Li Rojhilata Naverast çawa dawî bi terorê tê?

Li Rojhilata Naverast çawa dawî bi terorê tê?

Çareserî avakirina Kurdistaneke serbixwe ye

Şêyhmus Özzengin

Ev çend hefte ne hêzên ku li ser axa Sûrîyê û Başûrê Roavayê Kurdistanê hene û aktor in, li ser hewlên nû daxûyanîyan didin. Cîhên xwe eşkere dikin û xwe amadeyî hewlên nû dikin. Wek lîska kişikê kesekî li Sûrîyê „şah mat“ nekir.

Çima?

Ji ber ku Tirkîyê, Îranê, İraqê, Sûrîyê û Rûsîya li ser esasên parastina yekitîya xaka Dewleta Sûrîyê lihev kirine û bi hemahengîyek hevpar, li ser wê axê hewl dan xwe. İran 70 hezar çekdar li Sûrî bicîh kir, bû beşek ji artêşa Sûrîyê û li henber opozîsyona Sûrîyê, dewleta Sûrîyê û rejîma Esad parast. Tirkîyê bi dehan hêzên tundrew yên opozîsyonê bi çek kir û ji bona berjewendîyên xwe bi kar anî û beşek mezin ji axa Başûrê Roavayê Kurdistanê dagir kir. Rusîya hin bi YPG re û hin bi artêşa Sûrîyê re, di hemahengîyekê de, xwest ku her bandora xwe li ser PKK bihêle. Ji ber ku pir baş dizane bê têkilîyên dewleta Sûrîyê û malbata Esad bi PKK re çine û li ser çi esasî ne. Dema ku berdevkê PKK Cemil Bayik dibêje; „Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin, ne jî dijberiya Esad dikin“, ev armancên PKK li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê eşkere dike.

Tirkîye carek din herêmên ku neketîye destê wan tehdît dike. Qamîşlo û derdorê wê îşaret dike, lê armanca wê tiştek din e. Armanca wê ewe ku; ew hêzên li Til Rifatê bicîh bûne, wan ji wir derxîne. Derdorê Kobanê bi carekê de dorpêç bike ku Kobanê muhtacî wan bibe. Ji ber ku bi dagirkirina Kobanê, tepkîya navnetewî nade ber çavê xwe, wê pîlanek dorpêçê bi kar bîne, ku Kobanî bi xwe, xwe vala bike. Ev pîlan di destê Tirkîyê de ye û bi Rûsîya re di hemahengîyekê pîlanê xwe dimeşîne.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê de û heta niha, Tirkîye wek „dijberê rejîma Esad“ xwe daye naskirin. Lê di eslê xwe de Tirkîyê her ji bona parastina yekitîya axa dewleta Sûrîyê, bi îstîhbarata dewleta Sûrîyê re, di têkilîyê de ev hewl avêtine. Ji bona berjewendîyên Sûrîyê, Opozîsyona Sûrîyê kontrol kirîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bi kar anîye. Ji ber ku têkilîyên îstîhbarata Sûrîyê û malbata Esad jî baş dizane. Tirkîye di ser îstîhbarata Sûrîyê re PKK jî kontrol dike û bi destê PKK ji xwe re li Başûrê Roavayê Sûrîyê sebeban çêdike, ku wê axê dagir bike, demografîya herêmê biguhere û axê di destê kurdan de nehêle; ku Kurd bingeha doza statûyekê li ser axa xwe wenda bikin. Hewldanên PKK, ku her mijara êrîşkirina Tirkîyê tê rojevê, pankartên PKK û Abdullah Ocalan dide destê girsê û li Başûrê Roavayê Kurdistanê çalakîyan lidar dixine ev e. Ev çalakî, hewlên Tirkîyê di herêmê de hêsan dike. Ji bona ku Kurd doza statûyekê li ser wê axê nekin. Xetên vê stratejîyê îro hîn zelaltir derketine ber me.

Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, tenê hebûna xwe û têkilîyên xwe, bi Başûrê Roavayê Kurdistanê û hêzên HSD-YPG re li ser esasên şerê li henber DAÎŞê dimeşînin. Ticarî Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, li Başûrê Roavayê Kurdistanê, PKK, Rêveberîya Xweser, hêzek wek xwedî statû û yasayî qebûl nekirine. Tenê di asta eskerî de alîkarî meşandine û bi hev re li henber DAÎŞê şer kirine. PKK/PYD-HSD/YPG jî ti carî li Başûrê Roavayê Kurdistanê doza statûyek sîyasî nekirine. Xwe her beşek ji axa Sûrî (ne beşek ji axa Kurdistanê) dîtine. Ev jî rewşa Başûrê Roavayê Kurdistanê dixe xeterîyê.

Di 29.10.2021an de, miqaleyek Sean D Carberry di Rojnameya The Hill de derket. Di pir waran de bersîva rewşê dide û vekirî dibêje; „Ji bona ku em DAÎŞê têxin bin kontrolê, hilbijêra herî baş Kurdistaneke serbixwe ye:“

Di analîza xwe de Sean D Carberry dîyar dike ku; di şerê li henber DAÎŞ de Kurd hêzek girîng bû. Lê ev tenê ne bes e. Ji bona ewleyî û rewşek îstîkrarî a herêmê, divê em Kurdan wek aktorek girîng a herêmê bibînin û vê rolê bidin wan. Bê dewlet Kurd nikarin vê rolê bigirin ser xwe. Di vî warî de jî dibêje: „Di herêmê de ji dervê kurdan wê herkes li henber hewla avakirina dewleta kurdan derkevin“(!)

Piştî wekişîna Emerîkayê û Hêzên NATOyê ji Efganîstanê îhtîmala ku li herêmê sirrek terorê a nû lêxe heye. Bi hezaran çekdarên DAÎŞê di herêmê de di xew de ne. Îhtîmala van, ku bi destê aktorên herêmê carek din têkevin tevgerê û êrîş bikin heye. Ji bona ku ev tehdît bêt ji holê rakirin û DAÎŞ bêt kontrol kirin, divêtî bi hemahengîyek bilind a navnetewî heye. Di vir de NATO û NY, di asta herî bilind de, lazime hemahengîyekê derxin holê. Di derheqa vê hilbijêrê de jî Sean D Carberry tilîya xwe datîne ser pirsgirêkê û dibêje ev hemahengî, „avakirina Kurdistanek serbixwe ye“.

Heger em, li gor tecrûbên berê û bi mejûyê dagirkeran li mesela Kurdistanê binêrin, helbet wê pir kes bêjin; „ev ne mumkûn e, ji ber ku Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û Rûsîya wê li henber derkevin û PKK jî hêzek di destê wan de ye, ku li henber avakirina dewleta Kurd bêt bikar anîn!“(!)

Analîst Sean D Carberry dibêje; „Ku Kurdistanek serbixwe bêt avakirin, wê li herêmê hemû pirsgirêk bên çareserkirin“.

Wê di herêmê de ev pirsgirêk çawa bên çareser kirin?

Di navbera Dewleta Federal a İraqê û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareserkirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingalê bigire heta Xaneqînê, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divabû berî bi 13 salan, bi referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareser kirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta İraqê jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê. Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a İraqê û Kurdistana Federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re pirsgirêkên destûrê tên çareserkirin.

Li herêmên Başûrê Roavayê Kurdistanê DAÎŞ bi rêka hêzên Îslamî yên tundrew û Tirkîyê, bi rêk û pêk e. Her tim li benda fersendê ye û amade ye. Bi çalakîyên xwe, her mesajek zînde dide endamên xwe. Li Efxanîstanê jî bi hezaran çekdarê endamên DAÎŞê hene, ku bi hêsanî bikaribin bînin herêmê.

Di vir de Sean D Carberry dibêje; „bi avakirina Kurdistaneke serbixwe re, wê sînorek fermî ji Kurdistanê re bêt avakirin. Hêzên parastina Kurdistanê wê di van herêman de bicîh bibe. Wek di şerê li henber DAÎŞê de ku çawa Kurdan rolekî erênî û giranbûha lîst, wê di parastina axa dewleta xwe de jî wî rolî hîn xurttir bilîzin. Ev jî çareserîya hilbijare ya herî baş e. Di asta ewletîya herêmê de girîngîya dewleteke serbixwe a Kurdistanê wê derkeve ber me û emê vê rastîyê bibînin.“ 

Di herêmê de Îran û Tirkîye du aktorên dij dewleta Kurdistanê ne. Wê ev dewlet hêzên xwe yên navdewletî jî li henber avakirina dewleta Kurdistanê bikar bînin û li dij derkevin. Lê ku NATO û NY piştgirîyê bidin çareserkirina pirsgirêkên herêmê, rîya herî rast, ku di herêmê de dawî li terorê bîne, avakirina Kurdistaneke serbixwe ye. Di vî warî de ez jî wek Sean D Carberry difikirim.

Kurd divê li ser axa xwe, di asta avakirina Kurdistaneke serbixwe de, xwedî hişmendîyek milî û niştimanî bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev