Kurdîzade Ahmed Ramiz/Reşbelek -2

Kurdîzade Ahmed Ramiz/Reşbelek -2

Malpera me sipasî xwedîyê vê nivîsa lêkolînerîyê dike,

 ku ev gotara delal ji malpera me ra şandîye.

Ji bo mezinaya nivîsê me ew kir du beş, beşa pêşin med uh çap kir.

Kerem bikin beşa duduyan bixwînin.

Reşbelek [2]

Seîd Veroj, lêkolîner

 

“Qureyşî ji ku hatine”

Madem cenabê Resûlê Ekrem sellellahu te‘ala ‘eleyhî û sellem (silava Xwedê li ser be), pêxemberê me ye û ji qebîleya Qureyşan e, emê behsa Qureyşan jî bikin.

Ji ku hatine..?

Qureyş, Erebê “muste‘rebe” ne. Muste‘reb, di eslê xwe da ne Ereb in; lê (paşê )bûne Ereb. Ceddê macidê Qureyşan, yanî bapîrê wan, Hezretî Îbrahîm Xelîlu’r-Rehman “Selatullah ela nebîyyina ‘eleyhî we sellem” (silava Xwedê li ser be) e. Îbrahîm Xelîlullah (dostê Xwedê), welatê wî yê eslî, derûdora Urfayê ye, “Urfa” ji zemanê Tofana Nûh û heta niha, welatê Kurda ye. Li Urfayê, Xelîlullah avêtine nav êgir. Cenabê Mewla Xwedê Te’ala, bi qudret û ezamet û kerema xwe, agirê wan kafiran ji Xelîlê xwe ra kirîye gul û gulîstan. Piştî wê hingê, ew çûye alîyê Şamê, ji wê jî çûye Misrê. Ji Misrê vegerîyaye, hatîye erdê Ken‘an (Filistîn); li wê derê, cenabê Ekreme’l- Ekremîn (Xweda), ji dîya me ya Hacer, Îsmaîl Eleyhîsselam, daye.

Dayika me Sara, bi hesabê exlaqê beşerîyetê û jintiyê, hesûdî kirîye. Lewra jina wî ya mezin, ew bû ye. Lê wê wextê ewlad ji wê tune bûne.[5]

Îbrahîm Eleyhîsselam; Îsmaîl û dîya wî Hacer, girtîye û çûye Wad[î] xeyr[î] zî zer‘ (gelîyê ku zipûzuha ye û tiştek lê şîn nabe )[6]. Îsmaîl, lawê wî yê mezin bûye. Ew, ji Ereban zewicîye, ewlad û nevîyên wî bûne Erebê muste‘reb (asîmîle bûye, bûye Ereb).

Eceba? Eslê Qureyşîyan ne Tirk be? Naxêr (na). Lewra wê wextê, Mawerayê Nehr[7] (ji sînorê Îranê) vir da, Tirk tûne bûne. Hetta di hinek kitêbên tarîxî da, dibêje; Îbrahîm bîn Azeru’l-Kurdî (Îbrahîmê kurê Azerê Kurd).

Îbrahîm û Îsmaîl; navên Ecemî (ê ku ne ji Ereban) ne[8], yanî ne Erebî ne. Lewra wê wextê, her qewmekî navê zarokê xwe li gorî ‘urf û adetên qewmê xwe, li zarokên xwe dikirin. Ewlad û nevîyên Îsmaîl jî, dema ku bûne muste‘reb, navê Erebî li zarokên wî hatîye kirin. Hetta hatina dînê Îslamê.

Ji hatina Îslamîyetê û vir da, navên Ecemî (hemû navên ku ne Erebî ne), Ereban jî bi kar anîne. Madem ku wiha reng e (wuha ye), eslê Qureyşan dibe Kurd. Silava Xwedê, li ser wan kesan be ku ew li ser rîya rast in.

Li ser vê meseleyê, ez bi gellek kesan ra ketime nav minaqeşeyan, ew di dawîyê da, teslîm bûne.

Bi eslê û neslê xwe, Kurd xwedî şan û şeref in û pîroz in. Feqet, bi şan û şeref û pîrozîyê, fexir nabe. Lewra her ferd, şan û şeref û pîrozîya wî, gerek di exlaq û nefsa wî da hebe.

Gelî Kurdan! Bixebitin! Fezla bav û bapîran qezenc bikin; çimkî fezîlet û kemalat, ne genetîk e, wek mal û mulk… Bi xebatê ye, bi xebatê ye, bi xebatê ye, bi xebatê ye.

Gotineke pêşîyên Kurdan heye, dibêje: “Ji perîyan welî, ji welîyan perî (çê dibe)”

Di “Qesîdeya Lamîyye” da[9]  

لا تــقـــل أصـــــلي وفـــــصلـــــي أبــــــدا

إنـــــمــــا أصـــــل الفــــتـــى ما قد حصل

Qet nebêje ku esl û feslê min ev e

Çimkî esl û feslê meriv, bi cehd û xebatê ye

قــــــد يـــــسود المـــــرء مــــــن دون أب

وبـــــحســـــن السبـــــــك قد ينفا الزغـل

Meriv bêyî bavê xwe jî dibe xwedîyê şan û serefê

Bi xweşeyarkirinê, qisûra pereyê qelp (sexte) jî wenda dibe.

وكذا الورد من الشوك وما

يطلع النرجس الا من بصل

Û herwiha, gul ji nav dirrîkan derdikeve

Nêrgiz jî, ji xeynî pîvazê, ne ji tiştekî ye.

Şecaeta [Mêrxasîya] Bav û Bapîran

Pehlewanên meşhûr, ji ecdadên Ristemê Zal, Behramê Çûbîn, Ferhadê aşiqê Şîrînê û hwd… zehf bi navûdeng hatine. Tarîxê, evîya ispat kirîye, hetta ku Kurd digel Îranîyan bûne, her çiqas ku Îranîyan bi Yûnanîyan ra ceng û herb û qewxe/pevçinîn kirine, Eskerê Yûnan daîma di bin ling û pîyê eskerê Îranê da maye. Bi saya cesaret û mêrxasîya Kurdan; Îran serfiraz û xalib, Yûnan mexlûb û perîşan bûye û têk çûne. Kurdan, Yûnanî wek hevîr diecilandin/dieciqandin; Îranîyan, digotin qey ew dikin.

Wexta ku Kurd ji Îranîyan cihê bûne, rewşeka berovajî vê rewşê çêbûye; yanî Yûnanîyan zora wan birîye. Feqet bi mêrxasî û cesaretê jî mexrûr mebin û qurretîya xwe pê nekin. Zemanê mêrxasî û cesareta bêîlm û merîfetê, çûye. Tu kes ji “şêr” bi qewettir û cesarettir, tune ye. Bi saya îlm û merîfetê, “şêr” digrin, zincîrê diavêjin stûyê wî û wî diavêjin hefsan. Dibe her wekî kûçik û tajîyan; lewra şecaet û cesareta wî, bêîlm û mearîfet e.

Qewmê ku xwedîyê îlm û îrfanê ye, wek însanan dijîn; qewmê cahil jî, wek kerîyek pez e. Însan ji pezan şîr vedixwin, hirî û mû û çermê wan li xwe dikin, paşîya paşî jî serê wan jê dikin û goştê wan mubarekan kebab dikin.

Eger em nexwînin, aqûbeta me jî wek a pez e. Eger em bixwînin, em jî wek wan kesên xwende, dibin sahibê îlm û mearîfetan. Eger em bixwînin, em li wan kesên ku îro çavê xwe berdane me ku me bixwin, nebihurin jî bi saya Xwedê emê bigihên sewîyeya wan. Eger em nedin pêşîya wan, emê li kêleka wan, bimeşin…

Rohnîya her du çavên min, gelî Kurdan! Em zehf cahil in, em bêxwedî ne. Ji bo Xwedê, Ehmedê Xanî “rehmetullahî ‘eleyh rehmeten wasi‘e”(rehma Xwedê, gelek lê bibare) gotîye:

Enwa‘ê milel, xudankitab in

Kurmanc, tenê di bêhisab in

Kurmanc, ne pir di bêkemal in

Emma di yetîm û bêmecal in

Bilcumle ne cahil û nezan in

Belkî di sefîl û bêxudan in.

Gelî Kurmancan! Carekê bifikirin! Di derheqê zanebûn û nezanebûnê da, Xwedê Te‘ala, bi zimanê xwe yê şîrîn ferman kirîye, bi pirseka ku bersiva xwe di xwe da dehewîne, gotîye: “هل يستوي الذين يعلمون والذين لايعلمون”[10] “Ewên ku dizanin û ewên ku nizanin, qet dibin wek hevûdu?

Elbette û elbette, ku tu carê nabin yek.

Reca min ew e ku hûn ji bo zanebûnê, bixebitin. Ez sed hezar carê, recaya xebata zanebûnê ji we dikim; feqet ji me Kurdan ra tesîra nesîhet û şîretan, heyhat!

لقد اسمعت لو ناديت حياً

ولكن لاحياة لمن تنادي

(Bi gazîyê be jî ez dengê xwe digihînim kesên sax

Lê kesên ku hewceyê gazîyê ne, ne sax in, mirî ne.)

Pênc sal berê, li Misrê, min “Mewlîda Kurdî” pênc hezar heb çap kir. Di paşîya wê da jî min îlan kiribû ku bila Kurd ji me re kitêb û meqaleyên Kurdî bişînin, da ku ez wan çap û neşir bikim. Heyf û mixabin heta vê gavê tu kesekî kitêbek Kurdî neşandîye.[11]

Gelî kek û birayê min! Ji bo hişyarkirina bira û bavên xwe bixebitin, da ku hûn îlm û mearifetê bi zimanê xwe bikin.

Fedakarî lazim e. Bibin xwedîxeyret û xîreta mezin. Pêşîyê, rêzimana zimanê xwe çêbikin. Kitêbên dinyayê tercume bikin. Kitêbên (eser) kêrhatî yên her cûre îlmê, bixin zimanê xwe.

Xwedayê her îxtîyacan, emr û îrade kirîye û gotîye [12]“ليس للانسان الاما سعي” (ji bo însan, ji xeynî cehd û xebata wî, tu tiştek jê ra tune ye.)  Pêxemberê me, sellellahû te‘ala ‘eleyhî we sellem (silava Xwedê li ser be) jî gotîye “اطلب العلم من المهد الي اللحد” (Ji dergûşê heta mirinê, bi dû îlm û zanistê bikeve.) Di hedîseka din da gotîye: “اطلب العلم ولو بالصين” (Bi dû îlm û zanistê bikevin, ku ew li Çînê be jî.) Di hedîseka din da jî gotîye “طلب العلم فريضة على كل مسلم ومسلمه”. (Li ser her jin û mêrî, talebkarî û hînbûna îlm û zanistê, ferz e.)

Ji bo raxbet û teşwîq û hewesa Kurdan li ser xwendinê, min bîst û penc zêr ji bo ser çapa Mewlida Kurdî xerc kir. Hetta îro, min pêncî quriş girtîye; min ew jî ji bo heqê postexaneyê xerc kirîye.

Ji pênc hezar kitêban, aniha li cem min tevda sed û çil adet mane. Mal û mulkê min tune ye. Hemd ji Xwedê ra, heta îro min meaş jî negirtîye.

Eger, emrê min bihata firotin, bêtereddud minê bifirota û di rîya Kurdan da xerc bikira.

Çimkî, xelk aşiqê mal û mulkê dinê ye; ez aşiqê lefzê Kurmancî me.

Xelk, nexweşê derd û kul û mereza ye; ez nexweşê sefîlî û feqîrî û ceheleta Kurda me.

Însan; yek, ji bona ku bigihê hezkirîyê/ya xwe; dudu, ji bo ku xwe ji nexweşîyên wucûda xwe xelas bike, bêtereddud û bêyî ku bifikirin, hemû mal û mulkê xwe çawa xerc dikin, ez jî di derheqê Kurdan da wisa me.

Feqet, kar û adetê dergistîyan; perîşankirin û kuştina aşiqan e. Derd û nexweşîya ku hekîmê wê tunebe, ew nexweşî dibe qatil.

Esîrê navbeyna du canîyan ez im, meqtûlê/mirîyê navbeyna du qatilan dîsa ez im.

Feqet canî (qatil) jî nekarin zirarê bigihînin ‘ezma (qerara li ser rîya min) min.

Dinya û yên têda, hemû bibin yek, tucarê ji bo min bêhêvîbûn û bêumîdî, çênabe û nabe û nabe…

Eger tu bibêjî ey bûdellah (ji bo Xwedê)! te çi kirîye, tu yê çi bikî? Ez dibêjim ku her kes, li gorî halê wî, li ser wî ferz e ku qesd û nîyeta xêr û xweşîyê, ji bo qewm û eşîra xwe bike. Herwekî ku şairê Ereb gotîye:

علي المرء ان يسعي الى الخير جهده

وليس عليه ان تتم المقاصد

‘’Li ser meriv ferz e, ku meriv cehda xêrûbêrê bike

Lê, bidestxistin û temamkirina meqsedan, ne ferz e.’’

Gelî Kurdan! Baş bizanin ku lezzeta îlm û zanistê, zehf xweş e û fêkîyên wê dereng in. Hûn îlm û mearîfetê, li ser ceh û garis û genim û tirî, qîyas bikin? Meriv, ji ceh û garis, piştî nod rojî; ji genim, piştî du sed û heftê rojî; ji tirî jî, piştî hezar rojî dikare jê bixwe.

Qewmê ku zimanê edebîyata wî tune be, ji heyata medenîyetê mehrûm û bêpar e. Ji parastin û mudafakirina hiqûqê xwe, dîsa mehrûm e. Lewra, însanê cahil, nizane ku xwedîyê çi hiqûqî ye, nizane parastin û mudafeya heqê xwe bike. Em Kurd hemû jî, wexta ku em derkevin cem memûrekî, yan cem merivekî ku navê wî bi mezintî hatîye zanîn, em nefsa xwe wek esîrê wan, yan jî wek koleyê wan dizanin.

Însan, nabe kole û evde (qûlê) însanan. Însan, nabe esîrê însanan. Însan, dibe evdê Xaliqê (Çêkiroxê) xwe. Bi taybetî jî dînê Îslamê, xelasîya însanan e. Çawa koletîya mexlûqan qebûl dike? Em Kurd jî, bi kerem û comerdîya Xwedê, musliman in. Tucarê, zelîlî û heqîrî û esîrî, ne caiz e; yanî xwe piçûkdîtin û bejintewandin, ne tiştekî rast e.

Ji me ra, bi teorîken “zanebûn”, bi pratîken “bicîanîna pênc ferzê Îslamê, terka derewan, terka fîtne û bêtifaqitîyê, jêdûrketin û xweparastina ji qetl û qitalan, digel terka kirinên xerab û nebaşên yên din, muhebbet û merhameta me ya li ser qewmê me.”

Xizmet, bi navê Kurdî, lazim e. Çimkî ku navêkî giştî ye û tiştên din ên ku hene, ew (Kurdî) mehneyan wan di xwe da dihewîne…

Şêx, mela, paşa, beg, axa heta bigêhê şivanên me, hemû jî daxil in; di bin vî navê muqeddes da, piştî Xwedê û Hezretî Pêxemberê me (ku ew Kurd e) û lefzê Kurdî, miqeddes/pîroz û muhterem e.

Muhterem Seyyid Taha[13] Efendî! Ez dixwazim van çend rêzan, ji zatê te ra îthaf bikim. Çimkî, li derûdora Kurdistanê, ez te wek parastvanê îlm û mearîfetê, dibînim. Belavkarê fikra azadîyê, li derûdora Kurdistanê, dîsa tu yî. Rebbê min ê Baqî! Reca ji min û qebûl ji te, efendim!

Xizmetkarê Kurdmancan

Ehmed Ramiz

Çavkanî: Weşangêrekî Xwbexş û Aşiqê Lefzê Kurmancî: Kurdîzade Ahmed Ramiz, Weşanên Sîtav, Wan 2019

[1] Ev metn, ji alîyê Q. S. ve, bi Kurmancîya îro hatîye sadekirin.

[2] Di vê noqteyê da, teorîya qewmperestîyê, teorîya min e. Çimkî, fitreta ezelîyye, Xwedê, di çêkirina min da ez Kurdperest çê kirime…

Carnan, di sohbetan da ji bo “letîfe” dipirsin û dibêjin: “Tu Kurd î yan Misilman î?” Her tim cewaba min ev bûye: “Ez Kurd im û Misilman im.

[3] Ev bend di orîjînalê metnê de jî bi vî rengî xal xal e.

[4] Li vê dera, qesda Ahmed Ramîz her hal ev ê ku dibêje; bav û kalikên me, di zemanê berê da jî, dîsa bi Xweda bawer bûn. Çimkî Zerduştîyan bi Xwedayê şev û rojê, îman anîbûn. Yanê ne muşrîk bûn.

[5] Paş hingî, Xweda, ji Sarayê ra jî Yeqûb daye. (E. R.)

[6] JI Mekkeyê ra, Cenabê Mewla di Qur’ana ‘Ezîmu’ş-şan da, “Wad[î] xeyr[î] zîzer‘” gotîye; lewra di ev erdê pîroz da, baran nabare, nebat hêşîn nabe. (E. R.)

[7] Paşîya hudûdê Ecemistan e. (E. R.)

[8] Ji navê ji bilî Ereban ra dibêjin Ecemî. (E. R.)

[9] Qesîda Lamîyye, helbesteka şairekî Ereb ê bi navê Ibnu’l-Werdî ye. Ev helbest bi pend û şîretên Îslamî meşhûr e. Bo agahîyên zêdetir û wergera wê ya bi Tirkî bnr. Tacettin Uzun, İbnu’l-Verdî ve El-Kasîdetu’l-Lâmîyye’si, Kovara Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Sakaryayê, J. 10/2004, r. 17-26.

[10] Ev ayeteka Qur’anê ye. Ji Sûreya Zumerê, ayeta 9’an.

[11] Xulasa Eqaîd, sahibê himmeta ‘alîmuhibb û hamîê me‘arif “tahiru’n-neseb” necl, merhûm Şêx Muhemmed Siddîq Efendî “Seyyid Taha” Beg Efendî şandîye. (E. R.)

[12] Ji sûreya Necmê, ayeta 39’an e.

[13] Di çavkanîyeke balkêş de ku ji alîyê îstîxbarata Înglîzî ve hatîye amadekirin, derbareyê Seyyid Taha de hin agahî hene. bnr. Personalities in Kurdistan, Government Press, Bexdad, 1919, r. 141.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev