”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 44

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 44

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da”. Em îro ji sê beşên wê beşa sisîyan, ango a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da -3

V. Vêrtyayêv

Peymana Lozanê ya Aşîtîyê ya sala 1923an bû encama şerê Tirkîyê yê miletîyê-azadarîyê û hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê testîq kir û vê yekê jî tesîr li ser kişandina sînorên sîyasî yên wî welatî kir.

Di nava demeke kurt di destpêka sala 1920î da di navbera îmzekirina Peymanêyên Sevrê û Lozanê yên Aşîtîyê da, li Tirkîyê çend serhildanên kurdan yên mezin bûn, wek nimûne, serhildana Koçgirîyê û Dêrsimê, lê ew hemû jî hevgirtî nîbûn û ji alîyê artêşa tirkan da hatine têkbirin. Eger em behsa kurdên Kurdistana Başûr bikin, em dikarin bêjin, ku qedera wan jî li Konferansa Lozanê dihate biryardan, lê ew ne wek delegasyoneke cuda hatibûne wira. Lema jî Lozanê rastîya pirsgirêka kurdan bo kurdên Îraqê tam guhart, rêyek tenê ber wan hîşt, ku lazim e întegreyî nava dewleta Îraqê bin, ku wê bihata damezirandin. Lê Tirkîye bi awayekî berk derkete dijî sazbûna dewleta Îraqê.

Kemalîstan digotin, ku piranîya niştecîyên Mûsilê kurd in, û Komara Tirkîye jî, bi gotina serekê delegasyonê Îsmet Paşa, dewleta “tirkan û kurdan” e, lema jî Mûsil gerekê bikeve nava axa Tirkîyê. Lê nûnerên dewletên Awropayê ser wê bawerîyê bûn, ku delegeyên kurdan jî wek yên tirkan gerekê tevî xebata Konferansa Lozanê ya Aşîtîyê bibin. Ser vê meseleyê serekê delegasyona tirkan Îsmet Paşa (Mustafa Îsmet Înonyu) got, ku ew nûnerê gelê kurd e, çimkî ew bi xwe kurd e, ango eynî tişt got, çi ku Şerîf Paşa berî çar salan li Konferansa Parîsê gotibû.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê li sala 1921ê Konferansa Londonê hate derbazkirin. Li wir delegasyona Tirkîyê dida bawerkirin, ku kurd û tirk miletek in û wana biryar kirîye dewleteke nû damezirînin:Komara Tirkîyê. Bi wê ra tevayî nûnerên Tirkîyê dixwestin, ku şertên Peymana Sevrê bêne nermkirinê. Ew yek bi serketinên artêşa tirkan ya bi serokatîya Mustefa Kemal va girêdayî bû, ku şerê dagirkarîya ji alîyê welatên dereke Îngilîs, Fransayê û Yûnanistanê dikir. Brîtanîya Mezin jî de`w dikir, ku gerekê di Peymanê da xalek hebe derheqa wê yekê da, ku mafê kurdan yê otonomîyê heye, eger ew yek bi biryara Meclîsa Bilind ya welêt bê daxwezkirin: daxweza kurdan gerekê bi cûrê guftûgoyan bê pêkanînê û gerekê hemû axên ku kurd ji kal û bavan da li ser dijîn, bidine ber çavan, herwiha wilayeta Wanê, wisa jî wilayeta Mûsilê, xênji axa Îranê. Serekê delegasyona tirkan Bekir Samî li hevraxberdanên li Londonê wezîrê karên der yê Brîtanîya Mezin lord Kerzon dida bawerkirinê, ku ”di navbera tirkan û kurdan da ferqeke wisa heye, weke ku di navbera îngilîsan û şotlandîyan da heye, û ev yek nikare bibe asteng bo ewana bibin hemwelatîyê dewletekê”4.

Ji nivîsên Wezîreta Brîtanîyayê ya Karên Der bo Tirkîyê xuya dibe, ku Brîtanîya di dawîyê da razî bûye, ku xala derheqa Kurdistanê da ji Peymana Sevrê derxe û pêşnîyar kirîye pirsa otonomîya kurdan bidine ber destê hukumeta kemalîstan li Enqerê, ku ew li ser bisekine û biryarê bide. Ango, ji wê demê Îngilîs pirsa kurdan li Tirkîyê dihesiband wek karê hundur yê dewleta Tirkîyê.

Peymana Lozanê a Aşîtîyê derbeke xedar gîhande tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê di hêla statûya wê a navnetewî da, ji ber ku pirsa kurdan, ku kakilê wê hewildana bo bidestxistina mafên miletîyê bû, bûbû faktoreke giring ya jîyana sîyasî ya Tirkîyê, Îraqê, Sûrîyê û Îranê û bi rû va dihate hesibandin wek karê wan yê hundur.

Girêdana Peymana Lozanê di sala 1923an da û dayîna biryara statûya wilayeta Mûsilê bo Koma Miletan dihate wê wetayê, ku Împêratorîya Osmanîyê êdî ji hole hatîye rakirin. Lê kurd wek berê bûbûn dîlgirtîyên pirsa Mûsilê di pêwendîyên Tirkîyê û Brîtanîya Mezin da.

Di destpêka salên 1920î tevgera tirkan ya miletîyê-azadarîyê bi serokatîya Mustefa Kemal ya dijî dagirkarîya dewletên Roavayê wisa kir, ku miletê tirk hevdu girt, di navbera xwe da yekîtî çê kir. Tirkan di şerê dijî împêrîalîstîyê yê bi artêşên dagirkar yên dewletên Awropayê – Brîtanîya Mezin û Fransayê ra kurd wek hevalbendên xwe didîtin. Çavê Tirkîye bi xurtî li ser wilayeta Osmanîyê ya berê – Mûsilê bû, ku tê da ne tenê kurd, lê herwiha ereb û xaçparêz jî diman. Pêşî axa Mûsilê ji alîyê Brîtanîya Mezin da hate zevtkirin, pişt ra ew kirine nava axa Qiralîyeta Îraqê, ku di bin hukumê Brîtanîyayê da bû. Di biryara Şêwra Koma Miletan ya 16ê çileya pêşin sala 1925an derheqa wê yekê da dihate gotinê, ku ”hukumeta Brîtanîyayê razî ye, wek dewleta xwedî mandat, xwerêvebirî bide niştecîyên kurd û wan biparêze”5. Lê hukumeta Tirkîyê ya kemalîstan di hindava xwe da biryareke wisa nikaribû bida, piranî jî bo wê yekê, ku ditirsîya, ku wê herêmên kurdan ji Tirkîyê bêne veqetandin. 11ê adarê sala 1926an Şêwra Koma Miletan wa gotî ”xeta Bryûsêlê” wek sînorên di navbera Îraqê û Tirkîyê da qebûl kir: ew sînor xeta pêşenîyê ya jihevcudakirinê bû, ku heta îmzekirina Peymana Lozanê a sala 1923an hebû. Komîsyona navnetewî, ku nûnerên Swed, Bêlçîkayê û Macaristanê diketine navê, testîq kir, ku di hêlekê va tu mafê Îraqê li ser wilayeta Mûsilê tune, lê ji bo parastina berjewendîyên kurdan biryar kirin wilayeta Mûsilê bdi nava axa Îraqê da bihêlin. Lê dîsa jî, Koma Miletan, ku di karê qebûlkirina biryara derheqa qedera wilayeta Mûsilê da xwedî desthilatdar bû, xeta Bryûsêlê wek sînorê di navbera Îraqê û Tirkîyê da testîq kir.

Pêncê hezîranê sala 1926an di navbera Brîtanîya Mezin, Tirkîyê û Îraqê da Peymana Enqereyê hate girêdan derheqa kişandina xeta sînor di navbera Tirkîyê û Îraqê da. Bi bawerîya dîrokzanê Îngilîs yê binavûdeng A. Toynbee, minaqeşekirina pirsgirêka Mûsilê li Koma Miletan qet ne bi dilê Tirkîyê bû û naskirina xeta Bryûsêlê wek sînorê du dewletan bi wê yekê va tê şirovekirin, ku ”Tirkîye wê nexwesta garantîyan bide ku li ser axên ku dikarin bidine Tirkîyê, wê xweserîya kurdan bê erêkirinê û wê qedirê mafê kurdan bên girtinê. Di hêleke din va, kurdên ku li ser axa Îraqa di bin hukumê Îngilîsan da diman, qet ne dixwestin ku careke din hukumê Tirkîyê li wan vegere”6.

Bi vî awahî, piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê Kurdistan di nava sînorên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê perçekirî ma. Lê mafê kurdan bo damezirandina dewleta xwe a serbixwe hema di Peymana Sevrê da hate qeydkirin, ya ku bi demkurtîya xwe va jî, bû belgeya navnetewî a pêşin ku kurd wek milet hate naskirin.

Mark Sykes (1879–1919) — sîyasetmedarê Îngilîs, rohilatzan, dîplomat, nivîskar. Yek ji xudanê Peymana Sykes-Picot.

Sînorên hukumkirinê yên Brîtanîya Mezin , Fransîyayê û Împêratorîya Rûsîyayê li Rohilata Nêzîk gorî Peymana Sykes-Picot 1916 s.

Xerîteya Kurdistanê, ku Şerîf Paşa li Konferansa Parîsê ya Aşîtîyê raber kiribû

Çavkanî: Özoğlu H. Osmanlı Devleti ve Kürt Milliyetçiliği. İstanbul, 2005. S. 54.

Mehmed Emîn Ali Bedirxan  (1851–1926), cîgirê serokê Komeleya Tealîya Kurdistanê

Îmzekirina Peymana Sevrê

Alaya Kurdistanê cara pêşin li Konferansa Parîsê a Aşîtîyê û li Sevrê di sala 1920î hate pêşnîyarkirin. Di paşdemê da ew bû alaya Kurdistana Îraqê a fermî.

Mustafa Kemal (Atatirk) (1881–1938). Serokê tevgera milî-azadîyê ya gelê tirk, karmendê dewletê, serleşker. Serokkomarê pêşin yê Komara Tirkîyê.

Axa Kurdistanê a xeyalî gorî Peymana Sevrê, 1920 s..

Axa binmandat ya Sûrîyê û Libnanê, 1922 s..

*  Dewleta Helebê ku axên kurdan û yên senceqa Aleksandrettê ketibûne navê (yên sala 1939 ji alîyê Tirkîyê da hatibûn dagîrkirin.

Mustafa Ismet Inönü (1884–1973). Bi esilê xwe va kurd e, serekê delegasyona Tirkîyê li Konferansa Lozanê (1923). Serekwezîrê pêşin û serokkomarê duduyan yê Komara Tirkîyê.

1923 г. Delegasyona Tirkîyê li Konferansa Lozanê 1923 s.

Mûsil û derûdorên wê. Wêne: L. Burgardta

© Beşa destxetên ÎRR ARZ

 

Çavkanî:

1) The Papers of Woodrow Wilson / Arthur S. Link et al. (eds). Vol. 45. Princeton, 1984. P. 536.

2) Di paşdemê da Mustafa Kemal navê Ataturk li xwe kir, ku tê maneya «bavê hemû tirkan».

3) Treaty of Peace with Turkey. Signed at Sevres, August 10, 1920. London, 1920. P. 21.

4) Şimşir B. Kürtçülük (1787–1923). Ankara, 2007. S. 477.

5) League of Nations Official Journal, 7th year. 1926. № 2 (Feb.). P. 191–192.

6) Toynbee A. J. Survey of International Affairs, 1925. Vol. 1: The Islamic World since the Peace Settlement. London,1927. P. 513.

 

Mehmed Şerîf paşa (1865–1951)

Dîplomatê Osmanî, nûnerê fermî yê gelê kurd li Konferansa Parîsê a Aşîtîyê (1919–1920).

Mehmed Şerîf paşa li Konstantînopolê ji diya xwe bûye. Bavê wî, wezîrê karên der yê berê yê Împêratorîya Osmanîyê, esilê wî ji binemala Baban bû (ji eşîreta Xandan) li Kurdistana Başûr. Qedera Şerîf paşa nimûneya wê yekê ye, ku di dema sultan Ebdul Hemîdê II da, ku ji dawîya sedsala XIX – destpêka sedsala XX serokatî li Împêratorîya Osmanîyê kirîye, çiqas firsendên baş bo nûnerên kurdan yên ji binemalên binavûdeng hebûne. Şerîf paşa, ku bûye karmendê leşkerîyê yê derecebilind di Împêratorîyê da, dû ra jî bûye dîplomatê ser dereceya bilind, di destpêka sedsala buhurî da kurdê herî navdar bû li Awropa Roava. Ew bi medalyaya Papayê Romê hatîye xelatkirin, layîqî nîşanên dewletên Rûmînîyayê, Îspanîyayê, Îranê û Fransayê bûye. Lê çend dîrokzan dibêjin, ku Şerîf paşa bi kurdî jî nizanibû, ji ber ku li Stembolê ji diya xwe bûbû, lê li Awropayê hatibû perwerdekirin, lê zimanên tirkî, îngilîsî, fransî û erebî xweş zanibû. Ew bi nevîya ji malbeta torinên Misirê ra zewicî bû û bû xwedî hebûneke pir, pişt ra bû baylozê Împêratorîya Osmanîyê li Swed. Jina wî – Emîne xanim, endama Komeleya rizgarkirina jinên kurd bû û bi xwe jî ne kurd bû.

Şerîf paşa piştgirîya tevgera sîyasî ya hundurê Împêratorîyê dikir, ku di hindava desthilata xweserî ya Ebdul Hemîdê II da di opozîsyonê da bûn. Şerîf paşa di destpêka sedsala XX piştgirîya endamên rêxistina surî ya bi navê ”Yekîtî û pêşveçûn” (bi tirkî: ”Ittihat ve Terakki Cemiyetî”. –Not ya redaktor e) dikir, ku alîgirên wê sala 1908an li Konstantînopolê derbeya konstîtûsyon kirin, sultan Ebdul Hemîdê II mecbûr kirin careke din wê konstîtûsyonê bike dewrê, ku di sala 1876an da dabû hilanîn, pûç kiribû.

Lê piştî hatina cantirkan li ser hukum (wa bi nav dikirin terefdarên rêxistina ”Yekîtî û pêşveçûn”) Şerîf paşa li ser bingehê bawerîyên sîyasî yên ji hev cuda ji wana veqetîya. Ew ser wê bawerîyê bû, ku pir xeter e dema leşkeran dixine nava karê serokatîkirina welêt, herwiha piştgirîya daxwezên nasyonalîstîyê yên hukumeta Împêratorîya Osmanîyê jî ne kir, ku ji endamên rêxistina ”Yekîtî û pêşveçûn” (bi tirkî: ”Ittihat ve Terakki Cemiyetî”. –Not ya redaktor e) hatibû avakirin, lema jî wek opozîsyonerê sîyasî jîyana xwe li Awropayê berdewam kir. Sala 1912an Şerîf paşa nivîsî: ”Şaşîya cantirkan di wê yekê da ne, ku wana ruhê serxwebûnê dikire dilê her miletekî împêratorîyê, bingehê wan jî çîrokên şoreşgerîyê bûn û ev helwest gîhande wê yekê, ku di navbera tirkan û miletên din da nebawerbûn û dijminahî peyda bû: ji albanan girtî heta ereban, ji huruman girtî heta ermenîyan”. Cantirkan Şerîf paşa dihesibandin wek yek ji reqîbên xwe yê herî bi xeter. Sala 1913an ew bi awayekî sexte di organîzekirina kuştina wezîrê parastinê Mehmûd Şevket-paşa da hate gunehkarkirinê û li Stembolê bi awahê dûreke cezayê kuştinê jê ra derxistin. Sala 1918an gunehkarîyên di hindava Şerîf paşa da rakirin, û wî kivş kirin wek endamê Şêwra tewrebilind ya Senata Împêratorîya Osmanîyê.

Di demên Şerê Hemcihanê yê yekê Şerîf paşa destpê kir xwe da hêla tevgera kurdan ya miletîyê, lê paşê jî wek nûnerê ”Komeleya Tealîya Kurdistanê” li Konferansa Parîsê ya Aşîtîyê xeberda û herwiha di îmzekirina Peymana Sevrê ya Aşîtîyê da (1920) amade bû. Ew wek berê nûnerekî byûrokratîya Osmanîyê ya kevinare bû, hin caran bawerî bi gotinên sultan nedianî. Em wê jî bêjin, ku Şerîf paşa hela di destpêka Şerê hemcihanê yê yekê ser a xwe mabû û digot ku lazim e Kurdistana otonom a di bin mandata Brîtanîya Mezin da bê îlankirin. Lê Şerîf paşa di hevraxeberdanên li Lozanê (1922-1923) ne amade bû, ku li wir qedera dewleta tirkan a nû dihate biryardan. Piştî îlankirina Tirkîya Komarîyê di sala 1923an da Şerîf paşa di sirgûnê – Qahîrê da ma û hema li wir jî sala 1951ê wefat bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev