Min ê jî çend tişt bigotana, lê!

Min ê jî çend tişt bigotana, lê!

Wek dibêjin: ”Heqî di dest neheqîyê da zarezar e”

Welat Agirî

 

Xwezî ne min biçûya ew bidîta, ne jî ew gotinên wî ên tewşomewşo bibhîsta. Çi zemanekî xerab e ezbenî, zeman zemanê bêedebîyê ye ha. Ê de çi bikim yê bê aqil ez im, ger bê aqil nebûma, ranedibûm nediçûm hevdîtina wî, heyf, erê welle heyf.

Zarên xelkê diçine welatên Awropayê dibin xwedî mal û milk, ên me jî diçin dibin xwedîyê laf û gotinên teretûre. Îşev ez gelek êşandim, axx tepe tepa dilê min, bêhna min diçike, dil û hinavê min sar nabe.

Ez jî, berîya nîvro çiqas dilşabûm, min go ez ê herim kurapê xwe bibînim, hal û hewalê wî bipirsim, wan rojên me ên berê bi bîr bînim. Min go êzê herim bibînim, herçiqas bi emir, çend salan ji wî mestir bim jî ez ê herim bibînim.

Zar û zêçên îro, heyran, ne yek, hema hemû jî wekhev in. Ne hîşt çend gotinan bikim, ne jî guhê xwe da min. Ger bi kurdî dest pê nekira, wê bidîta ka axaftin çawa dibe. Min xwe amade kiribû, min dest pê bikira, bi gotin û hevokên xwe ew şaş û matelî bihîşta, lê wî çi kir:

  • Na kekê min naxwazim bi tirkî bi kurdekî ra biaxivim.
  • Çima naxwazî kurap, ma zimanê me ê hevpar nîn e, ma ev zimana li seranserê welêt nayê axaftin?

Bi van gotinên min kenîya, ya zora min jî diçe ev e. Hê jî nizanim ka çima kenîya, bi rastî jî min gotinên gelek xweşik rêz kiribûn.

Serbarî wê jî, rabû got, jîyana hinek kurdan wek jîyana gîhayê beyaran e. Wey efendim, ev cure kurd, bê armanc û bê hedef in, ew jî nizanin ka bo çi dijîn, ji sibê heya êvarê binê sola qatilê qondarên bav û kalên xwe dialêsin, nizam çik, nizam çik! Xwedê bike, ez jî tev wan “hinek kurd”an nekiribim ha!

Gotineke bi tirkî heye, min xwe amade kir, min bigota –Biz bu devletin ekmegini yiyoruz, suyunu iciyoruz- lê efendim, dîsa nehîşt, gotin di devê min da girt, got welat wêran kirine, ax talan kirine, hê jî nezanên me radibin dibêjin welatê me hemûyan, welatê hevpar, nizam çi kurreder.

Ewî bi wan gotinên xwe ên çewtomewto hiş û aqlê min jî tevîhevkir, ne kurmancî tiştek hat aqlê min, ne jî bi tirkî, ku tirkîya min gelekî baş e, hertim hevalên min dibêjin, tu navê bajarê xwe nebêjî kes nizane tu kurd î, hesab bikin yanî tirkîya min çi dereceyeke bilind da ye.

Dijminên dewleta me ne bi tenê welatên rojavayî ne, her weha di nav me da jî bed û nepak gelek in. Kuro tu were vî îşî binhêrê, dewlet te bide xwendinê, dibistanan, zanîngehan bi te bide qedandinê, lê tu rabe neyartîya dewleta xwe bike? Heyran ev ne xwendine, ev çîye zanî, ev xeşîmî ye, nezanî ye.

Wey efendim, em zarokên xwe hînê zimanê xwe nakin! Min ê bigota ka kekê min bi te maye? Dîsa min got mêvan e, neyse. Xwedê aqil bide meriva. Ka zarok kurmancî hîn bin çîye, hîn nebin çîye? Ma zimanê tirkî têra me hemûyan nake? Belê têra me dike. Ma kes dikare îro bi kurmancî zikê xwe têr bike, karekî bike? Na, ne dikare zikê xwe têr bike, ne jî karekî bike. Ê çi hewce bi kurmancî heye?

Neyse, ez çiqas wî tînim ber çavên xwe û gotinên wî difikirim, ewqas kela dilê min zêde dibe, kezeba min dişewîte. Ez zanim ez ê çi bikim. Ne heftekî deh rojan li van deran e. Ez merivekî hêgin û zana me. A niha herim şikyatê wî ji polêsên me ra bikim, wê bêje bi gotinên min aciz bû, çû şikyatê min kir. De min got ez îşê xwe zanim, ka bira çend roj derbas bin, Xwedê mezin e.

De bi tirkî gotinek heye, ez jî gelek biwêj û gotinên tirkî zanim, ku car caran hevalên tirk jî zendegirtî dimînin, dibêjin ka tu çawa ewqas gotinan jiber dikî. Erê gotineke bi tirkî heye, dibêjin yedigin kaba pîsletmeyeceksin. Îca çi gotienke xweş e. De ka bira çend roj derbas bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev