Emîr Xulamî: Derhênerên kurd jî wekî derhênerên tirk, fars û ereb behsa kurdan dikin

Emîr Xulamî: Derhênerên kurd jî wekî derhênerên tirk, fars û ereb behsa kurdan dikin

Ekrem Yildiz

Lêkolînên sînemaya kurdî, wekî lêkolînên din yên kurdî gelek caran ji eger û encamên dîrokî û siyasî muteesîr dibin. Pirlehceyiya kurdiyê, bikarhatina alfabeyên kurdiyê yên muxtelîf û qutbûna rehên ferhengî û hunerî yên di navbera parçeyên Kurdistanê da car caran bûne ‘berbest’ li pêşiya lêkolînên vê meydanê. Ji ber van sebeban lekolînên berdest yên sînemaya kurdî lokal û parçeyî mane û lîteratûreka nivîskî û yekpare ya dîroka sînemaya kurdî kamil nebûye. Ji xeynî sebebên polîtîk, bi taybet ji ber ciyawaziya alfabe û lehceyên kurdiyê peywendiya di navbera bakur û rojhilat da her qels û laxer maye. Ji aliyê din ve hem sansûr û besbestên li pêşiya lêkolînên sînemaya kurdî li rojhilat/Îranê, bi taybet babetên polîtîk ku destûr nîne li ser derhênerên dijber û mixalif lêkolîn bên kirin, hem jî nexwendewarî/nezanîna kurdî ya hindek lêkolerên nekurd yên vê meydanê, bûne bayîsê têkdana dîroka sînemaya kurdî ku van lêkoleran dîroka sînemaya kurdî ta niha zêdetir bi ser bakur/Tirkiyeyê û Sovyetê ra xwendine. Her ji ber van sebeban, rewş û dîroka sînemaya kurdî ya li rojhilat xumam û binax maye û zêdetir derhênerên kurd ên ‘popûler’ û nasrav derketine pêş.

Bi wesîleya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL, 2021), me li gel derhêner, lêkoler û rexnegirê sînemayê Emîr Xulamî axift, ku Xulamî îsal bi fîlma xwe “The World’s Last House”ê beşdarî li festîvalê kir û xelata baştirîn ekterî (Ferîdûn Ensarî) jî wergirt. Me sohbeteka dirêj kir sebaret bi fîlmên wî, dîroka sînemaya kurdî, lêkolînên akademîk ên derbarê sînemaya kurdî, kêşe û berbestên duristkirina fîlmên kurdî li rojhilat.

Ji ber ku di navbera bakur û rojhilat da peywendiyeka biqewet nîne û zorîneya xwîner û bîner te nas nakin, tu dikarî hindekî behsa xwe û lêkolînên xwe yên derbarê sînemayê (-ya kurdî) da bikî?

Navê min Emîr Xulamî ye. Sala 1984an, li Bokana rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûme. Min xwendina xwe ya lîsansê di beşa montajê da li Zankoya Tehranê bire serî û mastera min jî li ser derhêneriyê bû li Zankoya Sooreyê ya Tehranê. Herwiha min tezek jî li fîlmên kurdî nivîsî ku derbarê çawaniya vegêrana karesata Enfalê da bû ka em çawa dikarin karesata Enfalê bikine fîlm. Ez di teza xwe da li ser fîlmên Sirte Legel Ba (Şehram Elidî, 2009), Hemî Dayîkên Min (Îbrahîm Se’îdî, 2009) û Hezar û Yek Sêv (Taha Kerîmî, 2013) hûr bûm. Çarçoveya teorîk ya teza min jî xwe siparte Freud, Lacan, Paul Ricoeur û Giorgio Agambenî. Di vê lêkolîna teza xwe da gihiştime wê encamê ku karesata Enfalê sedan sed nikare bête nîşandan; çunkî karesat xwe nade dest û destûra vegêranê nade. Herçend ji ber hilbijartina vê babeta polîtîk çend mehan xwendina min texîr bûbe jî, dawiya dawî rêveberiya zankoyê destûr da min ku li ser bixebitim, bes bi şertê ku bêhneka siyasî ji vê lêkolînê neyê. Min jî bi rengekî zarûrî divê yan xwendineka sînemayî yan jî xwendineka komelnasî bikira. Ji ber hindê min nekarî xwendineka polîtîk li ser karesata Enfalê bikim.

Ez li zankoyên wekî Zankoya Mehabadê, Zankoya Silêmaniyê û Zankoya Sineyê mamoste bûm. Bi qederê du salan, ji 2010an ta 2012an, min li ser dîroka sînemaya kurdî lêkolîn kirin. Motîvasyona min ya vê lêkolînê ew bû ku ez ron û zelal bikim ku derhênerên kurd yên li parçeyên din yên Kurdistanê li ser navê wan miletan tên zanîn. Bo nimûne Yilmaz Guney wekî derhênerekî tirk tê nasîn, Mano Xelîl wekî derhenerekî ereb tê nasîn. Min hewl da derbarê fîlmên van derhêneran da gotarekê binivîsînim û nîşan bidim ku ev derhênerên navhatî derhênerên kurd in. Bi taybet Yilmaz Guney. Ji ber ku ew bo me gelekî girîng e, layengirên wî gelek in û herwiha ji ber ku li Îranê jî tirk hene û tirk Yilmaz Guney ber bi aliyê xwe ve dikêşin û wî dikin malê sînemaya xwe, bi taybet ez li ser fîlmên wî xebitîm. Min ta niha hem li ser fîlmên derhênerên kurd yên wekî Yilmaz Guney û Behmen Qubadî hem jî li ser fîlmên derhênerên Rojavayî yên wekî Federico Fellini û Woody Allen gotar nivîsîne. Heyameka dirêj ez li ser sînemaya kurdî xebitîm û li pê ketim ka sînemaya kurdî çi ye.

Ez di destpêkê da, teqrîben çar salan, endamê desteya rexnegirên Îranê bûm. Herwiha berê, min rexnegiriya sînemayê dikir û mamoste bûm, bes niha vegeriyame ser derhêneriyê û fîlman durist dikim. Heta niha min pênc kurtefîlm durist kirine ku The Sea Swells (2016), Building No.13 (2017) û The World’s Last House (2019) ji wan fîlman in; du belgefîlmên min jî hene ku min ew di serdema xwendekariya xwe da durist kiribûn. Ez zêde xwe nadim ber duristkirina belgefîlman, ji ber ku dixwazim zêdetir wekî derhênerêkî fîlmên çîrokî bême nasîn. Niha jî li ser duristkirina dirêjefîlma xwe ya bi navê The City Under the Manderine Tree dixebitim.

Tu wekî lêkolerekî sînemaya kurdî dikarî behs bikî ka li rojhilat derbarê sînemaya kurdî da çi cûre lêkolîn tên kirin û di warê lêkolînên akademîk û zanistî da li pêşiya we çi berbest hene?

Binêrin, xoşbextane Îran welatekî firehnetewe ye, yanî neteweyên wê zêde ne. Wekî tirk, kurd, lor – ku lor kurd in-, fars, belûc, ereb. Ev hemî pêkhate tê da ne. Zordestî zêdetir li ser kurdî heye. Bes lêkolînên li ser kurdan tên kirin, her dîsa kurd dikin. Tirk û faris kêmtir in nisbet bi kurdan ku li ser berhemên xwe lêkolînan bikin. Li pêşiya me tekane berbest heye. Em dikarin derbarê fîlmên derhênerên li Îranê binivîsin û derbarê fîlmên derhênerên kurd yên başûr, bakur û rojava jî binivîsin. Meselen em dikarin li vê derê li ser fîlmên Kazim Oz nivîsaran binivîsin, kêşe nîne û dikare bêne çapkirin jî. Lê belê hindek derhêner hene ku li ser azara kurdan û hizbên kurdî yên li rojhilat fîlm çêkirine, em nikarin derbarê fîlmên van derhêneran da binivîsin. Bo nimûne li ser fîlmên Teyfûr Bethayî ku derhênerekî kurd bû. Heta yekem derhênerê kurd li rojhilat Teyfûr Bethayî ye, lê belê niha koça dawî kiriye li Swêdê. Destûr nebû em li ser fîlmên Teyfûr Bethayî binivîsin çunkî ew derhênerekî mixalif bû, ji ber ku li derveyê welat li ser hizbên kurdî fîlm çêdikirin.

Çend salên dawî ye li ser dîroka sînemaya kurdî lêkolîn têne kirin. Derbarê dîroka sînemaya kurdî da çendîn boçûnên ciyawaz hene ku hindek ji wan hev nagirin. Girêdayî vê yekê, li rojhilat yekem fîlma kurdî kîjan e?

Derbarê vê pirsê da halê heyî du boçûn hene. Boçûna yekem ew e ku hindek derhêner hene, ku ev derhêner tirk, faris, ereb in; ne kurd in, derbarê kurdan da fîlm durist kirine. Li Îranê ev dîrok vedigere salên 1950î ta 1960î. Di vê qonaxê da derbarê kurdan da fîlmên wekî Dalaho (Siyamek Yasemî, 1967) û Sadiq Kurde (Nasir Teqvayî, 1972) û çendîn fîlmên din jî hatine duristkirin ku dijî kurdan in. Çunkî kurdan dijî wan şer kiriye.

Boçûna duyem jî ew e ku yekem fîlma kurdî li rojhilat fîlma Nan û Azadî (Teyfûr Bethayî, 1984) ye ku ji aliyê derhênerekî kurd ve hatiye duristkirin. Nan û Azadî belgefîlmeka siyasî ye ku behsa jiyana hizbên kurdî yên li Rojhilat dike ku wê serdemê hizbên kurdan li şax û çiyayan bûn. Herwiha, zanyariyeka din heye ku hêjayî behskirinê ye. Behsa yekem fîlma anîmasyonê ya li Îranê tê kirin ku vedigere salên 1960î. Heta niha hatiye îddiakirin ku kesekî fars ev anîmasyona du deqeyî ya bi navê Mele Nesreddîn durist kiriye. Lê belê vê pêlê îddiayeka din heye ku yekem anîmasyona sertaserê Îranê li bajarekî kurdî, li Sineyê hatiye duristkirin. Ev anîmasyon pênceh çirkeyî ye. Bes ev îddiayek e, em xerîkê lêkolîn û piştrastkirina vê îddiayê ne.

Ji ber ku li ber destên me daneyên deqîq nîn in, em bi duristî nizanin ka salane li rojhilat çend fîlmên kurdî tên duristkirin. Bi ya te salane li rojhilat çend fîlmên kurdî tên duristkirin?

Salane pênceh yan jî şêst kurtefîlmên kurdî tên duristkirin. Sal heye hejmara van kurtefîlman digehe sedan. Belgefîlm jî teqrîben bîst heb tên duristkirin. Lê belê hejmara fîlmên dirêj yek yan jî du, herî zêde sisê ne. Lê belê giranî li ser duristkirina kurtefîlman e. Anîmasyon jî salane yek yan jî du heb tên duristkirin.

Girêdayî pirsa pêştir, nexweşiya koronayê çi tesîr li ser duristkirina fîlmên kurdî kir, li rojhilat?

Du berbestên serekî hene li pêşiya duristkirina fîlmên kurdî li rojhilat. Ya yekem ew abloqeya aborî bû ku dinyayê bi ser Îranê da girt. Qîmeta pareyê me ket. Vê abloqeyê birrek berbest li pêşiya me durist kirin. Meselen derhênerekî dîmenan, rojane sed hezar tûmenî kar kiribûya, niha rojane bi yek milyon tûmenî kar dike. Em mecbûr in pareyeka zêdetir xerc bikin. Her dîsa salana eger em bi bîst milyon tûmenî fîlmekê durist bikin, niha em herî bi du sed milyon tûmenî durist dikin. Pareyê me gelekî bêqîmet bûye û ev yek ji bo me berbesteka gelekî mezin e. Bêguman koronayê jî berbestek durist kir, lê belê ev berbest di demên sereta da bû. Çunkî karê zorîneya gencên rojhilat sînema ye û bi wê jî dijîn, lewma nekarîn zêdetir her wisa bimînin. Destûra duristkirina fîlman bo me hatiye dan. Niha em dikarin fîlman durist bikin. Kêşeyeka me yê bi vî rengî nîne. Lê belê kêşeya me ya serekî ew e ku festîvalên me nîn in, holên me yên sînemayê nîn in. Em nikarin fîlmên xwe pexş û pêşkêş bikin. Bi tenê em dikarin fîlman çêbikin.

Tu behsa xirabiya koronayê li ser duristkirina fîlman dikî, lê bi ya min aliyekê wê yê baş jî çêbû. Qesta min ew e ku FFKL ev du sal in festîvalên xwe onlîne bi rê ve dibe û korona bû ‘wesîle’ ku em li mala we bikarin fîlmên kurdî bibînin; bi vê wesîleyê derfet çêbû ku fîlmeka te bibînim û te nas bikim. Tu li ser hindê çi difikirî?

Sereta vê bibêjim, sînema wekî medyayekê, peywendiya wê li gel sê tiştan heye. Ya yekem derhêner e ku em bi farisî dibêjinê ‘firesende’, yanî kesên derhêner, kesên muellif, kesên mutefikir û kesên ku fikir û boçûnekê radigehînine mixatab û bîneran. Duyem, medya ye ku tu pê qise dikî û fikrekê radigehînî, wekî sînema. Ya sêyem jî mixatab e, yanî bîner e. Sînemaya kurdî kêşeyeka mezin heye; ne xwedî vê mixatab û bînerî ye. Ji ber ku teserûfa holên me yên sînemayê di destên me da nîne -li her sê parçeyên din yên kurdistanê, başûr xoşbextane di destê hikûmeta Kurdistanê da ye û fîlmên kurdî pêşkêş dike û li wê derê jî muşkîle her hene- em nikarin bînerên kurd pêk bînin. Em fîlmên kurdî durist dikin, lê bînerên kurdî durist nebûye. Bo nimûne bînerekê kurdî rûne û fîlmeka kurdîziman û fîlmeka tirkîziman li pêşiya wê hebe, zêdetir zewqê ji fîlma tirkîziman werdigire û dixwaze wê fîlmê temaşe bike. Ev kêşe, kêşeya me derhêneran e, kêşeya festîvalan e, kêşeya hikûmet û siyaseta me ye. Em nikarin bînerên kurd pêk bînin. Xoşbextane FFKLê di navbera aliyên bînerên kurd da pirek durist kir. Em nizanin em dê çawa bîneran rabikêşin. Holên me yên sînemayê nîn in û destûr nîne bo pexş û pêşkêşkirina fîlmên kurdî li şarên kurdî jî. Li ser me tê ferzkirin ku zimanê fîlmên me farsî bin. Ev kêşe her li bakur jî heye bi raya min. Ji ber hindê, FFKLê pirek danî di navbera bînerên kurdî da. Halê heyî li her çar parçeyên Kurdistanê çendîn festîvalên me hene, wekî Festîvala Rojava, wekî Festîvala Diyarbekirê, Festîvala Wanê, Duhok, Silêmanî, Sine hwd. Eger ev festîvalên navhatî li gel pexşkirina asayî, fîlmên kurdî onlîne jî pexş bikin, bînerên kurdî yên din jî van fîlman bibînin, wisa hizir dikim ku ew peywendî dê xweştir durist bibe û dê bînerên kurd durist bibin û dê derfet çêbibe ku peywendiya me bi qewettir be.

Eger em vegerin ser fîlmên te, nisbet bi fîlmên kurdî yên din, şexsen di filmên te Building No. 13The Sea Swells û The World’s Last Houseê da vêgeraneka seyr dibînim, yanî vegêraneka surreal heye. Ev tercîheka hunerî ye yan encama sansûrê ye, çi ye sebeb?

Nasnameya min “Mem û Zîn” e, “Şêx Reş” e, “Baba Gurrgurr” e. Nasnameya min ev çîrok in ku ji destpêka dîrokê ve bi rengekî cûda hatine vegêran. Hewla min jî ew e ku şêwazeka ciyawaz ya vegêraneka kurdî peyda bikim. Lewma vê hewlê ji ber du sebeban berê min da vegêraneka surreal û realîzma cadûyî. Sebeba yekem ew e dixwazim çîrok û efsaneyên kurdî bi şêweyekî modêrn vegêrim ku vê yekê jî rêxweşî li min kir praktîkeka postmodernane biceribînim. Ya duyem jî ew e ku li berbestên Komara Îslamî ya Îranê asê nebim, yanî sansûrê nexwim.

Bi raya min du sebebên vê vegêranê hene. Sereta min divê behsa sînemaya kurdî ya li rojhilat bikim ku bi raya min ev kêşe sedan sed li parçeyên din yên kurdistanê jî heye. Yekem ew e ku em wekî derhênerên rojhilatî form û awayê vegêrana xwe ya sînemayê ji Tehranê werdigirin. Li Tehranê derbarê kurdan da fîlm çawa bên duristkirin, ku ev peywendîdar e li gel kolonyalîzm û postkolonyalîzmê, kurd jî her bi wî awayê fîlman durist dikin. Derhênerên îranî di fîlmên xwe da dijberane behsa pêşnekeftina kurdan dikin, kurd jî dibêjin kurd pêşnekeftî ne, teqlîda wan dikin. Her ji ber vê egerê heyameka gelekî dirêj ez li pê çîrok û efsaneyên kurdî ketim û min guhê xwe da wan. Çîrokên kurdî, çîrokên realîst nîn in. Çîrokên kurdî zêde çîrokên realîzma cadûyî ne, wekî çîrokên Gabriel Garcia Marquez, wekî çîrokên Amerîkaya Latînî. Em jî xerîk in vê yekê bikin. Belam muşkîleya me derhênerên kurd ew e ku derhênerên tirk, fars û ereb çawa behsa kurdan bikin, derhênerên kurd jî her bi wî rengî behsa kurdan dikin. Min xwest xwe ji vê xeta vegêranê cûda bikim. Min xwe cûda kiriye da vegerime wê tişta ku nasnameya min e. Nasnameya min “Mem û Zîn” e, “Şêx Reş” e, “Baba Gurrgurr” e. Nasnameya min ev çîrok in ku ji destpêka dîrokê ve bi rengekî cûda hatine vegêran. Hewla min jî ew e ku şêwazeka ciyawaz ya vegêraneka kurdî peyda bikim. Lewma vê hewlê ji ber du sebeban berê min da vegêraneka surreal û realîzma cadûyî. Sebeba yekem ew e dixwazim çîrok û efsaneyên kurdî bi şêweyekî modêrn vegêrim ku vê yekê jî rêxweşî li min kir praktîkeka postmodernane biceribînim. Ya duyem jî ew e ku li berbestên Komara Îslamî ya Îranê asê nebim, yanî sansûrê nexwim. Tenya hewla min ew e ku vegêrana xwe hindekî bipêçim û çîrokên xwe qurs û girîftane vegêrim û pêşiya min neyê girtin da ku bikarim dijî ceng û sêdarekirinê behs bikim; berbest li pêşiya min durist nebin.

Nisbet bi fîlmên kurdî yên li parçeyên din, gava mirov bi rengekî sethî berê xwe dide fîlmên kurdî yên li rojhilat mirov dibîne ku asta ‘polîtîkbûn’a van fîlman nizmtir e. Bo nimûne gelek ji wan fîlman behsa sirûştê yan jî babetên din yên ‘apolîtîk’ dikin. Hûn li rojhilat dikarin behsa kîjan babetên sînemayî bikin?

Eger em vegerine serê meseleyê, sînemaya kurdî, ji destpêkê bi du nezer û boçûnan dest pê kiriye. Ya yekem, fîlma Zerê (Hamo Baknazarian, 1926) ye ku sebaret bi kurdên Ermenistanê ye. Ya duyem, Grass: A Nation’s Battle for Life (Merian C. Cooper û Ernest B. Schoedsack, 1924) e ku ew jî behsa jiyana kurdan dike. Ev her du fîlm, derbarê kurdan da du nezerên ciyawaz pêşkêş dikin. Ya yekem nezereka siyasî ye ku Hamo Baknazarian bi fîlma Zerê tîne; ev nezer destnîşan dike ku berbesta pêşkeftina kurdan siyaseta dijî kurdan e. Derhênerên kurd ên bakurî ev nezer wekî mîrat girtin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Reîs Çelîk, Yilmaz Erdogan û Kazim Oz hwd. Ev derhênerên navhatî bi fîlmên xwe destnîşan dikin ku sebebê pêşnekeftina kurdan siyaseta tirkî ye, Enqere ye. Sebeb ew e ku Enqere nahêle em pêş bikevin, Enqere nahêle em mekteban ava bikin û kitêbxaneyan saz bikin û bibin xwediyê kultûra xwe. Ji aliyê din ve jî, derhênerên kurd ew nezera Merian C. Cooperî mîrat girtin, ew nezera îddia dike eger kurd pêşkeftî nîn in sebebên vê yekê ev cih û cografya ye ku kurd lê dijîn, ev çiyayên ku nahêlin kurd lîderbaz û pêşeng bin ku bêne nav modêrnîte û şaristaniyê. Ew nezera ku li rojhilatê Kurdistanê serdest e ji Merian C. Cooperî, Muhsîn Mexmelbaf, Ebbasê Kiyarûstemî hatiye. Van derhêneran dijî kurdan fîlm durist kirin û derhênerên kurd jî ev yek kirin û ew teqlîd kirin. Ji ber vê yekê ev mîrat li rojhilat heye û qisûreka mezine jî ku divê em vê qisûrê bibînin. Lê ez wisa hizir dikim ku ev nezer li bakur zor baştir e.

Tu wekî nezereka baş behsa vê tiştê dikî yan wekî nezereka xirab yan jî wekî kopîgirtin?

Nexêr, ez wekî bîr û hizir, wekî mêjî behsa vê tiştê dikim. Ew bîra li bakur baş e, sînemayeka rexnegirane durist dike. Eger em bêne li ser fîlma Yol, Yilmaz Guney behsa wê çendê dike ku eger tu ciyawaz bifikirî, tu hem ji gundê xwe tê derkirin hem jî diçî zindanê. Karekterên fîlma Yolê karekterên bi vî rengî ne, mutefikir û rûşenfikir in. Lê belê li rojhilat bîr û hizra derhênerên kurd, bîreka sîyasî û polîtîk nîne. Bîra wan bîreke pêşnekeftî ye derbarê xwe û kurdan da ku dibêjin şûn û cografya û çiya ne nahêlin em pêş bikevin. Ev rexneya min e dijî derhênerên kurd yên li rojhilat. Ev kêşeya yekem e. Kêşeya duyem ya li rojhilat heyî jî ew e ku berbestek li pêşiya derhênerên kurd heye ku dibêjin em nikarin fîlman durist bikin, wekî hêcetekê. Ez nabêjim hûn bo çi derbarê sêdare, kesayetiyên siyasî, pêşengên kurd, dijberiya îslamî, dijberiya şerê Îran û Iraqê da durist nakin. Ez nikarim bibêjim şer xirab e, çunkî li Îranê şer muqedes e, şer qible ye. Me berbestek heye ku destûrê nadin em di fîlmên xwe da behsa gelek babetên ciyawaz bikin. Me tenê rêyek heye ku ew jî fikirîna surreal e. Em fîlmên xwe bi rengekî surreal vedigêrin ku siyaset û hikûmet tênegehe ka çîrokên me behsa çi dikin. Eger em bi şêwazeka realîstî çîrokan vegêrin berbest bo me durist dibin. Ev xetên sor û hesassiyet in ku bi vegêraneka realîst mumkûn nîne em bikarin ji sansûrê derbas bibin.

Di kurtefîlmên te da wekî mekanê sînemayî xanî/mal û wekî pêkhateyeka çîrokê name(nivîsîn) zor pêşçav in. Dikarî hindekî behsa maneya van herduyan bikî?

Binêrin di temamiya sînemaya rêgeyî ya cîhanê da, wekî fîlmên Hollywoodê yên salên 1980yî, yan jî fîlma Wim Wenders (Paris, Teksas, 1984) ku li Almanyayê durist kirin, fîlmên ku derbarê rê da tên duristkirin, cih û mekan emnîyet e, bêhnvedan e û derbasbûn e ji xeterê. Wextê ku tu di fîlmeka Hollywoodî da seyareyekê dibînî ku li ser rêyekî xerîkî çûnê ye, li pişt wê seyareyê seyareyek yan jî otomobîleka mezin tê ku dixwaze wan kesên di seyareya pêşiyê da bikujin. Rê, tenya cih e ku rizgariyê dide da ku em nemirin. Di temamiya sînemaya cîhanê da ev yek heye. Bûye hêmayek. Lê belê di temamiya sînemaya kurdî da, çi li bakur, çi li başûr, çi li rojava heta rojhilat, mekan emnî û asayîş nîne. Mekan cihê mirinê ye. Bo nimûne wekî mekanê sînemayê eger tu biçî nav gundekî, biçî deverekê tu xweşiyê nabînî. Binêrin li fîlmên kurdî yên başûr, hemû şûn û mekan rûxane. Çima? Çunkî tiştek heye bi navê Seddam. Meselen, te li cih û mekanan dikuje. Divê tu her koçer bî, li şax û çiyayan bikevî û derbas bibî ji şûn û mekanan. Em vê kêşeyê her li Bakur jî dibînin. Di fîlmên Yilmaz Guney da, gava karekterên wî vedigerine gund, kêşe û girêyên gewre durist dibin bo wan. Li wan mekanan kêşe û girê durist dibin bo karekterên Yilmaz Guney. Ew cihên ku mekan rê ne, bêguman asayîş heye. Ji ber hindê ez di fîlmên xwe da behsa mekanekî dikim ku bo me berbestan durist dike. Wekî fezaya Kafkayî ye, me ditirsîne. Mekan zor tirsnak, dilerawkê ye. Ev tirsnakî hem di Building No. 13ê da, hem di The Sea Swellsê da ku av malê radikêşe û mal tu carî li cihê xwe namîne, hem jî di The World’s Last Houseê da heye ku pîremêrek (Ferîdûn Ensarî) li axirîn mala dinyayê ye ku divê bê kuştin.

Boçûna min a derbarê mekanan de ew e ku mekan her tim me ditirsînin. Wekî kurdekî, her tim kesek heye ku li min ferz dike ji mekanan birevim. Bo nimûne di Building No.13ê da kesek heye ku şêlavê bi ser dem û çavên min da dirêje; yan di The Sea Swellsê da av mala min radikêşe û dibe; yan jî di The World’s Last Houseê da kesek mala min dagir dike û li mala min hewla kuştina min dide. Wekî kurdekî, mal her tim ji bo min hêmaya tirsnakî, dilerawkê, kemîn û mirinê ye.

Baş e, name (nivîsîn) çi ye?

Ez di du fîlmên xwe da behsa nivîsîna nameyan dikim. Yekem, di fîlma min ya Building No. 13ê da tenya nivîsîn dikare peywendiyê durist bike. Qise û kelam nîne. Ew tişta ku Jacques Derrida behs dike. Yanî tenya nivîsîn e ku nasnameyekê bexşî min dike. Kelam nikare nasnameyekê bexşî min bike. Mem û Zîn wekî kitêb nasnameyekê bexşî min dike. Ji ber ku kurd im, kelama min nabe nasnameyek ji bo min. Ya duyem jî di The World’s Last Houseê da pîremêrek heye ku ew Xudayê min e. Xudayek e ku xerîkî çareserkirina kêşeyên hemî mirovahiyê ye bi rêya nivîsînê. Ew wekî Xudayekî, Xudayekî ku kitêbekê, Tewratê, Qur’anê dinivîse bo min. Ev pîremêr wekî Xudê xerîkî çareserkirina kêşeyên temamiya gelan, kêşeya zarokên li mektebê û kêşeya radyoyê ye digel ku hîç peywendiya wî li gel wan tiştan nîne. Ew kesayetî û karekterên di fîlmên min da zana û aqilmend in. Zor zana û xwendewar in, Foucaultyî ne. Lê belê karekterên fîlmên min hez dikin ji wê zindan, sergerdan û tenêtiya xwe ya ku dibe sebebê girîna wan.

Di fîlma te ya Building No. 13 êda sehneyeka av û telefonê heye ku kurtefîlma Christopher Nolan ya bi navê Doodlebug tîne bîra mirovî. Tesîra Doodlebugê li ser fîlma te çêbûye yan ne?

Ez gelekî ji fîlma xwe Building No.13ê hez dikim. Ji ber vê yekê dixwazim hindekî behsa wê bikim. Bo vê şêwaza sînemayê “dewrî, veçerixîn” tê gotin. Bi vê şêwazê gelek fîlm hatine duristkirin. Yekem, Christopher Nolan (Doodlebug) bi vê şêwazê fîlm durist kiriye. Fîlmeka din ya bi vê şêwazê hatî duristkirin jî Room 8 (James Griffiths, 2013) e. Ez bi temamî xerîk im ku bi vê şêwazê fîlman durist bikim. Tiştek heye bi navê “navdeqî/navmetnî” ku tu berhemekê tînî nav metna xwe, fîlmekê tînî nav fîlma xwe û rexneyê lê digirî ku ev yek ji hunera şanoyê darijiye. Eger bête bîra te, di fîlma Doodlebug da karekter (Jeremy Thebald) telefona ku lê dide radike û dixe nav avê. Di fîlma min Building No. 13ê da jî tişteka bi vî rengî heye. Baş e çi ye peywendiya di navbera van her du fîlman da? Christopher Nolan nezereka wî ya Freudî heye bo vê serkutkirinê, û dibêje kesekî/a ji min gewretir heye di nav hest û derûniya min da ku min serkut dike. Nolan di Doodlebugê da bi vî rengî behs dike. Eger bête bîra te dîsa, di fîlmê da karekter telefonê dixe nav avê. Ez jî di fîlma xwe da telefonê ji nav avê derdixim û datînime ser maseyê.

Bi vê yekê peyamekê bo Christopher Nolan dihinêrim û dibêjimê te xelet behs kir û her dîsa dibêjimê nezera te Freudî nîne, Deleuzeî ye. Yanî ez bo Freud dibêjim ez nîn im xwe serkut dikim, kesek heye li jor serê min ku min serkut dike, û ew e nahêle ez bigehime nasnameya xwe û bibim xwediyê nasnameyekê. Ew kes e ku şêlavê bi ser min da dirêjîne û ew kes e hewl dide ji bo min nasnameyekê durist bike. Ez xwe bi xwe serkut nakim. Min hewl da Christopher Nolan bînime nav fîlma xwe û cewaba qiseya/peyama Nolan di nav fîlma xwe da binecih bikim û bo Nolan bibêjim ku ez dinyayê Freudî nabînim Nolan, dinya bo min Deleuzeî ye, dinya bo min Lacanî ye. Û ez kurdek im, wekî amerîkayiyekî nîn im. Ez xwe serkut nakim, tirk min serkut dike, fars min serkut dike û ereb min serkut dike bi pêlav û potînên xwe. Min xwest vê peyamê ragehînim bi vê fîlma xwe.

Di destpêkê da te behsa projeya fîlma xwe ya nû kir, dikarî derbarê wê fîlmê da hindek agahiyan bidî ka çîroka vê fîlmê çi ye?

Ev fîlm behsa koronayê dike û min bi telefonê durist kiriye. Herwiha min bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî ya Silêmaniyê durist kir. The City Under the Manderine Tree behsa jinekê dike ku ji zindanê rizgar bûye. Esasen rizgar nebûye, ji ber koronayê bîst rojan îzîn bo hatiye dan da ku biçe serdana mala xwe. Ev jin ji ber egerên siyasî hatiye girtin. Di bîst rojên îzna koronayê da hewl dide ku bizane ka kî bûye sebebê zindanîbûna wê. Vê jinê li gel sêzdeh rêhevalên xwe karekî siyasî yan jî karekî din kiriye. Di van bîst rojan da gazî hemî rêhevalên xwe dike da ku vê meseleya zindanîbûna xwe çareser bike. Bi giştî çîrok li ser zindanîbûna jinekê û nexweşiya koronayê ye.

Wekî gotina dawî, eger bixwazî tiştekê lê zêde bikî, kerem bike.

Ev çend sal e hêvî û hewla min ew e ku, bêguman eger ji destê me bê; peywendiyek di navbera başûr û rojhilat; bakur û başûr da jî heye, peywendiyek di navbera bakur û rojhilat da durist bibe. Fikra min ew e eger em bikarin hewl bidin holeka sînemayê durist bikin, heta bi şêwazeka onlîne jî dibe, em nav û xebatên hemî derhêner, edîtor, derhênerên dîmenan û çêkerên kurd lê tomar bikin bo ku em bikarin hevdu nas bikin û peywendiyê danîn. Bo nimûne wextê ku ez bixwazim fîlmekê durist bikim, bikaribim ji derhênerêkî dîmenan yê bakurî îstîfade bikim; herwiha ez montajê bo derhênerekî bakurî bikim hwd. Ez nizanim ka ev yek dê çawa pêk bê, lê belê ev mesaja min bo festîvalên kurdî yên wekî Diyarbekir, Wan, Duhok û Silêmanîyê ye ku bibine wesîle û navbênkar da em zêdetir hevdu binasin.

Çavkanî: https://botantimes.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev