Nameyên evînî – 147

Nameyên evînî – 147

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Dilê min, ez rêyekê digerim çawa xwe bi temamî bidim te, bira cem te bim, kengê jê têr bûyî, bera min de.

 

¤¤¤

Difikirim, li cihanê her xweşî bi xwe nayê, lê a min ser min da barî. Xurtbûna hezkirina me jî ji wê tê, ku bawerîya me li ser hev pir e. Nura min berê jî xweş bû, paqij bû, nuha jî. Lê berê ew xweşî û paqijî ne a tu kesî bû û niha a min e.

 

¤¤¤

Hemû derman jî alî nexweşan dikin, lê eynî derman dikarin hinek zirarê jî bidin nexweşan. Nura min dermanê herî baş e. Ezîza min ne tenê hemû nexweşîyên min qenc kir, di ser da jî nahêle ku tu nexweşîyek li min peyda bibe.

Nizanim çima ev fikir hate serê min: -Xwedê nexweşîyên dîya Nura min hemû rake, ji ber ku nexweşîyên wê ji me ra jî dibin nexweşî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev