Wergereke delal ji nivîskara malpera me Nura Şane

Wergereke delal ji nivîskara malpera me Nura Şane

Ji ”Serenada Zülfü Livaneli”

Nura Şane

Çend mirovên Elyasê Habirê Mêrdînî li bajarê Romayê kar dikirin.

Rojek diçe serdana wan.

Demên mezûvanîyê da dema mirovên wî diçûn ser kar ew jî lê dixist xwe davêt nav kolanên Romayê, bi tena serê digerîya.

Rojek rêya wî dikeve bexçeyeke bi kulîlk û darên bedew va xemilandî.

Dilê wî şa dibe, te yê bigota qey ketîye cinneta baxê Îrem, qederek şûn da çavên wî diçe ser çend nivîsên ser mermer dibîne ku ev der goristan e.

Nivîsên ser mermeran pir bala wî dikşîne. Ecêb mayî li wan dinêre.

Hinekan da 20 roj, hinekan da 34 roj, hinekan da jî 17 roj nivîsîne. Mezar dirêj û firêh in, difikire ebatên wan ne gorî zarokên biçûk in.

Ew yek pirtir meraqa wî dikolîne.

Nobedarê goristanê dibîne, lê ji ber ku Îlyasê Habirê Mêrdînî bi îtalî nizane, nikare jê pirs bike.

Bi kurmê meraqê vedigere mal, ji mirovên xwe ra behs dike, bala wan jî dikşine û li hev dikin sibê bi hev ra herin wê parkê.

Roja din bi hev ra diçin cem nobedar.

Nobedar dibêje:

Ev goristanekî taybet e. Kesên li vir hatine veşartin, ser mermerê wan da temenê wanê normal nîn e, lê di jiyana xwe da çend rojên bextewarî derbaz kirine hatîye nivîsîn.

Hinek ji wan 21 roj, hinek 37 roj e. Hê kesekî ji 52 rojan derbaz bûyî derneketiye.

Îlyasê Habir vedigere Mêrdînê, emrekî pir dirêj dijî.

Rojekê nexweş dikeve, ber zikratê da ye, gazî kurên xwe dike, ber serê xwe dicivîne.

Li wan dinêrê û dibêje:

Wesyeta min e, ser gora min binivîsin;

 

Elyasê Habirê Mêrdînî, ji dîya xwe ket, bû ax.

Derîkî da derket, yên din da çû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev