
Karmenda malpera me Bêlla Stûrkîyê berî çendekê
bi xudana vê bermeha delal – Diya Ciwan ra vîdêoblogeke balkêş amade kiribû
ser jîyan û berhemdarîya wê xanima delal û xwedî zanebûnên welatparêzîyê va dagirtî.
Fermo, niha jî gotina doktorekî ser berhemeke wê bixwînin.
Dr. M. Zahir Ertekin
Min ne tenê pirtûkek xwend. Bi rastî min sohbetek digel Diya Ciwan li dar xist. Her ku min dixwend, herwekî ku min dengê wê dibihîst, herwekî ku diaxivî… lewra Diya Ciwan weke nivîsê diaxive û weke ku diaxive dinivîse. Ev jî tayebetiyeke siruştî û balkêş a Diyan Ciwan e.
Min ne tenê pirtûkek xwend. Min herwiha jan û êşên jina Kurd xwend. Xemgînî û feqîriya wê… bêsiûdî û bêşansiya wê…
Min pirtûkek xwend, di wê de bîranînen watedar, rewneq û amojgar tê de civiyabûn.
Sohbeteke ber beroşkên xaniyên gundên Kurdan, ji devê Xanimê, Nefyayê, Emîneyê, Periyê û hê gelekî din…
Mêvanên gelekî bi qîmet cihê xwe girtine di vê pirtukê de û xwendekarên xwe jî vedixwîne û dawetî heqîqeta jiyanê dike. Fermo…
Riataza