
Dibe Miksa warê Feqîyê Teyran tesîr li ser hunerê helbestsêwirandinê dike.
Fermo, vê helbesta delal bixwînin, belkî aqilmendîya wî warî
tesîr li ser hunerê we yê helbestvanîyê jî bike.
Memê Miksî
Di roja înê ji mal hat mela
Bi dengek bilind ewî da sela
Melek ji ewê sewta dilşewat
Hestiyar dibûn ta li semawat
Lê çi hikmet be ew hestiyarî
Bi gundiyan ra nebû tu carî
Melayê gewre pişt ra wek berê
Kitêb vekirin di wê minberê
Di gel siyer û hedîs û tefsîr
Ji hin seydayên wek Îbnê Kesîr
Waz didan bicoş bo cemaetê
Çendî dizanî kes guh nadetê
Ema vê carê dît yek biyanî
Çav ji hêsiran bûne du kanî
Melûm ji xwe ra wiha kir texmîn
Got ev zat ji min fêhm dike yeqîn
Ji bo vê keyfa wî gelek bû xweş
Di dil da vebûn ew sorgulên geş
Piştî ku qeda nimêja înê
Mela ev mirov bir firavînê
Li ser xwarinê ji zelam kir pirs
Got: Ey qencê ku pir ji Xwedêtirs
Wazên min li te gelo çi bandor
Kirin ji çavan hat hêsirên şor?
Bi hêdî kevçik ji dest xwe danî
Got: Ax ezxulam ne tu nizanî
Nêriyekî min hebû serceleb
Mislê wî nebûn sûnd bi navê Reb
Rihên wî jî wek yên te dirêj bûn
Hêşînboz û pak qet ne qirêj bûn
Ev hêwanê ha di bertira pêr
Ji tehtê ket xwar mir negiha kêr
Li wir dema min li te dinêrî
Bîra min diket cenabê NÊRÎ
Riataza