Pirsa we û bersiva me – 193

Pirsa we û bersiva me – 193

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne.  

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin.

 

Pirsa xwendevanên me û bersîva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

 

Bersiv: Henekên kurdî-1

 

1.

Saet sisê kêm bîst deqîqeyê şevê, zengilê mala Ademo lê xist.

– Merhaba, hûn ên ku ji bo hevalên geştyarîya/gera Yewnanistanê li hevalan digerin?

– Erê raste, lê pêwist nake ku vê saeta nîvê şevê hûn me ji xew şîyar dikin. Newlo?

– Erê lê ez ê tenê bibêjim ku dema min tune bi we re werim.

 

2.

Sê xortên serxweş li taksiyê siwar bûn da herine malê, ajokarê taksiyê zanî ku ew serxweş in, ji ber wê yekê wî motora taksîyê vêxist û vemirand û got:

-De peyabin, em gihiştin qonaxa xwe.

Yê yekem drav/pere da ajokar, yê duyem got “spas” û yê sêyemîn jî şeqamek li pelê guhê/pişta stûyê ajokar xist.

Ajokar şok bû, ji ber ku ew difikirî ku zilamê sêyemîn dizane ku ew çi dike, lê ajokar jê pirsî:

-Te çima li min xist?

Xortê serxweş: Carek din wusa bilez ne ajo, hindik mabû tu me bikujî!..

 

3.

Li gorî lêkolîneran, jin rojê di zikhevde bîst hezar bêje dipeyivin, lê mêr rojê li heft hezar peyvan dimînin. Ew hatiye destnîşan kirin ku ji ber vê yekê ye tiştên jin dibêjin ji kêmî ve du caran tê dubare kirin, heta ku zilam di dawiyê de fam bikin.

 

4.

Cemalê piçûk ji kalo dipirse:

-Kalo, tu çend salî yî?

Kalo:

– Tu dizanî, min ji bîr kirîye.

Cemal:

– Kalo, pantolê xwe berde xwar û li hindir wê derpê xwe meyzîne tê bibîne.

Kalo:

– Na, kurê min şerm e, divê tu welê nebêjî!

Cemal:

– Kalo, emrê min li ser doxîna derpêkê min 4-6 sal nivîsîye

 

5.

Ajokarek li noqteya polîsan hat sekinandin.

Polîs pirsî: Tu çima kembera xwe girênadî?

Şifêr bersiv da: -Dema hûn min dirawestînin, ez kembera xwe vedikim.  

Polîs: -Vê carê ez ê ji te bawer bikim. Lêbelê ez difikirim divê hûn qayişa xwe ya bi derîyê trembêlê ve daliqandî têxin hundir. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev