980).

 

Nûçegihanê rojnama “New York Times”, Merwîn Hawû, ku di derheqa rewşa Kurdên Tirkiyê da dipeyive, dinivîse : “Seredan û gera min li Diyarbekirê, peyv û gotebêjên min ên tevî gelek bineciyan destûr didin min ez bêjim ku di nava Kurdan da xwehesîna fehmdariyê gelek bilind e, û di wê yekê da ew tiş t roleke giring dilîze ku ew ji dîwana merkezî ne razî ne, jl ber ku ew naxwaze ku ew navçe pêş va here û guhdariya xwe ya sereke datîne ser pêşdaçûyîna perça Tirkiyê ya roavayê (257, 11.6.1980). Lê kar ne tenê di wê yekê da ye. Sebebê sereke bona nerazîbûna bineciyên Kurdistana Tirkiyê ew e ku komên serkarîkir dicedand ku pirsa Kurdan bi ferzend-mecalên eskerî-polîsî, bi hovîtî safî bikin û daxwaziyên Kurdan ên millî hilnedin ser hesêb, pişt guhê xwe va bavêjin.

4. Pirsa Kurdan di şertên rejîma eskerî da

Di payîza sala 1980 da, rewşa hundirî ya siyasî li Tirkiyê bi carekê va hate hişk kirin. Nemithîmtiya siyasî ku ji ruyê şerkariya du partiyên burjuwa yên sereke, Partiya Heqiyê û Partiya Gel a Komarî, pêş da hatibû, ber bi têrora ku rêxistinên milletçî yên rastê tev rakiribû hat kûr kirin. Tenê berî du salan bi destê êkstrêmîstan ji 5.000 kes bêtir hatin kuştin û ji 14.000 bêtir hatin birîndar kirin. Bêtir merivên ku xwediyên bîr û baweriyên pêşverû bûn dihatin kuştin. Karûbarên êkstrêmîzmê bi xiringêla aborî ku hatibû serê Tirkiyê va pêş va diçû, rewşa civakî jî gelek xerab bûbû. Heja karkeran a xebathiştinê, yên ku de’w dikir ku meaşê wan bilind bikin û qewlên xebatê bidin pak kirin, jî gumreh dibû. Şerkariya Kurdan bona destxistina mafên millî x u rttir dibû.

 

Di van şertan da, di 12 îlon 1980 da, li Tirkiyê wergerandina dewletê hate pêk anîn. Serokatiya hêzên eskerî dîwan hilda destê xwe. Wê Şêwra bêqeziyabûna millî (MIT) da saz kirin. General Evren bû serokê barêgeha sereke. MIT fonksyonên organa zagondariyê hildan destê xwe. Qumandarên hêzên Tirkiyê yên peya, eskerî-hewa û eskerî-behriyê, usa jî qumandariyên cendirme û polîs ketin nava MIT. Şêwra bêqeziyabûna millî meclis û hukûmet ku serokê wê Demirel bû ji hev belav kirin, wê karkirina hemû partiyên siyasî, herweha rêxistinên mexlûqetiyê jî, qedexe kir, destpêneketina parlementê da hildan û li ser temamiya axa welêt halê eskerî îlan kir (87, r. 277). Serokên eskerî wek ên berê dest pê kir îlan bikin ku ew tu mafekî Kurdan ê millî nas nakin. Ewha, serekê dewletê, Kenan Evren, di nava hevpeyvîna xwe ya 19 oktobr 1981 da di kovara “Shpigl” da ewha dibêje : “Kurd gelek caran rabûne cengê, hela dema imperatoriya Osmanî û Ata-TUrk da jî. Li ber me planeke şeytanî heye.

 

Gava Komara Tirkiyê s ist dibe, Kurd serhildanan dikin, dixwazin bi alîkariya hêzên derve Tirkiyê perçe-perçe bikin Di dûmayîkê da jî dibêje : “Kurd hene. Lê emê destûr nedin wan ku ew welêt perçe bikin. Ewê tu tiş tî ji me nestînin. Emê hertiştî bikin ku em wê pirsê ji kokê va rakin”. Serekwezîr Bulent Ulusu bi dizî îlan kir : “Ordiya me ewê b t hemû hêzên xwe dijî veqetandinxwazan li ber xwe bide û wan bihincirîne” (127, 1983, No S, r. 7).

 

Rejîma eskerî ku di siyaseta xwe ya dijî Kurdan da berdewam dikir, biryar qebûl kir ku li ser temamlya sînorê Sûriye, Iraq û îranê wa gotî “navçeya bêqeziyabûnê” bi dirêjayiya 10-20 km saz bike. Anegorî biryarê, qedexe kiribû ku kesên ku li wê navçevê dijîn ji norma dîwanê ya nîşandayî zêdetir pez-dewar û hasilata malhebûna gundîtiyê xwedî bikin. Dîwana eskerî bi navê şerkariya qaçaxçîtiyê li Gaziantep, Diyarbekir, Kilis, Batman, Dogubeyazit û gelek bajarên mayîn ku piraniya bineciyên wan Kurd bun bi hezaran dikan da girtin. Dîwana eskerî karkirina rêxistinên mexlûqetiyê yên pêşverû, herweha Konfêdêrasyona Yekîtiya Pêşekariyê yê Şoreşgeriyê ya Tirkiyê (DISK) û komela mamosteyan (Top-Der) ku tevî wan Kurd jî kar dikir qedexe kirin. Bi biryara dadgehê, ji serokatiya Top-Derê 50 mirov gunehê hetanî 9 salan stend. Mehkema wan hat kirin ji ber ku Komela Mamostan dijî sîstema dersdayînê ya şovînîst, zêrandina gelê kurd, qedexekirina ziman û çanda wî, bona dêmokratîzekirina sîstema ronayîdariyê li welêt, ji bo mafê Kurdan ku bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin pêş da hatibû, usa jî de’w kir ku gelê kurd bi xwe qederê xwe qerar bike (196, 1982, No 38, r. 1).

 

Dîwana Tirkiyê ya eskerî rojname û kovarên nûnerên rewşenbîrên Kurdan ên bi nav û deng, wek Roja Welat, Özgürlük, Rizgarî, Özgürlük Yolu, Jîna Nû, Devrimci Demokrat Gençlik, Têkoşîn û yên mavîn, dan girtin. Salên 80 mehkema serok û endamên partiyên Kurdan ên siyasî, rêxistinên mexlûqetiyê, weşanvan û belavkirên edebiyata kurdî yên li Kurdistanê berdewam dibû. Gişk jî di nava tiştekî da dihatin gunehkar kirin, ew jî karê wan dijî yekîtiya milletê tirk bû û ku bi wê karê wan dixwest Tirkiyê perçe bikin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev