–PIRBÛNA ZAYENDΖ

–PIRBÛNA ZAYENDΖ

Kurê Reşîd

Pirbûna zayendî (bi înglîzî: sexual reproduction) yek ji du corên sereke ya pirbûna zîndeweran e.

Ji zîndewerek, çêbûna zîndewerek nû wekî pirbûn (bi înglîzî: reproduction) tê navkirin. Pirbûn yek ji taybetmendiyên serekî yên zîndeweran e. Zîndewer bi kirdara pirbûnê zindewerên mina xwe çê dikin. Ango bi pirbûnê hejmara zîndewer zêde dibê. Bi vî awayê gava zîndewer dimire, yên nû çêbûyî cihê wê digirin, loma li ser rûyê erdê nifşa wê cora zîndewerê didome û naqele. Du corên serekê yên pirbûnê heye, pirbûna nezayendî û pirbûna zayendî.

Di navbera du zîndewerên bi heman cor lê bi zayendên cuda de, ji bo çêkirina zindewek nû yekbûna zanyariyên bomaweyî wekî pirbûna zayendî tê navkirin.

Herwekî di tarîfê de jî tê xuyakirin, pirbûna zayendî di navbera heman cor zindeweran de rû dide. Lê divê zayenda zîndewerek mê, ya din jî nêr be. Wekî mînak pisîkên malê ango pisîkên kedî (bi latînî: Felis catus) corek e. Heke ji vê core pisîkek nêr bi ya mê ve cot bibe û çêjikên wan çê bibe ,ev pirbûn, pirbûna zayendî ye. Di navbera du zîndeweren corên cuda de pirbûn rû nade.

Di pirbûna zayendî de weçe ji du bavan (nêr û mê) zanyariyên bomaweyî werdigire ango weçe hin taybetmendiyen xwe ji bavanek, hin taybetmendî jî ji bavanê din werdigire loma weçe dişibe herdu bavanên xwe, lê ne kopyayê wan e, ji herdu bavanên xwe piçek cuda ye. Di weçeyê de têkilbûna zanyariyên herdu bavan dibe sedema çêbûna cudahiyên bomaweyî û peydabûna çeşîddariyê di navbera zîndewerên heman corê de. Bi çêşîddariyê zindewer dikarin di jingehek nû da hê baştir biguncin. Heke di jingehê de ji bo zindewerê guhertinên neyînî çê bibe, dibe ko ev guhertin bandora neyînî li ser hin endamên corê bike lê ji ber çêşîddariyê hemû endamên corê di bin bandora neyînî ya jingehê de namînin, dibe ko hinek endam ji ber hilbijartina siruştî (bi înglizî: natural selection) bimirin hin endam jî xwe biguncînin bo rewşa nû û di jingeha guherî de bijîn. Ev rewş rê li ber peresendina zîndeweran ve kiriyê, ango ji bo zîndeweran ji pirbûna nazeyendî derbasbûna pirbûna zayendî gavek pêş e bo peresendinê.

Bingeha pirbûna zayendî debeşbûna mîyozî û pîtandin e.

Bi dabeşbûna miyozî xaneyên gamet, ango hêk û sperm peyda dibe. Bi pîtandinê jî navika spermê û navika hêkê yek dibin.

Bi gelemperî qebareya hêkê ji spermê gellek mezintir e. Herwisa ji bilî hin kevzan, di hemû pirbûnên zayendî de cihê hêkê sabît e, sperm xwe digihîjine hêkê.Di laşê mirov de hêk di hêkdanka mêyan de, sperm jî di gunên nêran de bi bandora hormonan, bi dabeşbûna miyozî tên çêkirin. Wekî mînak,di navika xaneyên mirov de 46 kromozom heye. Makexaneyên hêk û sperm jî 46 kromozomî ne. Heke di makexaneyan de miyoz rû neda û makexaneya hêkê bi makexaneya spermê ve bihata pîtandin, wê zarokên 92 kromozmî peyda biba. Ji van zarokên 92 kromozomî jî zarokên 184 kromozomî peyda dibû. Ango hejmara kromozoman her carî di nifşa nû da ducar dibû.

Bi dabeşbûna miyozî kromozomên makexaneyên sperm û hêkê dadikeve nîvê, ango ji makexaneyên dîplodî, gametên haploîdî çê dibin, bi vî awayê rê li ber ducarbûna kromozomên weçeyê tê girtin.

Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtîn te navkirin. Hêka pîtandî jî wekî zîgot tê navkirin. Zîndewera nû, ji guherîna zîgotê peyda dibe. Zîgot bi dabeşbûna mitozî hejmara xaneyan zêde dike, xane diguherin dibin şane û endamên zîndewerê.

Du corê pîtandinê heye; pîtandina dererekî û pîtandina navxweyî.

Heke hêka mêyê bi sperma nêrê li derveyê laşê mêyê de, di nav avê de were pîtandin, ev pîtîn wekî pîtandina derekî tê navkirin. Zîndewerên di nav avê de dijîn bi gelemperî bi pîtandina derekî pir dibin. Ajalên birrbirredar ên wekî masî û baq bi pîtandina derekî pir dibin. Her wisa ajalên bêbirrbiredar ên wekî bûka deryayê û stêra deryayê jî bi pîtandina derekî pir dibin. Di pîtandina derekî de hêk û sperm di heman demê tên derdan û pîtandin di nav avê de rû dide, zîgot li nav avê de deperise û dibe zînderwerk nû.

Ajalên bejayî û riwek bi navbeynkariya pîtandina navxweyî pir dibin. Sperm di nav laşê mêyê de hêkê dipitînê. Wekî mînak, pîtandina navxweyî di laşê mirov de di coga falop (coga hêkê) de rû dide. Ajalên bi pîtandina navxweyî pir dibin, xwediyê endamên zawûzê ne.

Li ser rûyê erdê li cem zîndewerên firexaneyî de pirbûna zayendî, ji pirbûna nezayendî pirtir rû dide. Piraniya ajal û riwek bi pirbûna zayendî zêde dibin. Qenciya herî girîng a pirbûna zayendî ev e ko rê li ber çeşidbûna zîndewerên heman corê ve dike. Bi çeşîdbûna weçeyan, heke li jîngehê de guherin çê bibe, egera jiyîna nifşên nû zêdetir dibe.Lê hin neyîniyên pirbûna zayendî jî heye. Ji bo pirbûna zayendî pêdivî bi nêr û mêyek heye. Ji bo zaûzêkirinê divê hevalek guncav hebe. Herwisa rewşa hawirdorê jî bandor li ser pirbûna zayendî dike. Dema pirbûna zayendî wisa tê rêkxistin ko jiyana weçeyê di jingehek guncav de dest pê bike. Wekî minak dema biharê ji bo xwedikirina weçêyan guncav e, loma bi gelemperî ajal û riwek ne zivistanê lê dema biharê pir dibin. 

Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin

https://ku.wikipedia.org/wiki/Pirb%C3%BBna_zayend%C3%AE 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev