Meryem Xan

Meryem Xan

Îkram Oguz

Dîroka deng û dengbêjîyê dîrokek kûr û dûr e.

Deng û bêje…

Du peyv ya jî du gotinên bi hev girêdayî û li hev xemilandî…

Çawa ku di Încîla Yûhennayê da tê gotin, ku di destpêkê de gotin hebû ye, gotin bi Xwedê ra  û gotin Xwedê bû ye.

Di destpêka dîroka kurdan da jî dengbêj hebûn. Dengbêjî parçeyek ji jîyana kurdan, dengbêj jî kurd bû.

Loma, bi guhartina demê ra dengbêjî wenda nebû. Heta ku kurd hebin û deng ji wan derbikeve, dengbêjî jî bi wan ra dijî û didome.

Dengbêj bi xwe wenda bibe û neyê naskirin jî, deng û sewta ku jê derketibe û olan dabe, tu car wenda nabe.

Wek mînak, gelek dengbêjên kurd hene, ku kîngê û li kû jîyane, nayê zanîn, lêbelê bi deng û sewta xwe, bi kilam û stranên xwe, di mala her kurdekî da dijîn.

Meryem Xan jî ji wan dengbêjan yek e.

Di derbarê jîyana Meryem Xanê da gelek agahî hene û hatine nivîsandin. Lêbelê ji wan hinek hevdu nagrin. Dema ku mirov wan agahîyan dibihîze û li çavkanîyên wan mêze dike, nizane kîjan agahî rast ya jî kîjan nerast e.

Agahîya ku di hemû çavkanîyan da wekhev cîh digre, ew jî dema jidayîkbûn û mirina wê ye.

Loma li kû hatîyê dinê û jîyanek çawa jîyaye, hê îro jî sedîsed nayê zanîn.

Lê rîwayeta herî xurt ew e, ku Meryem Xan, di sala 1904’an da, li Dêrgola Botanê ya li ser Şirnexê ji dayîk bûye û qîza Mihemedê Ehmedê Botî ye.

Meryem Xan di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekemîn da keçikeka 10 salî ye. Li ser axa ku ew lê dijî, şer heye û xwîn diherike. Di tevlihevîya şer da, ji alî dewleta Osmanî va koka Ermenî û Asûryan tê qelandin. Di heman demê da Kurd jî di nav berxwedanê da, herêm jî di bin zulm û zordarîyek bê pîvan da ye.

Di rewşek wisa da Meryem Xan, di nav şîn û şahîyên civakê da cîhê xwe digre û mezin dibe. Bi dengê xwe yê zîz, di rêya bêrîyê da, di şahîya dawetan da distirê. Heta tê îdiakirin, ku di diwana dengbêjan da straye.

Di 20 salîya xwe da ji herêma Botanê koçber dibe.

Di derbarê çûyîna wê da jî du riwayet hene.

Ji wan yek, tê gotin, ku Meryem Xan bi ser Çemê Dicleyê ra derbasî Musilê dibe. Li wir bi pîlotek Ereb ra dizewice û di nav jîyanek bextewar da dijî.

Xwedîyê vê rîwayetê Hurşit Baran Mendeş e, ku Mendeş di derbarê jîyana Meryem Xanê da pirtûkek nivîsandîye û ew pirtûk bi navê “Meryem Xan- Hayatı Sanatı ve Şarkıları – Meryem Xan – Jîyan, Huner û Stranên wê” û di nav weşanên Avestayê da hatîye weşandin.

Mendeş di pirtûka xwe da îdia dike, ku ew demek dirêj li Tur Abdin û Botan li şopa Meryem Xanê gerîyaye. Bi gelek eqrebayên wê yên nêzîk ra axifîye û di derbarê jîyana wê da gelek agahî bi dest xistîye.

Mendeş wiha dibêje, Meryem Xan di 20 salîya xwe da, ji Botanê bi ser Cemê Dicle ra derbasî dibe. Li Musilê bi pîlotek Ereb ra dizewice û di nav jîyanek bextewar da dijî. Mixabin ew jîyana wê ya bextewar zêde nakudîne, mêrê wê yê pîlot di qezayek da dimire, Meryem Xan jî bî dimîne. Piştî mirina mêrê xwe, berê xwe dide Bexdayê û diçe li wir bi cîh dibe…”

Rîwayeta din jî ew e, ku Meryem Xan ji herêma Botan derbasî Rojava û li Qamişloyê bi cîh dibe. Li wir hinek kesên ji malbata Mîr Bedirxan nas dike, ku ji wan yek jî Celadet Mîr Bedirxan e. Li mala Celadet Bedirxan, ji malbatê xortekî bi navê Mihemed nas dike û pê ra dizewice. Meryem Xan jinikeka dengbêj, mêrê wê Mihemed jî mîr û ji malbata Bedirxanîyan e.

Piştî zewacê Mihemed li dijberî dengbêjîya Meryem Xanê derdikeve û naxwaze ew wek jineka zewicî di dîwanan da bistirê û dengbêjîyê bike. Sedem vê yekê Meryem Xan bê çare û di navbera dengbêjîya xwe û evîna xwe da dimîne. Lê di encamê da biryara xwe di alî dengbêjîyê da dide, ji Mihemed vediqete. Lê salan şûnda jî li ser evîna xwe ya bi Mihemed ra kilama Mihemdo Ronî derdixe.

Dîsa gor vê rîwayetê, Meryem Xan piştî veqetandina xwe ya ji Mihemed, di sala 1924an da bajarê Qamişloyê jî terk dike û derbasî Zaxoyê dibe. Qasî 10 salan li mala Ûsivê Şemseddîn Axa da dijî. Demek ewqas dirêj çima li Zaxoyê sekinîye û di mala Ûsivê Şemseddîn Axa da jîyaye, nayê zanîn.

Lê li Zaxoyê kilam û stranên li ser xem û xeyalên xwe derdixe, distirê. Piştî deh salan ji Zaxoyê derbasî Musilê dibe, du salan li Musilê dimîne, di sala 1936an da jî berê xwe dide Bexdayê…

Sedemê çûyîna wê ya ji Musilê, tê gotin, ku Meryem Xan li wir dibihîze, Îngilîzî li Bexdayê kilam û stranên Farisî, Ermenî, Kurdî û Erebî berhev û qeyd dikin. Loma ew jî tere Bexdayê û li mala dotmama xwe Elams Xanê da bi cîh dibe. Gor heman çavkanîyan, Elmas Xan bi Înglîzekî dewlemend ra zewicîye û mala wê jî wek wargeha siyasetmedar û hunermendên wê demê ye. Meryem Xan di wê malê da Mihemed Arif Cizirî, Hesen Cizirî, Nesrîn Şerwan, Elî Merdan, Tahir Tefîq, Seîd Axayê Cizirî û Fewzîyê Mihemed nas dike. Di civata wan da cîh digre û distirê. Demek şûnda bi şîrketên muzîkê ra dikeve têkilîye, dengê xwe dide qeydkirin û plaqa wê ya yekemîn derdikeve. Bi vî awayî Meryem Xan di dîroka kurdan da wek hunermend a jin a yekemîn e ku dengê wê hatîye qeydkirin, cîh digre.

Di sala 1939an da Radyoya Bexdayê tê damezrandin û di rojê da 15 xulek jî bi kurdî weşanê dike. Ji bo hunermendên ku di radyoyê da kar bikin pêşbazîyek tê li dar xistin û di wê pêşbazîyê da Meryem Xan bi dengê xwe yê zîz, wek hunermenda yekemîn di radyoyê da dest bi kar û xebatê dike. Heta dawîya emrê xwe di radyoyê da dixebite, qasî 200 kilaman berhev dike û distirê.

Mihemed Arif Cizrewî, di hevpeyvînek xwe da ji bo Meryem Xanê wiha dibêje: “Meryem Xan bi cil û bergên xwe jinikeka modern, bi ruh û jîyan û hunera xwe va jî kurd bû. Ji dil va distira û bi hestên xwe di nav kilamê da dijîya…”

Mixabin, Meryem Xan di sala 1949an da, di 45 salîya xwe da, hemû kul û keserên xwe li paş xwe dihêle û koça xwe ya dawî dike.

Dotmama wê Elmas Xan di derbarê mirina wê da wiha dibêje; “Gurçikên wê diêşîyan. Li Nexweşxaneya Mîr Îlyasî da tedawî didît û emelîyat bibû. Lê ji nexwaşîya wê ra tu çare nedihat dîtin û êşa wê kêm nedibû. Meryem Xan di dawîya jîyana xwe da tenê û di nav xemgînîyek giran da bû…”

Jiyana wê ya ku di sala 1904an da li gundekî Botanê dest pê kiribû, di sala 1949an da li Bexdayê diqede. Termê wê bi merasimek mezin, di goristana Şêx Marûfî da tê defin kirin. Nas û dostên wê yên nêzîk, yên wek M. Arif Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Mamosta Bakozî, Fewzîyê Mihemed, xebatkarên Radyoya Bexdayê û hezkiriyên wê beşdarê merasimê dibin û di koça wê ya dawî da wê tenê nahêlin.

Meryem Xan wek jin û hunermenda kurd e, ku yekem car bi zarava kurmancîya Bakur stran tomar dike. Di kar û xebata xwe ya hunerî da zehmetekî gelek mezin dikişîne. Jiber ku Meryem Xan di demek wisa da dengbêjî kirîye, ku di wê demê da pirranîya dengbêjên kurd mêr in û di civatê da dengbêjîya jinan jî wek şerm tê dîtin.

Loma Meryem Xan, bi deng û sewta xwe ya taybet, di nav kurdan da hat hezkirin û hê jî tê hezkirin.

Meryem Xan, bi kilam û stranên xwe di dil û mala her kurdekî da dijî û nayê ji bîr kirin…

Lêbelê dema ku qala Meryem Xanê were kirin, kilama wê ya bi navê “Girê sîra bi sîr e…” û “Mihemedo Ronî” tê bîra min…

 

Parçeyek ji gotinên strana Mihemedo Ronî: 

De loy loy Mihemedo Ronî
Mi çi goto tu xeyîdî
De gîyayê mêrga li min û Mihemedê mi seridî
De heçî navbeyna min û Mihemedê min da fesadîkê bike
De heke mêr bê rebî nezewicî
De heke jin bê rebî newelidê
De heke keç bê rebî ciwanîka xweş ya nebî 

Ax de loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy de loy loy
Mihemedo Ronî loy loy ax…
De loy loy Mihemedo Ronî
Ciwanika Mihemedê min î çal e
Di her çar lingê wî bê nal û bê bizmar e
Wezê bazinê destê xwe bistînim
De wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min nal û bizmar e
De wezê pora serê xwe biqurtînim
Wezê ciwanîka Mihemed derdûkê min sed sal e
De wekî lawikê min çûn hatin xerîbiyê
Da kesekî nebêje çi kalekî bê fersal e
Loy loy loy loy loy loy loy loy loy loy
Ax de loy loy Mihemedo Ronî loy loy…

 

 

Lînka stranê:

https://www.youtube.com/watch?v=Tu1Ahs0YPyg

 

Çavkanî:

  1. Hurşid Mendeş, Meryem Xan – Hayatı Sanatı ve Şarkıları (Jîyan, Huner û Stranên wê), Avesta
  2. Kenanê Nado, Awaza Tenêtî, Xerîbî Huzn û Kederê Meryem Xan. https://www.academia.edu › Awaza…
  3. Ülkesini ruhunda, aşkını sesinde taşıdı (Welatê xwe di gîyanê xwe da, evîna xwe di dengê xwe da hilgirt) : Meryem Xan, Gazete Karinca
  4. Kakşar Orama, Meryem Xan, Pêşenga karwanê stranbêjiya jina Kurd, Azadîya Welat
  5. Hatice Özhan, Dengbêj Geleneğinin Mihenk Taşı (Kevirê Bingeha Kevneşopîya Dengbêjîyê), Gazete Duvar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev